AMED - Malpera Diyarnameyê li ser pirtûkên kurdî yên îsal hatine weşandin bi lîsteyek berfireh nûçe amade kir. Li gorî nûçeyê ji weşanxeneyên kurdî yên li Tirkiyeyê îsal 230 pirtûk hatine weşandin. Weşanxaneya herî zêde J&J pirtûk çap kirine Pirtûkên helbestan li pêş in. Di warê folklora kurdî de jî îsal gelek pirtûk hatine çapkirin.
Malpera nûçe, çand û hunerê Diyarname.com'ê ev bû 12 sal e lîsteya pirtûkên salane yên bi kurdî tên weşandin amade dike û îsal jî berpirsê malperê Cemîl Oguz panaroma pirtûkên kurdî derketin amade kir. Ev kevneşopiyek malpera DiyarNameyê ye. Di sala 2018'an de 230 pirtûkên kurdî hatin çapkirin. Hejmara pirtûkên kurdî yên di sala 2017'an de 171 bû, 2016'an de 190 bû. DiyarName diyar kir ku di lîsteya wan de mimkûne ji sedî 5 (herî zêde belkî ji sedî 10) kêmasî hebe ku her sal ew vê tînin ziman.
HERÎ ZÊDE J&J PIRTÛK ÇAP KIRIN E
Îsal 22 weşanxane ketine nava lîsteya pirtûk weşandinê û di nav beşa weşanxaneyên ku herî zêde pirtûk çap kirine de Weşanên J&J derketiye pêş. J&J piranî folklor bi tam temamî bi 66 pirtûkan cih girtiye ku dema li rêjeyê bixin ev dike nezî ji sedî 40'ê lîsteyê. Ji weşanxaneyan Wardozê tenê pirtûkên li ser folklora kurdî çap kirine ku wekî tiştek cuda ev yek derketiye holê.
JI WEŞANXENEYÊN KIRMANCKÎ
Du weşanxaneyên kurd hene ku piranî li ser kirmanckî (zazakî) weşanê dikin ku yek ji wan Roşna ye li Amedê ye, ya din Vate ye li Stenbolê ye. Her duyan jî îsal pirtûk çap kirine ku Roşna bi 9 pirtûkan, Vate jî bi 4 pirtûkan di lîsteyê de cih girtiye. Ji bilî van weşanxaneyên din yek bi yek kirmanckî çap kirine. Hejmara pirtûkên kirmanckî di vê lîsteya îsal de nêzî ji sedî 10'î ye.
HELBEST LI PÊŞ IN
Ji cureyên pirtûkan îsal wekî salên berê dîsa helbest li pêş in. Bi 67 pirtûkên (dîwan jî di nava vê beşê de ne.) Paşê roman bi 40 pirtûkan, çîrok jî bi 25 pirtûkan tê. Di beşa folklorê de jî 37 pirtûk hatine çapkirin. Her wiha lêkolîn (dîrok) beşek baş girtiye ji salên din cudatir 26 heb derketine.
NIVÎSKARÊN ZÊDE PIRTÛK WEŞANDINE
Di warê nivîskarên herî zêde pirtûk weşandine de tiştek balkêş derketiye holê. Hîlmî Akyol ku ev 30 sal zêdetir in hin lêkolîn kiribûn îsal hema bêje beşek mezin a lêkolînên wî hatine weşandin. Akyol yek jê helbest, 18 folklor bi giştî 19 pirtûk çap kiriye û hema bêje ev dike nêzî ji sedî 10'ê hemû pirtûkên îsal.
Dû re Kamran Sima Hedilî tê ku wî jî yek jê roman 6 helbest bi 7 pirtûkan cih girtiye. Paşê bi rêzê Celîlê Celîl bi 5 pirtûkan, Ahmed Huseyîn bi 4 pirtûkan, Dilawer Zeraq, Xaylaza Reşîd, Fettah Tîmar, Firat Cewerî û Mizgîn Ronak her yek bi 3 pirtûkan ketine nava lîsteyê.
