AMED – Nivîskar di panela MED-DER’ê de axivîn û rêxistinbûna wejêya kurd gengeşe kirin. Nivîskar Omer Dilsoz got kurdî ne di salên rahavet de di salên bi zext de dikare li pêş bikeve.
6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê TUYAP’ê ve tê lidarxistin di roja çaremîn de bi eleqeya xwîneran û bi çalakiyên cuda didome. Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) panela bi navê “Di pêşketina wêjeyê de girîngiya sazîbûyînê û rêxistinbûyînê” li dar xist. Nivîskar Îrfan Babaoglu, Mehmet Yilmaz, Omer Dilsoz, Osman Ozçelîk, Remziye Arslan, Reşo Ronahî di panelê de axivîn û nivîskar Omer Fîdan panelê birêve bir. Gellek xwîner beşdarî panelê bûn.
‘KURDÎ DIKARE DI SALÊN BI ZEXT DE LI PÊŞ BIKEVE’
Omer Fîdan axaftina destpê kir û nêzîkatiya TUYAP’ê ya li dijî bernameya kurdî rexen kir.
Nivîskar Mehmet Yilmaz jî got Tirkiye di qeyranek mezin de derbas dibe û nikare vê qeyranê birêve bibe.
Nivîskar Omer Dilsoz jî destnîşan kir ku di navbera nivîskarên kurd de rêxistinbûyîn gellek kêm e û tevî ewqas derfet hene jî lê encamek nebaş derdikeve holê. Dilsoz anî ziman ku giraniya salên berê ya kurdî nîne û kurdî di dema herî astengî û zextên dijwar li serê hene derbas dibe û kurdî ne di salên rahavet de di salên bi zext de dikare li pêş bikeve.
‘BÊRÊXISTINBÛYÎN RÊ LI BER QELSIYÊ VEDIKE’
Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk jî da zanîn ku girtina saziyên perwerdehiya zimanê kurdî didan bandorek neyînî li ser zimanê kurdî dike û PEN’a Kurd jî bi derfetên kêm re têkoşîne dike. Ozçelîk diyar kir ku divê wêje û huner di şertên demokratîk û azad de derbas bibin û got: “Di wêjeya kurdî de bêrêxistinbûyîn rê li ber gellek qelsiyan vedike.”
‘VÎNA KOLEKTÎF LAZIM E’
Remziye Arslan jî bal kişand wêjeya kurdî û got: “Di wêjeya kurdî de vîna kolektif û hişek hevbeş lazim e. Pêdivî jî bi xebatek kolektif heye.”
‘RÊXISTINBÛYÎN GIRÎNG E’
Nivîskar Îrfan Babaoglu jî wêje û xebatên zimanê kurdî di serdemek awarte de derbas dibe û got: “Ji bo me tişta her pêwîst û girîng rêxistinbûyîn e. Lê li gel hemû neyîniyan jî li çar parçeyên Kurdistanê wêjeya kurdî li pêş dikeve. Naveroka wêjeya kurdî ji civakê cuda nayê girtin. Pêşxistina wêjeya kurdî berpirsyariyek wîjdanî ye.”
‘HÊJ EM LI HEV KOM NEBÛNE’
Herî dawî nivîskar Reşo Ronahî axivî û got: “Em dev ji zextên desthilatdariyê yên li ser wêjeya kurdî deynin aliyekî. Nivîskarên kurd di li ku û di kîjan aliyî de winda dikin, divê em wê bifikirin. Piştî komeleya nivîskaran hat girtin û saziyên din hatin girtin, nivîskarên kurd li hev kom nebûne. Her wiha me hêj saziyek venekiriye.”