Hejmara 26'an a Kovara Zendê derket

img
STENBOL – Hejmara 26'an a Kovara Zend ku li ser ziman, wêje, dîrok, çand û folklora kurdî xebatên xwe dike derket. Hejmara Zend bi naverokak têr û tije li ber destê xwîneran e. 
 
Hejmara 26'an a Kovara Zend a weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Kovar bi naverokek têr û tije gihîşt ber destê xwîneran.  Di vê hejmarê de gelek gotarên der barê ziman, wêje, dîrok û folklora kurdî de cih digirin. Xebatkarên kovarê ji xwîneran xwest kovarê bixwînin û jê nemînin û gotin “Lêkolîn bi kurdî xweş e!” 
 
Nivîsa Edîtor a vê hejmara Zendê wiha ye: 
 
“EDÎTOR
 
Ev dem û hemû demên xwe xweş û şad bin gelî xwînerên hêja!
 
Em bi hejmareke nû li pêşberî we ne. Rewşa Tirkiyeyê wisa lê hatiye ku em dibêjin, “Sal bi sal xwezî bi par!” Me hêvî dikir ku piştî demekê li Tirkiyeyê rewşa awarte bi dawî were û saziyên çandî yên kurdan karibin di mercên asayî de kar û xebatên xwe bikin, xebat geş bibin û di warê pêşvebirina zimanê kurdî de gavên berbiçav werin avêtin. 
 
Lê mixabin ev rewşa awarte êdî mayende bû, bi ser de jî qeyrana aborî hat. Vê yekê bandora xwe li her tiştî kir, bihayê her tiştî duqat û çapkirina berhemên nivîskî ji ber bihayê kaxizan dijwartir bû. Di vê rewşê de ji ber tengasiya peydakirina kaxizan gelek kovar û rojname bi tenê wekî dîjîtal têne çapkirin û li ser înternetê têne belavkirin. Me jî di van mercan de ev hejmara Zendê bi derengî be jî gihand ber destên hezjêkerên zimanê kurdî û lêkolînerên kurd. 
 
Di vê hejmara Zendê de dîsa gotarên der barê ziman, wêje, dîrok û folklora kurdî de cih digirin. Ev hejmar bi gotara Yehya Elewîferd dest pê dike ya bi navê ‘Weznên Hêjayî di Helbesta Kurdî’ de dest pê dike. Mamoste Elewîferd di vê gotara xwe de balê dikêşe ser wezna hêjayî ya helbestên kurdî, nemaze jî helbestên zarokan. 
 
Piştî wê nivîsê, gotara Umîd Demirhan a der barê ‘Devoka Feylî ya Zaravayê Kelhûrî’ tê. Demîrhan di vê gotarê de pêşî der barê cih û warê kurdên feylî de agahiyan dide û pişte jî rêzimana devoka feylî bi mînakan pêşkêş dike û li ber wan jî kurmanciya wan dinivîse. Li pey vê nivîsê jî gotara Samî Tan a bi navê ‘Raborîya Xebatên li ser Kurdî’ tê. Di vê gotarê de xebatên ku der barê zimanê kurdî de hatine kirin, yek bi yek têne nasandin. Yek ji nivîskarên Zendê yê domdar zimanzan Zana Farqînî ye. Di vê hejmarê de jî Farqînî mijareke der barê rêzimana kurdî de hildaye dest û ew lêkerên dariştî û gireyên lêkersaz rave û şîrove dike.
 
Li gel van nivîsên der barê ziman û zaravayên kurdî de, hinek gotarên der barê dîrok û çanda kurdî de jî di vê hejmarê de balê dikêşin. Gotara Eyyup Subaşi ya bi navê ‘Heft-Xwana Rûsemê Zal li gorî Teorîya Monomîtê’ yek ji van nivîsan e. Her wiha gotara Mehmet Gultekîn a bi navê ‘Bandora Şerefnameyê li ser Mem û Zîna Xanî’ jî mînakeke din a der barê wêje û dîroka kurdî ye. 
 
Di vê hejmarê de xebateke balkêş jî hevpeyvîna Umîd Demîrhan a li gel zimanê amerîkî Micheal Chyetî ye. Chyet di vê hevpeyvînê de qala xebata xwe ya li ser ferhenga kurdî-îngilîzî dike û bi bîr û boçûnên xwe yên der barê zimanê kurdî û xebatên ferhengnasiyê de rê nîşanî nifşên nû dide.
 
Ji bilî van nivîsan, gotara bi navê ‘Durehiya Veşartî: Kurdîbûna Muzîka Tirkî ya Gelêrî’ ku ji îngilîzî hatiye wergerandin û xebata Eyyub Subaşi ya der barê avaniya tebatî ya di çar zaravayên kurdî de şayanî dabaşkirinê ne. Her wiha Şemoyê Memê di vê hejmarê de jî lêkolînên xwe yên li ser dab û nerîtên kurdî didomîne. Di vê hejmarê de ew îcar balê dikêşe ser cih û girîngiya navê di zargotina kurdî de.
Bi hêvî û daxwaza ku kend û kospên li ber zimanê kurdî rabin, bazara zimanê kurdî geş bibe û em xatirê xwe ji we dixwazin. Heta hejmareke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.”