OGUZ: KURD DEST JI ZIMAN Û ÇANDA XWE BERNADIN
Cemîl Oguz ji ajansa me re der barê vê amadekirina lîsteya pirtûkan de axivî û wiha got:
“Nizanim çima lê ji salên din cudatir pirtûkên li ser folklorê gelek balê dikişînin. Ji bo zimanekî wekî me berhevkarî karek muhîm e ji bo folklor winda nebe. Di salên borî de jî hin xebatên berhevkarî hebûn lê îsal zêde zêde ne. 37 pirtûkên li ser folklorê hene. Xala din lêkolîn xwe nîşan dide ku diyar e ev ziman êdî dibe zimanê lêkolînê jî. Ji salên din cudatir îsal weşanxaneyan leztir bersiva min dan, bûn alîkar ji bo amadekirê lê dîsa jî tam ne bi dilê min bû. Her kes dizane ev 12 sal in ez çêdikim, divê ew bipirsin ka em çawa bikin, lê mixabin hê ew fikir hê çênebû.”
Oguz anî ziman ku hejmara pirtûkên îsal tevî hemû neyîniyan hejmarek baş e û got: "Vê nîşan dide ku Kurd li gel her tiştî dest ji ziman û çanda xwe bernadin. Mirov dikare bibêje ev hejmar dikare ji bo kurdan bibe moralek mezin jî."
Lîsteya pirtûkên ji weşanxaneyên kurdî di sala 2018'an de derketine wiha ne:
AR:
1- Serwerê Med Astiyago / Fêrgîn Melîk Aykoç / Roman
2- Rawestgehên Bendemanê / Cano Şakir / Helbest
3- Çîrokên Serhedê-1 / Berhevkar Fettah Tîmar / Folklor
4- Çîrokên Serhedê-2 / Berhevkar Fettah Tîmar / Folklor
5- Mesele û Metelokên Kurdî / Berhevkar Fettah Tîmar / Folklor
6- Pêkenokên Melayê Meşhûr / Folklor
ARAM:
1- Lênûska Leyla / Menaf Osman / Roman
2- Seher / Selahattin Demirtaş / Wergera ji bo kurdî Rêdûr Dîjle /Çîrok
ARYEN:
1- Sînor / Menaf Osman / Roman
2- Şengal, Vejîna Çilmêran / Azad Ararat / Serpêhatî-Roman
3- Ava Tî / Ahmedê Bilokî / Helbest
4- Malzaroka Jîndar / Necmettin Tural / Helbest
5- Hespê Şeytên / Kadîr Stêra / Çîrok
6- Mîrzayê Biçûk / Antoine de Saint-Exupéry / Werger Salahaden Bayazediyî / Çîrok
7- Kaniya Xezalan / A.Selam Baran / Çîrok
8- Zirgewre / A.Hekîm Kozluk / Fabl-Çîrok
9- Zerdeşt Pêxember / Ezîzê Cewo / Lêkolîn
10- Tarîkoj / Hecî Nehsan / Felsefe-Aforîzma
AVA:
1- Eliyê Etmanekî û Filîtê Quto / Yakup Meşe / Roman
2- Gotinên Nîvcomayî / Îhsan Bîrgul / Helbest
3- Nîgarên Hebûna Xewnerojkan / Mahîr Got / Helbest
4- Bêjing / Diljen / Helbest
AVESTA:
1- Şopajo / Sedat Yurttaş / Roman
2- Barabbas / Par Lagerkvist / Wergera ji swêdî Firat Cewerî / Roman
3- Danê Baranê / Fatma Savci / Helbest
4- Le xakê Xorasan / Ceferqulî Zengelî / Amadekar Mehdî Jafarzadeh - Mehmed Salîh Bedirxan / Dîwan-Helbest
5- Ne şev têra xewnên min dike Ne roj têra xemên min dike / Muayed Teyib / Helbest
