XARPÊT – Li Xarpêtê tenê palankerek maye, ew jî Metîn Dalbûl e. Dalbûl, got: "Bi piranî koçer û kesên diçin zozanan palanan dikirin. Mişteriyên min ji min re dibêjin 'eger tiştek bê serê te, em ê çi bikin.'"
Palankerî û kurtankerî ku berê kar û barekî pir girîng bû, niha hema bêje hew kes palan û kurtanan çêdike. Li Xarpêtê jî kesên palan û kurtanan çêdikin hema bêje nemane. Tenê Metîn Dalbûl (55) palanan çêdike. Dalbûl, 38 sal in palankeriyê dike.
Dalbûl, bilêv kir ku li Xarpêtê tenê ew palankeriyê dike , got: "Eger ez jî dev ji palankeriyê berdim, wê li Xarpêtê jî palankerî biqede. Bi piranî koçer û kesên diçin zozanan ji bo heywanên xwe palanan dikirin. Mişteriyên min ji min re dibêjin 'eger tiştek bê serê te, em ê çi bikin.' Eger ev sinhet jî biqede, wê herî zêde tesîrê li koçeran û kesên diçe zozanan bike."
‘LI XARPÊTÊ JI XEYNÎ MIN KES NEMA'
Dalbûl, bilêv kir ku palankerî sinhetê bav û kalên wî bûye û got: "Niha li Xarpêtê ji xeynî min tu kes palanan çênake. A rast hema bêje li Tirkiyeyê kes nemaye. Herî zêde li Rihayê dihatin çêkirin. Li Amedê nêzî 20 palanker û kurtanker hebûn. Lê niha li wir jî tenê kesek maye. Ên ez çêdikim ne kurtan in, palanin. Kurtan, ên bi dar in. Ev karekî destkariyê ye. Her roj bi hezaran kêlan davêjim. Ne karê makîneyan e, karê desta ye."
‘MALZEME NEMAN'
Malzemeyên kurtan û planan, ji bajarên cuda tên. Lê belê niha êdî wek berê malzemeyên wan jî hema bêje hew tên çêkirin. Dalbûl, got: "Di çêkirina palanan de kulav, çerm, zil, bizmar, telîs, raptiye, şûjin, derzî, meqes hwd. tên bikaranîn. Em palanan bi şûjinê çêdikin. Ev şûjin li Mereşê tên çêkirin. Lê ji ber kesê şûjinan çêdike pir extiyar bûye hew çêdike. Em sîparîşê didin, ji bo çêbike em wî qaneh dikin. Bi zorê çêdike. Berê li van deran jî şûjin dihatin çêkirin, lê niha kes çênake. Berê kulav jî li vira dihatin çêkirin. Niha em kulav ji Balikesîrê tînin. Em ji bo palanan zilan jî bi kar tînin. Em zilan jî ji Bedlîs û Afyonê tînin. Êdî li Xarpêtê çêkirina malzemeyên ji bo palan û kurtanan nemaye."