AMED – Bernameya Mihrîcana Şanoya Amedê ya 7’emîn ku îsal bê lidarxistin eşkere bû.
Şanoya Bajêr a Amedê îsal 7’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê li dar dixe. Bernameya mihrîcanê eşkere bû. Mihrîcan bi dirûşma “Heqîqet azad dike” dê di navbera 26’ê Nîsan3e û 5’ê Gulanê de bê lidarxistin. Mihrîcan dê di 26’ê nîsanê de bi lîstika “Tenê Ez” a Teatra Jiyana Nû dest pê bike. Dê komên şanoyê ji Amed, Wan, Stenbol û Mahabadê beşdarî mihrîcanê bibin.
Di çarçoveya mihrîcanê de wê workshopa ya bi navê “Hêzên Azad ên Palyaço” ku Ezgî Keskîn derhêneriya wê dike jî bê lidarixstin. Wê Salona Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê malovaniya mihrîcanê bike.
Şanoya Bajêr a Amedê her wiha mihrîcana îsal diyarî bîranîna şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya ku li gel wan dixebitî û sala par jiyana xwe ji dest da kir.
Bernameya mihrîcanê wiha ye:
26’ê nîsanê roja înê
* 19.00: Tenê ez
27’ê nîsanê roja şemiyê
* 15.00: Tenê ez
* 19.00: Ji min ewqas (Benden bu kadar)
28’ê nîsanê roja yekşemê
* 19.00: Mal be kol
29’ê nîsanê roja duşemê
* Zargotin zêrgotin e
30’ê nîsanê roja sêşemê
* 19.00: Kozik
1’ê gulanê roja çarşemê
* 19.00: Zabel
2’ê gulanê roja pêncşemê
* 15.00: Zabel
* 19.00: Serûbin (Altust)
3’ê gulanê roja înê
* 15.00: Serûbin (Altust)
* 17.00: Hêzên Palyaço ya Azad
* 19.00: Teyba dawî ya krapp
4’ê gulanê roja şemiyê
* 15.00: Ji akademiyê re raporek
* 19.00: Xeyala lal (Lâl hayal)
5’ê gulanê roja yekşemê
* 19.00: Tartuffe