6- Welatê tune / Edith Sodergran / Wergera ji swêdî Firat Cewerî / Helbest
7- Çiya / Tosinê Reşîd / Çîrok
8- Belkî îşev binive / Murat Bayram / Çîrok
9- Rû û kûr / Ali Duran Topuz / Çîrok
10- Antolojiya çîroken kurmancî 3 cîld / Berhevkar Firat Cewerî / Çîrok
11- Dûpişk / Burhan Tek / Çîrok
12- Folklor û nasnameya kurdî ya neteweyî (1898-1946)- Ramazan Pertev - Lekolîn
13-Şîfa Gerdî rojanamevaneke wêrek / Amadekar Tora Medyayî a Rûdawê / Ji soranî Besam Mistefa / Portre
14- Lîstikên tomerî - Mîrza Metîn - Şano
15- Roja Nû û Edebiyata Kurdî a Gelêrî - 1 / Amadekar Necat Keskin / Çîrok û Serpêhatî
16- Stranvan - klam û stran - Berhevkar Celadet Bedirxan
17- Li Çiyayê Kurdistanê / Helmuth von Moltke / Wergera ji almanî Fatîh Aydin
/ Name
18- Kurd di tarîxa Teberî de / Ebu Cafer Mihemed Ibn Cerîrê Teberî / Amadekar û wergera ji erebî Emîn Narozî / Dîrok
19- Kurdên Yarsan Dîrok û Mîtolojî / Shahab Vali / Wergera ji fransî Sevda Orak Reşîgoglu / Dîrok
20- Kurd di tarîxa Miskeweyhi de / Ebu Elî Ehmed Ibn Yaqûbê Miskeweyhi / Amadekar û wergera ji erebî Emîn Narozî / Dîrok
21- El - Kamil fî t-tarîx 2 cild - Ibn el Esîr - Amadekar û wergera ji erebî Emîn Narozî – Dîrok
BELKÎ:
1- Stranên Sor Niviştên Mor / Rênas Jiyan / Roman
2- Elîfbêtk/ Yeqîn H. /Helbest
BERBANG:
1- Ferhenga Gotinên Pêşyinan / M. Çiya Mazî / Ferheng
DARA:
1- Leqat / Receb Dildar/ Roman
2- Bîr / Nûdem Hezex / Roman
3- Pîrewergêr / Jan Dost / Roman
4- Havîna Li Serfêza Behrê / Rizgar Elegez / Helbest
5- Sê Deng / Selîm Temo / Helbest
6- Keştiya Bayê / Selîm Temo / Helbest
7- Şerha Dîwana Melayê Cizîrî / Mela Ebduselamê Cizîrî / Helbest
8- Xewdizê / Soran Amed / Helbest
9- Guleyşa / Rehmî Kurdziman / Çîrok
10- Kawayê Hesinkar / Şêrko Bêkes / Şano
11- Xanî û Cizirî - Du Stûnên Wêjeya Kurdî / Jan Dost / Lêkolîn
12- Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923) / Seid Veroj / Lêkolîn
13- FERHENG / Seid Veroj / Ziman
J&J:
1- Baran / Salih MARUFOGLU / Roman
2- Bayê Cîlo / Mehmet AKDOGAN / Roman
3- Boxçika Dilan / Mîhdî PERÎNÇEK / Roman
4- Gurzo / Agit YAZAR / Roman
5- Hebûnê Amedê / Ahmet BAL / Roman
6- Jiyanên Nîvçemayi / Ahmet TEMÎZ / Roman
7- Kevirên Şewitî / Veysî ULGEN / Roman
8- Kobanê / Ali Oruç / Roman
9- Mala Baz / Cîhan ROJ / Roman
10- Pêjna Baranê / Kamran Simo HEDILÎ / Roman
11- Şengal - Birîna Nêmgirtî / Luqman SILÊMAN / Roman
12- Qurbaniyên Gunehkariyê| Heysem HISÊN / Xalid Cemîl MIHEMED / Roman
