AMED – Hecî Omer Ekîn ku ji ber axûn û dildariya xwe ya ji bo dîwanên dengbêjan bajar bi bajar geriyaye û deng tomar kirine, niha li Sûrê li dikaneke biçûk li wan dengên tomarkirî guhdar dike û dema guhdar dike aram û hêmîniyek xwe lê radipêçe.
Hecî Omer Ekîn, li Taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûrê ya Amedê dikandarê taxê ye. Ev dikandarê ku der û cîran mifteyên xwe teslîmî wî dikin û carinan bi deyn tiştan jê dikirin, hema bêje wek pireke di navbera duh û îro de ye. Hecî Omer Ekîn ji berê ve wêne, pereyên berê, kûpurên rojnameyan, bandên teyban û gelek tiştên din kom kirine û niha vê ked û danberheviya xwe ya bi salan li dikana xwe ya ku bêhna berê jê tê teşhîr dike.
Ekînê ku ev axûn û dildariya danhevî û tomarkirina wî xwe dispêre salên zarokatiyê, di sala 1950’yî de li gundê Kerxa Kîka yê bi ser Bismila Amedê ve tê dinê. Piştî dibistana seretayî li medreseyan dixwîne û paşê ji bo debara xwe bike li nav erdan dixebite.
JI GUND BER BI SÛRÊ VE
Piştî dizewice, nikare debara xwe bike û di sala 1973’yan de koçî Amedê dike. Pêşî tevî malbata xwe li mala baldûza xwe ku li taxeke li derdora Sûrê bû bi cih dibe û li înşaetan dest bi kar dike. Di dawiya salên 1970’yî de Ekîn li navçeya Sûrê bi cih dibe û paşê li Saziya Goşt-Masiyan (Et Balik Kurumu) dest bi kar dike. Wê demê, da tamîrkeriya radyoyan bike li Sûrê ji bo kurê xwe kargehekê dikire. Lê belê piştî Ekîn teqawîd dibe, vê kargehê vediguherîne dikaneke ku niha aramgeha wî ye.
Ekînê ku di demên şevbuhêrkan de ku ji bo kurdan çand û edeteke girîng in dijî û mezin dibe, hîn di temenekî biçûk de ev edet, dengbêj, dîwanên dengbêjan, çîrokên tên gotin bala wî dikêşin.
JI BO LI DENGBÊJAN GUHDAR BIKE…
Hîn 12 salî ye ev meraq û serpêhatiya dengbêj û kilaman li Ekîn peyda dibe û ji bo vê li riyên ku dê çawa têkeve odeyên dengbêjan û odeyên şevbuhêrk lê tên danîn digere. Ekîn wiha çêla wan rojan dike: “Dema ez zaro bûm, li gundan ode hebûn. Odeyên gêncan cihê bûn û ên zilamê mezin cihê bûn. Ji ber biçûk bûm, ez nikaribûm biçim cem wan. Lê ji bo têkevim odeyê min serî li hin fihêlan da. Dema zilamên mezin tî dibûn gazî ciwanan dikirin. Gava diçûm cem wan rûdiniştim û zilaman av bixwestana min av dida gişan û li ba wan rûdiniştim û min li wan guhdarî dikir. Tenê ji bo li wan guhdarî bikim min wî karê avê dikir. Li wê odeyê ez hînî pir tiştan bûm. Çi çîrok bihatanan gotin min guhdar dikir û wan dinivîsand. Hîn jî li cem min in.”
HER BIWÊJEK ÇÎROKEK WÊ HEYE
Ekîn diyar dike ku ew li dîwanan gelek biwêj û çîrokên wan biwêjan jî hîn bûye û ji wan biwêjan yekê tevî çîroka wê wiha parve dike: “Mesela hin peyv hebûn, digotin ‘bi ehmeqan re nayê kişandin, bi ehmeqan re hevaltiyê nekin’. Çawa? Digotin; merivekî di rê de diçû, bala xwe dayê wa marekî xwe li hirçê lefandiye. Marekî mezin, ziya bûye. Xwe lê lefandiye devê xwe xistiye qirika wî da wî bifetisîne. Evê han bi kêra pê ket, mar kuşt û hirçê xwe avêtê wî hemêz kir, maç kir. Kêfa vî heywanî jê re hat, bera pê wî da. Çû bin darekê, bala xwe daye merivek tê. Wî merivî got, tu çawa dikî ev heywan ji te naqete? Got, wele min mar jê qetandiye ew jî dixwaze qenciyekê bi min bike. Dema raket, mêşek xwe li ser çavan datanî. Wî ha destê xwe wisa kir ha wisa kir, lê mêş datanî. Hirçê keysa xwe xweş kir û got divê ez vê mêşê bikujim. Dema mêşê xwe li ser eniya wî danî, hirç çû kevirekî mezin girt, da mêşê bikuje. Kevir li mêşê xist, mejiyê mêrik belav kir, wî kuşt. Îjar maneya vê ‘bi ehmeqan re hevaltiyê meke’ ye.” Îjar gelek çîrokên bi vî rengî hene, min ew hemû li deftera xwe qeyd kirine.”
