'Bi koçberiya nemislimanan re hunerê jî koç kir’

img

MELETÎ – Erdogan Alturkê ku tamîrkirina gramofonan ji cîranên xwe yê ermen hîn bû û di heman demê de wênesaz e, anî ziman ku dema ne misliman koç kirin, huner jî bi wan re koç kir. 

Li Taxa Kernek a Meletiyê, hosteyê saet û gramofonan Erdogan Alturkê 83 salî, tevî tamîrtiya sarincan, radyo û saetan, pêlavan jî tamîr dike û her wiha terzîtiyê jî dike. Alturk, got ku ew ji hosteyên ermenî hînî gelek pîşeyan bûye. 
 
Alturk, diyar kir ku piştî wî dibistana hunerê ya Meletiyê kuta kiriye, li Almanyayê perwerdehiya xwe domandiye. Alturk ku vê dikana xwe ya ku nêzî 6 hezar berhemên dîrokî tê de hene wek muzeya hunerê pênase dike û got ku ew berhemên hunerî yên cîhanê kom dike. Alturk, di heman demê de wênesaz e jî û wêneyên wî yên çanda herêmê didin der balê dikêşin. Her wiha Alturk li Ewropayê tîmên boks û guleşê jî dane xebitandin û li Tirkiye û Ewropayê di warê boks û guleşê de şampiyonayên wî jî hene. 
 
Alturk, diyar kir ku wî her xwestiye xwe pêş ve bixe û li gel temenekî 83 salan, hîn jî vê hewldana xwe didomîne. Alturk wiha got: “Dem diçûm dibistanê, di heman demê de ji bo tamîrkeriyê bikim min li bîtbazariyê dikanek kirê kiribû. Min dixwest bêyî hayê bavê min jê hebe pereyan qezenc bikim û biçim li Almanyayê bixwînim. Bavê min jî dixwest ez li dikana wî ya nokan û şekiran binerim. Lê belê min dixwest xwe pêş ve bixim. Piştî ji Ewropayê vegeriyam vî karî didomînim. Dema li gramofonê dixim, destê xwe dixim hundurê wê û ji lerza wê fêm dikim pirsgirêk di kur de ye.” Alturk got ku, ji bo tamîra gramofonan gelek kes hem ji welat hem jî ji derveyî welat tên cem wî. 
 
 ‘TIRKIYE VEDIGUHERA XURDETIYA HUNERÊ’ 
 
Alturk, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê sinhetkar tên eciqandin û wiha got: “Sinhetkar dibêjin ‘ez di vê sinhetê de eciqîm. Ez ê nehêlim zarokê min bieciqe, bila bixwîne.’ Çimkî li welat bi navê hunerê tiştek nema. Bila bixwînin, kes nabêje bila nexwînin. Lê belê tevî vê bila hînî sinhetekî jî bibe. Tirkiye vediguhere xurdetiya hunerê, divê ciwan bi hunerê re bilî bibin.” Alturk diyar kir ku ew ê bêyî bedêl cerîbînên xwe hînî şagirtan bike. 
 
'BI XEYRÎ MISLÎMAN RE HUNER JÎ ÇÛ’ 
 
Alturk, got ku sinhetkarên herêmê xeyrî mislim bûn û bi koçberiya wan re her ku çû sinhetkar kêm bûn. Alturk ev tişt gotin: “Li taxa me hevalên ermenî hebûn. Bi piranî ew sinhetkar bûn. Bi bûyera 6-7’ê Îlona 1950’yî re û li Îzmîr û Stenbolê bi şewitandina dikan û malên ermenî û rûman, ew pêvajo dest pê kir. Heta wan rojan jî em xwişk û bira bûn. Ew bûyer bandor li Meletiyê jî kirin. Yanî ermen koç kirin. Mînak, li cem dêra li Çavûşoglûyê gelek ermen hebûn. Ji bo ermen ji wir dûr bikevin malên umûmî çê kirin. Hrant Dînk zarokê taxa me bû. Di cejnan de me serdana hevdu dikir. Vê hunera mekanîk ji wan hîn bûm. Min vê hunerê û ya dibistana hunerê gihand hev û min xwe pêş xist.”