13- 77 Pêlên Ji Bêhna Leylana Şevê / Cano ŞAKIR / Helbest
14- Av û Berf / Cîhan ROJ / Helbest
15- Benga Bilbil / DILBIRÎN / Helbest
16- Çîroka Min û Te / Reyhan ÎKE / Helbest
17- Çira / Herdem TATLISOY KIRTAY / Helbest
18- Çîroka Emrê Min / Nezahat DOGAN / Helbest
19- Demsalên Şikestî / Nezahat DOGAN / Helbest
20- Dîwana Hafiz / HAFIZÊ ŞÎRAZÎ / Werger: Muhammed ÎNAL / Helbest
21- Gerîneka Hestan / Merwan SERHILDAN / Helbest
22- Hêvî / Azad ZAL / Helbest
23- Jan û Jiyan / Bedirxan EPOZDEMÎR / Helbest
24- Ji Enfalê Şevên Bê Sibeh / Kamran Simo HEDILÎ / Helbest
25- Dilopên Lal / Kamran Simo HEDILÎ / Helbest
26- Berbanga Êvarê / Kamran Simo HEDILÎ / Helbest
27- Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne / Kamran Simo HEDILÎ / Helbest
28- Lorîna Pênûsê / Kamran Simo HEDILÎ / Helbest
29- Min Deng Kuştin / Kamran Simo HEDILÎ / Helbest
30- Min Xêr Nedî / Pîrhat AMED / Helbest
31- Sîng Bêndera Agir e / Reşo DARÎ / Helbest
32- Xatirxwestin / Xebat YILDIRIM / Helbest
33- Zarokên Rûqemer / Sadrettin YÎGÎT / Helbest
34- Roja Nû / Hîlmî AKYOL / Helbest
35- Agiro Xweş Agiro / Hîlmî AKYOL / Zargotin
36- Bîranînên Masîvaniyan / Hîlmî AKYOL / Zargotin
37- Çîrok û Stranên Meyrê / Hîlmî AKYOL / Zargotin
38- Şîretên Zarokan / Hîlmî AKYOL / Zargotin
38- Nirnê Şêrwanê / Hîlmî AKYOL / Zargotin
39- Ziyareta Hemzeliyê / Hîlmî AKYOL / Zargotin
40- Çend Guhertoyên Çîroka Mem û Zînê / Hîlmî AKYOL / Zargotin
41- Çîrokên Mala Zalê -II- / Hîlmî AKYOL / Zargotin
42- Dengbêj û Çîrokên Amedê - 13 / Hîlmî AKYOL / Zargotin
43- Dengbêj û Çîrokên Amedê - 14 / Hîlmî AKYOL / Zargotin
44- Dengbêj û Çîrokên Amedê - 15 / Hîlmî AKYOL / Zargotin
45- Dengbêj û Çîrokên Amedê - 16 / Hîlmî AKYOL / Zargotin
46- Dengbêj û Çîrokên Amedê - 17 / Hîlmî AKYOL / Zargotin
47- Dengbêj û Çîrokên Amedê - 18 / Hîlmî AKYOL / Zargotin
48- Dengbêj û Çîrokên Amedê - 19 / Hîlmî AKYOL / Zargotin
49- Hiseynê Kurdî / Hîlmî AKYOL / Zargotin
50- Ji Devê Jinan Stranên Dawetê / Hîlmî AKYOL / Zargotin
51- Ji Devên Mêran Stranên Dawetê / Hîlmî AKYOL / Zargotin
52- Gotinên Pêşiyan û Nifirên Kurdan / Occo Mahabad / Zargotin
52- Çîrokên Biwêjan - Cild - I / Mustafa BORAK / Zargotin
54- Çîrokên û Meselokên Kurdî / Methi AYDIN / Zargotin
55- Belgeyên Danişîna Veşarî & Planên Wêrankirina Kurdistarê / Şemdîn Culemêrgî / Lêkolîn
56- Dawiya Dewleta Navendkirî / Hisên OMER / Lêkolîn / 2018
57- Dîroka Rojnamegeriya Kurdî (1898-1998) / Mîrhem YÎGÎT / Lêkolîn
