AMED – Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed dê sibê dest pê bike û heta 12’ê gulanê dewam bike.
Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn dê îsal Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed li dar bixe. Bernameya festîvalê diyar bû û dê festîval di navbera 8-12’ê gulanê de pêk were. Wê sînemahez di festîvalê de li gellek belgefîlm û fîlman temaşe bikin.
44 FÎLM DÊ BÊN PÊŞANDAN
Belgefîlmên bi temaya “Koçberî” û “Berxwedana jinan û çîrokên afirandina cîhanek nû” dê di festîvalê de cih bigirin. Bi giştî dê 44 fîlm bên pêşandan. Yek ji taybetmendiya filmên îsal ew e ku ji 44 fîlman derhênerê 20 fîlman jin in. Tê fikirandin tarîfkirina jiyanê ya di kameraya jinan de dê bandorek girîng li ser temaşevanan bihêle. Di afîşa îsal a festîvalê de jina lê dinêre û dibîne balê dikişîne ser xwe. Afîşa festîvalê dayikek ku li ber dîwar sekiniye û bi ser dîwar re li kavilên li navçeya Sûrê dinêre ye.
NAVNÎŞANA PÊŞANDANAN
Fîlm di çarçoveya festîvalê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê bên pêşandan.
Bernameya festîvala dê sibê dest pê bike wiha ye:
8’ê gulanê roja çarşem 6
Salona Sînemayê 1 a ÇandAmed
Saet 19:00
Axaftinên vekirina bernameyê
Pêşandana belgefîlm: “Ez şoreş im (Ben Devrimim)”
9’ê gulanê roja pêncşem
Salona Sînemayê 1 a ÇandAmed
Saet 13:00 “Gavên nayên zaîn (Bilinmeyen Adımlar)”
Saet 13:00 “Tê bîra min (Hatırlıyorum)”
Saet 13:00 “AFGAİSTANBUL”
Saet 15:00 “12x1 Komuna Fîlm a Rojava (Rojava Film Komünü)”
Saet 15:00 “3 Kamerayên diziyê (3Çalıntı kamera)”
Saet 17:00 “Nêrîna mêzekirinê (Bakış Açısı)”
Saet 17:00 “Lîstikên bêsînor (Sınırsız Oyunlar)”
Saet 17:00 “Mal (Ev)” / Gotubêj
Saet 19:00 “Bîr (Kuyu)” / Gotubêj
Salona Sînemayê ya 2 ÇandAmed
Saet 13:00 “Ji gulê jî bi hêztir e (Kurşundan da Güçlü)
Saet 15:00 Madun Konuşabilir mi?/Gotubêj
Saet 17:00 “Kokên ji nûve hatine pênasekirin”
Saet 18:00 “Şeva Xîzê
Saet 19:00 Gazin/ Gotubêj
10’ê gulanê roja în
Salona Sînemaya 1 a ÇandAmed
Saet 13:00 “Mayîna Rû Bi Rû” / Gotubêj
Saet 15: 00 “Yên li Paş Mayî” / Gotûbêj
Saet 17:00 Dîmenên Ku Te Winda Kirin
Saet 19:00 Hun Ji Dûristanê Hatine /Gotubêj
Salona Sînemayê 2 a ÇandAmed
Saet 13:00 Kî Ji Vî Re Got Na
Saet 15:00 Ne Havîne Ne Jî Zivistan
Saet 17:00 Ji Dengê Yekem Heta Nefesa Dawî / Gotubêj
Saet 19:00 Bişkoka Sedef
Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê TMMOB
9’ê gulanê roja pêncşem
Saet 13:00 Birîna Xurûrê / Gotubêj
Saet 15:30 Ji Dengê Yekem Heta Nefesa Dawî
10’ê gulanê roja înê
Saet 13:00 Hêza Rastiyê
Saet 15:30 Tebeşîr / Gotubêj
11’ê gulanê roja şemiyê
Salona Sînemayê 1 a ÇandAmed
Saet 12:00 Birîna Xurûrê / Gotubêj
Saet 15:00 Amîna / Gotubêj
Saet 17:00 Modela Keybanû /Gotubêj
Saet 17:00 Sînemayên Dayika Min (My Mother’s Films) / Gotubêj
Saet 19:00 Fermandar Arîan
Salona Sînemayê 2 a ÇandAmed
Saet 12:00 Di Destpêka Bayê De
Saet 14:00 Ara Guler Carek Ji Caran Stenbol
Saet 17:00 Serî Bi Serî
Saet 19:00 Li Sûriyeyê Ji Dayikbûn
12’ê gulanê roja yekşemê
Salona Sînemayê 2 a ÇandAmed
Saet 13:00 Fîlma Wê/Wî
Saet 15:00 Chawî Awaz
Saet 15:00 Mîraz/ Gotubêj
Saet 17:00 Prîmas
BIDAWÎBÛNA FESTÎVALÊ
Saet 19:00 Kavil
Saet 19:00 Her Mal Dibistaneke /Gotubêj
Salona Sînemayê 2 a ÇandAmed
Saet 10:00 Forum
Saet 12:00 Çîna Ji Plastîk
Saet 14:00 Evîn / Gotubêj
Saet 15:00 Semîner
Saet 15:00 Tebeşîr / Gotubêj
Saet 15:00 Hêza Rastiyê / Gotubêj