AMED – Weşanên Wardozê bi navê “Seta Folklora Kovaran” hemû nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nûyê tesnîf û çap kirin. Set jî sê pirtûkan pêk tê. Edîtor û xwediyê Weşanxaneyê Wardozê Bahoz Baran da zanîn ku nivîsên folklorîk ên Hawar, Ronahî û Roja Nûyê rêya wan ronî dikin û bi tesnîfkirinê şewqek li folklora roja îroyîn zêde kirine.
Weşanxaneya Wardozê ku li Amedê xebatên çapkirina pirtûkan bi rê ve dibe, ji bo wêjeya kurdî mohra xwe li bin xebatek din xist. Weşanxaneya Wardozê ku tenê xebatên der barê folklora kurdan de çap dike, setek nû ya ji sê pirtûkan pêk tê weşand. Di van her sê pirtûkan de hemû nivîsên têkildarî folklora kurdan ên di kovara Hawar, Ronahî û Roja Nûyê de hatine tesnîfkirin. Folklora Hawarê ji aliyê Mehpûs Serhedî, folklora Ronahiyê ji aliyê Mem Mukriyanî û folklora Roja Nûyê jî ji aliyê Rênas Xendekî ve hatine tesnîfkirin.
KOVARA HAWARÊ
Di pirtûka “Kovara Hawarê” de hemû nivîsên folklorik ên mîna “çîrok, fabl, xebroşk, destan, efsane, kilam, stran, lorî, lavij, gotinên pêşiyan û tiştanok û hin nivîsên li ser eşîr û erdnîgariyê hatine tesnîfkirin.
KOVARA RONAHÎ
Di pirtûka “Kovara Ronahiyê” de hemû nivîsên wek “çîrok, fabl, xebroşk, destan, pêkenî û nivîsên li ser eşîr, bawerî, nêçîr û salnameya kurmancî hatine tesnîfkirin.
KOVARA ROJA NÛ
Di pirtûka “Kovara Roja Nûyê” de jî hemû nivîsên folklorîn ên mîna “Çîrok, fabl, kilam, stran, payîzok, lorî, destan, dûrik, qewl, hin gotinên pêşiyan û mamik hatine tesnîfkirin.
Her wiha di dawiya hersê pirtûkan de jî ji bo têgihiştina deqên folklorîk ferhenga folklorê jî li dawiya wan hatiye zêdekirin.
Edîtor û xwediyê Weşanên Wardozê Bahoz Baran der barê xebata hersê pirtûkan de ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘WARDOZ JI BO FOLKLOR NEFETISE DIXEBITE’
Baran da zanîn ku dema ew dibêjin Weşanxaneya Wardozê ewil folklor tê bîra mirovan û got: “Folklor tiştekî zindî ye. Folklora di roja me îro de û folklora zemanê berê hatiye qeydkirin û hatiye nivîsîn jî heye. Em tiştên di roja me de hene berhev dikin. Xwe digihînin berhemên xwe yên dîrokî yên folklorîk. Çimkî ew nivîsên folklorîk di nava tekstan de fetisîne. Lazim e ji bo mirov tiştekî ji wan tekstan fêm bike bên derxistin û xwendin.”
‘XEBATÊN WAN RÊYA ME RONÎ DIKIN’
Baran destnîşan kir ku Celadet Elî Bedîrxan, Kamûran Elî Bedîrxan yanî malbata Bedîrxaniyan gelek qîmet daye ziman û wêjeyê û got: “Me di nava xebatên wan de ronahiya folklorê jî dît. Gelek xebatên folklorê di nava xebatên wan de hene û her yek li cihekî belav bûye. Me xwest wan nivîsên folklorîk bînin ber hev û tesfîr bikin. Em fam bikin ka di Kovara Hawarê, Ronahiyê û Roja Nûyê de li ser navê folklorê çi hatiye kirin. Me bi vê minasebetê berê xwe da hersê xebatan. Ji çîrokan bigire heta xebroşk, destan, kilam, ayîn, gotinên pêşiyan û gelek nivîsên cûr bi cûr ên folklorîk hatine bicihkirin. Hersê hevalên me li ser vê xebatê sekinîn û yek bi yek nivîs tesnîfkirin.”
‘HAWAR, RONAHÎ Û ROJA NÛ, ŞEWQ DIDIN FOLKLORÊ’
Baran behsa hersê xebatên tesnîf kirine kir û wiha domand: “Derdê me jî yek jê ew e, em dixwazin nivîsên folklorîk ên wê çaxê bi rastnivîsa roja me bi rehetî bên xwendin. Yanî bila însan tê de asê nemînin û bikaribin bixwînin da ku tiştekî jê fêm bikin. Rastnivîsa hersê pirtûkan me li gorî roja me çêkir. Lê me guhertinek di peyvê wan de çênekir. Xebatên folklorîk çawa hatibe gotin, divê wisa bê nivîsîn. Mirov nikare dest bidê û ew qaydê ewil a folklorê ye. Mebesta me ew bû ku însan bizanibin xebatek di wan kovaran de hatiye kirin. Lê ne li ber çavan e. Me niha ronahiyek û şewqek da ser folklora Hawar, Ronahî û Roja Nûyê.”
‘NE KOPÎ, ME YEK BI YEK NIVÎSAND’
Baran diyar kir ku wan navê “Seta Folklora Kovaran” li xebata xwe kiriye û got: “Em dikarin bêjin salek bû em li ser vê projeya hanê dixebitîn. Me nexwest em wan kovaran kopî bikin. Me yek bi yek nivîsand. Hevalên me wextek zêde dan nivîsandinê. Beriya niha jî Kovara Hawar û Ronahiyê hatibû çapkirin, lê heta niha tu kesî Roja Nûyê çap nekiriye. Roja Nûyê wek kovarek winda jî xûya dikir. Me di dawiya her pirtûkê de ji bo fêmkirina peyvên folklorîk jî beşa ferhengê nivîsandiye.”
MA / Bîlal Guldem