58- Helbest çi ye/ Kamran Simo HEDILÎ / Lêkolîn
59- Îmaj - Di Edebiyata Kurdî ya Modern de / Roger ACUN / Lêkolîn
60- Peyman / Musa KAVAL / Lêkolîn
61- Xuyên Zardoriyê | EBDILREHMAN EL-KEWAKIBÎ / Werger: Fedwa DERWÎŞ / Lêkolîn
62- Navdarên Kurdan / Kerem SERHATLI / Biyografî
63- Di Goristana Tarî De Stêrkên Azadiyê / Xecê Şen / Hevpeyvîn
64- Ronahî - HEMÛ HEJMAR / Pelgîdank | Arşîv
65- Yekemîn Rojnameya bi Kurdî | KURDISTAN / Pelgîdank |Arşîv
66- Sofî Çîleka Muzîsyen / Geoffroy De PENNART / Werger: Zanyar DÊRÎN / Zarok
LÎS:
1- Gêjevang / Omer Dilsoz / Roman
2- Bêhna Dara Sincê / Dilawer Zeraq / Roman
3- Bêsîber / Hasan Alî Toptaş / Werger: Dilawer Zeraq / Roman
4- Şevek Şîzofrenîk / Îrfan Amîda / Roman
5- Kallocain / Karin Boye / Werger Salih Agir Qoserî / Roman
6- Zilamê Mirî / D.H.Lawrence / Werger Salih Agir Qoserî / Roman
7- Zeynel Beg / Îhsan Colemêrgî / Roman
8- Hêlîna Xeyalan / Xaylaza Reşîd / Helbest
9- Kanîya Dilê Min / Xaylaza Reşîd / Helbest
10- Xêliya Spî / Xaylaza Reşîd / Helbest
11- Xana Xemê / Berken Bereh / Helbest
12- Çend Danên Hişyar / Ergîn Sertem / Helbest
13- Handa / Sîdar Jîr / Çîrok
14- Heşterxan / Mem Zimistanî / Çîrok
15- Çîrokên Bapîrê Min / Husniye Aydin / Çîrokên Gelêrî
16- Bêjara Neteweparêz di Kovara Hawarê de / Dilawer Zeraq / Lêkolîn
17- Rizgarkirina Hiş Ji Mêtîngeriyê / Ngugi wa Thiong'o / Werger Fexriye Adsay / Lêkolîn
MORÎ:
1- Hebhinarê / Berhevkar: Onder Kilin / Çavkanî: Newroz ALÛŞ
2- Bendar & Kehaneta Sêmenda / Hekim ATAY
3- Masîreşê Biçûk / Semed Bêhrengî / Wergera ji Farisî: Mehdî JAFARZADEH
4- Kilîle û Dimne / Beydeba/ Wergera ji Farisî: Sadiq REŞWAN
NA:
1 – Bêhnekê bidin miriyan / Mamo Kader / Roman
2- Êşa Genim / Ramazan Kavak / Helbest
3- Sê Koçrewan / Zerdeşt Cemal / Helbest
4- Bi Dizîka Were / Occo Mahabad/ Helbest
5- Kum Soro – Alan Pîrê – Şanoname
6- Lêkolînek Li Ser Rêzimana Kurdî (Kurmancî) / Şêxmûs Aslan / Ziman
NAME:
1- Hêlîna Xewnan / A. Azîz Aksu / Roman
2- Dilîstan / Azad Penaber / Helbest
3- Tûrikê Dil / Firat Keklîk / Helbest
4- Hêviyên Winda / Welatê Xerîb / Helbest
5- Biskê Delalê / Jan Welat / Helbest
6- Perîdot / Zenda Ezer / Helbest
7- Aram / Oktay Altun / Helbest
NAS:
1- Bena Hol / Enwer Yilmaz / Hîkaye
NÛBIHAR:
1- Li Şedadiyê Du jinên Ermen / Seîd Temel / Roman
2- Hewara Merwaniyan Çiyayê Rûtik e / Seîd Temel / Roman
3- Kulîlka Evîna Bêdeng / Kevok Mizgîn / Helbest
4- Raro Raşt û Me'lûmatê Dînîye / Muhemmedê Şêx Ensarî / Amadekar: Bîlal Zîlan / Dîwan-Helbest
