AMED – Kovara “Folklora Me” ya ku folklora kurdan digîhîne mala xwîneran roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Edîtorê kovarê Eşref Keydanî got ji bo folklora kurdan neyê ji bîr kirin ew vê kovarê diweşînin û folklora kurdan wek deryayek pênase kir.
Kovarek din li weşangeriya kurdî zêde bû. Navê vê kovarê “Folklora Me” ye. Kovar ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hat derxistin. “Folklor Me” xwerû li ser kar û barê folklora kurdan hatiye amadekirin. Kovara bi dirûşma “Zargotin pişt e, folklor her tişt e” ku roja Newrozê dest bi weşana xwe kir, cih dide hemû mijarên folklorê.
Ev demek bi qasî 6 mehan bû amadekariyên derxistina kovarê dihat kirin. Desteya weşanê ji 6 kesan pêk tê û Prof. Dr. Celîlê Celîl ku nivîskarek û dîroknasekî tê nasîn jî di desteya wêşanê de cih digire.
Kovar ji sê mehan û carek dê bi hejmarek nû li pêşberî xwîneran be. Hejmara demsala biharê roja Newrozê ji xwîneran got “Çaxê we bi xêr” û li ser dezgehên pirtûkfiroşan cih girt. Wê her serê meha demsalê hejmara nû derkeve.
Edîtorê kovarê Eşref Keydanî li ser armanc û polîtîkaya weşana derxistina “Folklora Me” ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘FOLKLOR WEK ÇANDA MADÎ Û MANEVÎ TÊ PÊNASEKIRIN’
Keydanî di destpêkê de bal kişand ser girîngî û pênaseya folklorê û got: “Însan ji roja bi hev re dijîn heta niha, însan her kêliya dijî tiştan diafirîne. Taybetmendiya însên ew e ku nifşek zanîne, cerebeyên xwe û serpêhatiyê dikare veguhezîne ji bo nifşek din. Dema van vediguhezîne zanînek din çê dibe. Û ev bi demê re bi hezarên salan hêdî hêdî zanînek dide peyda kirin. Çandek madî û manevî çêdibe. Çanda madî û manevî wek folklor tê pênasekirin.”
Keydanî madî û maneviyata folklorê jî wiha dinirxîne: “Mesele cûreyek xwarinek tiştekî madî ye. Mesela tiştên wê yên aliyê manevî jî hene. Mesele em di şînê de nakenin, em rûdinên bi hev re xemgîn dibin. Ev jî tiştekî manevî ye. Xebatên folklorê ji tiştên manevî û madî pêk tê.”
‘EM JI QADÊ BERHEVKARIYA FOLKLORÊ DIKIN’
Keydanî behsa birêvebirina xebata folklorê jî kir û wiha got: “Em bi du awayan xebatê dikin; yek berhevkariya ji qadê vê çanda madî û manevî ji qadê berhev bikin û em dibêjin belkî hin tiştên winda nebûne wan derxin bila winda nebin. A didoyan jî em li ser van mijaran lêkolîn, analîz û deşîfre bikin. Xebat wê bi vî awayî bin. Em ji qadê gotinên pêşiyan, çîrok, efsane, destan, stran, çîrokên biwêjan, serpêhatî, dua, nifir, navên gundan, kaniyan, deştan, zozanan, mesîlan, newalan û gellek tiştên din ev hemû ji qadê tên berhevkirin. Navê însan ku li heywanan dikin. Navê zarokan, li hevanînokên ku em bêjin li ser evînê tê gotin.”
BEŞÊN FOLKLORÊ
Keydanî bal kişand ser beşên folklorê û got: “Di hundirê kovarê de ne edebiyata nivîskar, lê edebiyata gel yanî zargotin heye. Folklor ji beşên mîna muzîk, zargotin, xwarin û vexwarin, cil û berg, edet û tore, rîtuelên me yanî ev hemû beşên folklorê ne. Heta ku ji me te em van berhev dikin û analîz dikin.”
TESÎRA CELÎLÊ CELÎL
Keydanî da zanîn ku Prof. Dr. Celîlê Celîl ji ber bi salane xebatên folklorê dike bandora wî li ser xebata wan çêbûye û got: “Moral û hêz da me ku em di demek kin de vê kovarê derxin.”
‘TEKNOLOJÎ MIROVAN JI ÇAND Û FOLKLORA WAN DÛR DIXE’
Keydanî anî ziman ku di qada folklorê de pêwîstî bi kovarek bi vî rengî hebû û wiha dewam kir: “Bi rastî jî wek ku mamoste Celîlê Celîl gotiye ‘dem dijminê folklorê ye.’ Her kêliyek ku diçe dinya globe dibe. Her roja ku diçe teknolojî mirovan ji çand, folklor, nasname û hebûna wan dûr dixe. Em jî wek bereksên vê dibêjin ku tu bi globekirinê nikarî mirovan bextewar bikî."
‘JI BO FOLKLORA ME NEYÊ JI BÎR KIRIN’
Keydanî bi bîr xist ku heta niha bi hezaran tiştên folklora kurdan hatine jibîrkirin û wiha got: “Ji bo ku folklora me hin bêtir ji ser rûyê erdê neyê windakirin, em dixebitin û dixwazin li pêşiya vê tunekirina folklorê bibin asteng. Derdê me tenê ne ew e ku em li bakurê Kurdistanê nivîsên der barê folklorê de biweşînin. Derdê me temamê dinyayê ku em folklora kurdan biweşînin. Her cihê ku kurd lê dijîn folklor heye. Niyeta kovarê ew e ku xwe bigîhîne folklora kurdan a li her deverê kurd lê dijîn.”
‘ZARGOTINA KURDAN DERYA YE’
Keydanî diyar kir ku ew xebatek kolektîf birêve dibin û wiha got: “Xebata me zibare ye û me pişt daye pişta hev. Zargotin di folklorê de beşa herî girîng e. Beşa sereke zargotin e. Zargotina kurdan bêhed û bêhesab e. Yanî mirov dikare bêje ku zargotina kurdan derya ye. Ev derya ji me re pişt e me xurt dike. Ji ber ku folklora me ye yanî folklora kurd e me navê kovarê kir Folklora Me.”
MA / Bîlal Guldem