STENBOL – Adnan Avci ku der barê zimanê lazî de lêkolînan dike, destnîşan kir ku bi salan e lazî hepsî metelokan û texlîtên devokî hatiye kirin. Avci, bilêv kir ku divê demildest zimanê lazî ji vê yekê bê dûrxistin û "îtibara" wê bê îadekirin. Kadîr Polat ê çeçen jî Tirkiyeyê şiband "Girtîgeha zimanan."
Li gorî daneyên UNESCO'yê li cîhanê 6 hezar ziman hene. Lê belê ji evan zimanan gelek jê bi mirinê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê jî 18 ziman di xetereyê de ne; yewnaniya Kapadokyayê, gagavûzî, kirmanckî, hertewînî, hemşînî, ladînoyî, abhazî, ermenkî, adixeyî, devoka kabardey, suryanî, yewnaniya pontusûî romankî, mlahsoyî, tûroyî, ûbihçayî û lazî.
‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ DERIYÊ DIL E'
Kadîr Polat ê çeçenî, destnîşan kir ku ziman amûra veguhastina çandê ye û deriyê dil e. Polat, bal kişand ser polîtîkayên li ser gelê çeçen û zimanê wan û destnîşan kir ku çeçen jî wekî gelên qafqas ên din ku ji ber polîtîkayên kolonyalîst û peymanên qirêj ên di navbera Osmanî-Rûsan de hatine sirgûnkirin. Polat got: "Çi polîtîkayên îskanê yên osmaniyan û çi jî polîtîkaya homjenkirinê ya piştî avakirina komarê ket dewrê, dewlemendiya çandî û zimanî ber bi xetereyê ve biriye."
Polat, destnîşan kir ku ji salên 1930'yî ve ji ber polîtîkayên tekparêz û asîmlasiyonê Tirkiye veguheriye "Girtîgeha Zimanan." Polat, bilêv kir ku ji bilî zimanê fermî, çand û zimanê neteweyên din nayên hesibandin û ev yek cihê trajediyeke mezin e. Polat, destnîşan kir ku zimanê çeçenî jî nesîbê xwe ji van polîtîkayên Komarê Tirkiyeyê girtiyeç Polat got: "Mixabin, çeçenên belawela bûn, bi tunekirina zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe re rû bi rû man."
‘MAFÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAFEKÎ BINGEHÎN E'
Polat, destnîşan kir ku mafê zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û got: "Divê demildest dev ji polîtîkayên tekparêz bên berdan û divê ji xeynî zimanê fermî, ziman û çandên din jî esas bên girtin. Mafê zimanê zikmakî, divê wekî mafekî bingehîn bê qebûlkirin û hemû astengiyên li pêş bikaranîna zimanên din û weşana bi van zimanan bên rakirin."
‘PÊDIVIYA LAZCAYÊ BI ÎADEKIRINA ÎTIBARÊ HEYE'
Adnan Avci ku der barê zimanê lazî de lêkolînan dike, destnîşan kir ku lazî jî di xetereyê de ye. Her wiha Avci, bilêv kir ku li nêviyê nifûsa Tirkiyeyê hay ji zimanekî wisa tune ye û lazî wek devokeke tirkî be tê zanîn. Avci got: "Bi salan e lazî hepsî metelok û texlîtên devokî hatiye kirin. Divê demildest ev yek bê terkirin. Pêdiviya lazî bi îadekirina îtibarê heye."
‘PÊDIVÎ BI GAVÊN CIDÎ Û SAMÎMÎ HEYE'
Avci, destnîşan kir ku ger perwerdehiya bi lazî çênebe, wê ji niha û heta 20 salên din lazî bimire. Avci, bilêv kir ku ji bo lazî tekane rê ew e ku bibe zimanê zikmakî û got: "Ev xetere tenê ne ji bo lazî ye. Ji bo hemû zimanên cîhanê yên ne di asta zimanê serdest de ne dibêjim. Li cîhanê zêdetirî 6 hezar ziman hene, lê belê zêdetirî nêviyê van zimanan bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne."
Avci, destnîşan kir ku ji bo vê yekê pêdivî bi avêtina hin gavên cidî û samîmî heye û got: "Lê belê her ku ototrîterîbûn û krîza aborî kûr dibe, hêviya ji bo lazî jî kêm dibe. Afirandina atmsofereke siyasî ya din tenê ne ji bû jiyanê, ji bo zimanên me yên zikmakî jî pir girîng e. Ji bo vê peywir dikeve ser milê me hemûyan."
MA / Sadiye Eser