5- Dîwana Mela Ehmedê Zinarexî / Amadekar Taha Nas, Tahirhan Aydin, Abdurrahman Adak û Zulkuf Ergun / Dîwan-Helbest
6- Derdê Welat / Selahedînê Gimgimî / Dîwan-Helbest
7- Mîrektiya Bitlîsê / Sedat Ulugana / Dîrok-Lêkolîn
8- Kewê Rihat Şakiro / Ayhan Yildiz, Hanifi Taşkin / Biyografi-Lêkolîn
9- Reso - Antolojiya Dengbêjan / Amadekar: Omer Guneş, Îbrahîm Şahîn / Lêkolîn
10- Şakiro - Antolojiya Dengbêjan / Amadekar: Omer Guneş, Îbrahîm Şahîn / Lêkolîn
11- Bedîuzzeman û medresetuzzehra / Adil Yildirimçakar / Lêkolîn
12- Kewê Ribat Şakiro / Ayhan Yildiz, Hanifi Taşkin / Lêkolîn
13- Reso - Şahê Dengbêjan / Mahmut Begik / Lêkolîn
14- Girr û Gallî Mindallanî Kurd (Dîrokçeya Çapemenî û Medyaya Kurdî ya Zarokan) / Kenanê Nado / Lêkolîn
5- Tesrîfa Teremaxî (Yekemîn Gramera Kurdiya Kurmancî Sedsala 16-17) / Mela Eliyê Teremaxî / Metn û Analîz: Merdan Newayî / Lêkolîn
16- Dara Malbata Pêxemberan û Ehlê Beyta Nebî / Mela Suleymanê Torî / Lêkolîn
17- Jiyanek Dijwar / Suleyman Demîrkol / Çîrok
18- Fablên Kurdî - Bi Helbestkî Çîrokên Ajalan / Misbah Hicri / Folklor
19- Dewr û Gera Kurdistanê / Mela Ehmedê Palo / Amadekar: Mehmet Yildirimçakar / Gername
20- Çar Derya / Mela Muhemmedê Şoşikî / Dînî
21- Ferhenga Japonî-Kurdî-Îngilîzî/Amadekar: O. Aslanoglu, B. İslamoglu, Z.i Gurur, V. Çolak, E.Aslanoglu / Ziman
PERON KÎTAP:
1- Kilam û Beyit û Şûari (Êtiqat û Kulturî Ser Taê Qese û Meseleyi) / Kadir Dogan / Folklor
PEYWEND:
1- Wehş di Hundirê Min de / Helîm Yûsiv / Roman
2- Hefsar / Hesenê Metê / Roman
3- Xewna Mêrikên Îranî / Mardîn Îbrahîm / Ji soranî: Eyip Subaşi / Roman
4- Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de / Mardîn Îbrahîm / Ji soranî: Eyup Subaşi / Roman
5- Desteyek ji Deqên Felsefeyê / Amadekar: Îbrahîm Bor / Felsefe
6- Hêsirên XwÎnê: Berhevoka Serhatiyan / Ahmedê Hepo / Bîranîn
7- Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteweperweriya Kurdî / Kamal Soleimani / Wergera ji îgilizî: Fexriya Adsay / Lêkolîn-Nirxandin
8- Ziman û Netewesazî: Lêhûrbûnek li Ser Kovara Hawarê / Ronayî Onen / Wergera ji îngilîzî: Şehmuz Kurt / Lêkolîn/Nirxandin
ROŞNA
1- Ap Hus / Roşan Lezgîn / Hîkayeyî
2- Ez Gule ra Hes Kena / Roşan Lezgîn / Hîkayeyî
3- Mem û Zîne / Ehmedê Xanî / Kurmancî ra çarnayiş: Murad Canşad / Helbest
4- Destê Zemanî / Îdrîs Yazar / Helbest
5- Cimê Aşikan Ra Hewt Hîkayeyê Gelêrî / Arêkerdox: Îdrîs Yazar / Folklor
6- Sîmserkîs / Îrfan Sîmserkîsij / Folklor
