Serê salê li Amedê hat pîrozkirin

img

AMED – Koma Xwendinê û Helbestê yên Amedê ji bo sersalê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de behsa kevnşeopiya sersalê hat kirin. Lîstikên kurdî hatin pêşandan, govend hat gerandin û helbest hatin xwendin. 

Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê bi minasebeta sersala ku kurd li gorî salnameya Rumî ya di 13’ê çile de dest pê dike şahiyek li dar xistin. Şahî li Şaxa Jimara 2’yemîn a Sendîkaya Egîtîm Senê ya Amedê pêk hat. Gelek nivîskar, helbestvan û welatî bi tevlî zarokên xwe ve beşdarî şahiyê bûn. 
 
Balkêş bû ku welatiyên beşdarî şahiyê bûn li gorî kevneşopiya sersalê çerez, fêkî û şîraniyên li malê çêkiribûn li ser maseyan rêz kirin. 
 
Şahiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Ji bo danasîna sersalê Berpirsa Koma Xwendinê Sevgul Şaşmaz û ji berpirsên Koma Helbestê ya Amedê Saît Arzu axaftin kirin. 
 
‘DIVÊ EM KEVNEŞOPIYA XWE JI BÎR NEKIN’ 
 
Şaşmaz diyar kir ku ew wek kevneşopiya dayik û bavê xwe û bapîr û dapîrên xwe şahiya sersalê li dar dixin û got: “Em dizanin ku ev kevneşopî hêj li hin malên welêt dewam dike. Ev roj di 13’ê mehê de wek sersala kurdan tê pîrozkirin. Dema qala vê rojê tê kirin pir tiştên kevnare jî tê bîra mirov. Ji xwarinan bigire heta cil û bergan tê bîra mirov. Îro me jî xwest em wê kêf û xweşiya kevnare bi hev re derbas bikin. Em bi siûd bûn qala vê kevneşopiyê ji me re hat kirin û me bi çavê xwe dît. Me xwest bi şahiyê nifşên li pişt me jî bên bila vê kevenşopiyê ji bîr nekin.” 
 
Saît Arzu jî di axaftina xwe de bal kişand ser dîrokçeya sersalê û behsa naverokê vê kevneşopiyê kir. 
 
‘SERÊ SALÊ BINÊ SALÊ XWEDÊ AZADÎ BÎNE KURDISTANÊ’ 
 
Piştî axaftinan sofiyê (kose) sersalê ku tûrê wî li milê wî bû û bi kevçî li teyfikê (tepsikê) dida hat salona şahiyê û got; “Serê salê binê salê xwedê azadiyê bîne Kurdistanê” dema wiha got dengê çepikan bilind bû. Li gorî adeta kevneşopiyê çerez û xwarinên li ser maseyê xistin tûrê sofî. 
 
SKÊÇEK KURDEWAR PÊŞANDAN 
 
Pişt re skêça bi navê “Kevneşopiya Sersalê” ya ku bi mijara “Divê kurd çawa bijîn û girîngiya ziman” a ji aliyê Huseyîn Çaliçci ve hatibû amadekirin, hat pêşandan. Di skêçê de ji bo girîngiya ziman stranên kurdî jî hatin gotin. Di kêliya pêşandana skêçê de welatî têra dilê xwe bi lîstikvanan keniyan. 
 
Çerez, şîranî û fêkiyên anîbûn şahiyê îkramî welatiyan hat kirin. Bi dû xwarinê re peşka ji tiştanok, zûgotinok, gotinên pêşiyan û biwêjan pêk dihat li welatiyan belav kirin û xwendin. Welatiyên bersiva rast dan tiştanokan, bi pirtûkên kurdî hatin xelatkirin. 
 
Di şahiyê de stran hatin gotin erbaneyê lêdan û govend gerandin. Şahî bi xwendina helbestan bi dawî bû.