7- Dara Hên / Hatip Erdoemuş / Folklor
8- Tayê Xususîyetê Fekê Şankuşî / M. Mamet Qetekonij /Ziwan
9- Ziwanê Şima Çi Weş o! / Nûrî Keleş / Xatirayî
SOR:
1- Vê Lehzê Vê Payîzê / Emerîkê Sidîqayê / Helbest
SÎTAV:
1- Nobedarê Gulên Kobanê / Mizgîn Ronak / Roman
2- Rojhat / Mizgîn Ronak / Roman
3- Xewnên Sêwî / Lewent Kina / Helbest
4- Stêrk / Servet Ozkan / Helbest
5- Ez û Ew / Memê Miksî / Helbest
6- Zayîna Bi Amûra Sertûj / Ahmed Huseyîn / Helbest
7- Axîna Dilistan / Ahmed Huseyîn / Helbest
8- Gorçiya ne Em / Mizgîn Ronak / Çîrok
9- Bîranînên Ji Agir / Cesîm Soylu / Çîrok
10- Canheval / Ahmed Huseyîn / Cerebe
11- Dilê Çar Dilî / Ahmed Huseyîn / Cerebe
12- Kêzxatûn / Nesrîn Temel/ Çîrok
13- Rêbera Axivtinê Ya Bi Sê Zimanî Kurdî (Soranî, Kurmancî), Tirkî, Farisî / Qahir Bateyî / Ziman - Rêzimana Farisî-Kurdî / Nezîr Ocek / Ziman
14- Hezar û Yek Peyv / Amadekar: Qendîl Şeyxbizinî / Ferheng
15- Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî (Îngîlîzî, Kurdî, Tirkî, Farisî) / Sabir Ebdulahîzad / Ziman
16- Exlaqê Tevgir / Çetîn Nerse / Felsefe-Lêkolîn
VATE:
1- Rengê Şewe / J. Îhsan Espar / Helbest
2- Dêrê Santa Raghild De / Hesenê Metê / Açarnayox J. Îhsan Espar / Çîrok
3- Estanikê Bongilanî / Arêkerdox Ayşe Kaya / Çîrok
4- Bîblîyografyaya Kirmanckî/ Mutlu Can / Vate / Lêkolîn
WARDOZ:
1- Zargotina Kurdên Sûrîyeyê / Celîlê Celîl / Folklor-Tesnîfkirî
2- Çima Devê Xeyîdî? / Celîlê Celîl / Folklor-Çîrok
3- Gotinên Pêşîyan / Ordîxanê Celîl - Celîlê Celîl / Folklor-Gotinên Pêşîyan
4- Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan / Celîlê Celîl - Gulê Şadkam / Folklor-Sêxiştî
5- Dendo / Nîhat Oner / Folklor-Xebroşk
6- Rêzimana Kurmancî / Bahoz Baran / Ziman-Rêziman
7- Folklora Hawarê / Mehpûs Serhedî / Folklor-Tesnîfkirî
8- Folklora Ronahîyê / Mem Mukrîyanî / Folklor-Tesnîfkirî
9- Folklora Roja Nû / Rênas Xendekî / Folklor-Tesnîfkirî
10- Destanên Kurdî / Ordîxanê Celîl - Celîlê Celîl / Folklor-Destan
Li gorî Diyarnameyê çend têbinî:
* "Me pirtûkên ku li Bakur û li Tirkiyeyê tenê bi tîpên latînî çapbûne girtine nav vê lîsteyê.
* Pirtûkên ku çapa wan a duyemîn hatibe weşandin me nexistin nav vê lîsteyê.
* Hin weşanxaneyan bersiv neşandin. Ji ber vê û ji ber notên li ber dest mimkûn e me hin ji bîr kiribin; ger ji ber van yekan di lîsteyê de kêmasî hebin û weşanxane me agahdar bikin, emê navên pirtûkên wan li lîsteyê zêde bikin.
* Me navên weşanxaneyan li gor rêza alfabeyê rêzkirine"