KILAMAN TOMAR DIKE
Ekînê ku ji hêlekê ve çîrokên dihatin vegotin û guhdariya wan dikir nîşe digirtin, ji hêlekê ve jî bi teybên ku distîne dengên dengbêjan tomar dike. Niha bandên ku wî dagirtine, gelek kes wan wek çavkanî bi kar tînin. Ekînê ku ji bo teybên wî dûr û dirêj dengan tomar bike û wê demê bi pûlan bataryayan çê dike, ji bo xebatê berê xwe dide Bêrûdê û 6 mehan li wir dimîne. Di vegerê de teybekî baş û têkûz jî bi xwe re tîne.
BER BI BÊRÛDÊ VE
Ekîn dibêje ku wê demê ew bi qaçaxî diçe Bêrûdê û wiha çêla wê rêwîtiya xwe dike: “Li van doran teyb tune bûn. Min teyb ji Bêrûdê, ji Lubnanê anî. Sal 1973’ê 6 mehan ez li Bêrûdê li Lubnanê mam û xebitîm. Li Bêrûdê teybên li cem me tune bûn hebûn. Çûyîna me ya Bêrûdê tam rezalet bû. Ji vir çûm Hatayê, paşê Sûriye û ji wir jî çûm Bêrûdê. Li wir li nav erdan xebitîm. Dema em ji Sûrî derbasbûn hatin barê me hebû. Dolmîşê Hatayê hebûn. Me eşyayên xwe xistinê em hatin. Dema em hatin teyba min nexuya bû. Min pirsî ‘law ka teyba min, teyb çima tune?’ Dixwazim bêm kuştin, lê bila teyb neçe. Çimkî wê çaxê teyb tune ne li van deran. Paşê min lawik jidand. Gotin ‘mala şofêr li filan derê ye.’ Dema çûm, min dît wa teyb danîne û bandan lê dixin. Ez pê re xeyîdîm. Heke ez ne zarobûma wê gedeyên wî li min xistanan. Îjar dema hatim gund, gundî lê ecêb mabûn. Dema te band dixistê, pêşî digot çîk çîk çî… Meriv digot qey bilbil di hundurê wê de dixwîne.”
JI BO DENGAN TOMAR BIKE BAJAR BI BAJAR DIGERE
Ekîn, diyar dike ku ew li gelek bajaran geriyaye û dengên dengbêjan tomar kiriye. Her wiha Ekîn dibêje ku wî ji dengbêj Hesenê Gozê (Hesenê Pîrê), Keremê Batmanî, Mehmet Selimê Recebî, Selimê Batmanî, Huseyînê Ordînos û gelekên din bixwe dengên wan tomar kiriye. Ekîn wiha dibêje: “Diçûm Mûş, Sêrt, Êlih û gelek deverên din. Ka wê demê wesayîtê wer tune bûn ku meriv bigere. Çûnhatina cihekî pir zehmet bû. Wê çaxê em 3-4 meriv bi hev re diçûn. Îjar ku em diçûn, ew hevalên digotin em jî tên, niha hema bêje giş rehmet kirine lê dengê wan jî di wan bandan de heye. Dibêjin ‘hela hela hela…”
Ekîn diyar dike ku bavê wî baş bi çîroka “Siyahmed û Xecê” zanibû û wî ev kilam di sala 1969’an de ji devê bavê xwe guhdar kiriye û hem di bandê de hem jî li deftera xwe tomar kiriye. Her ku dem diherike êdî Ekîn jî bi CD û telefonên bêrîkan deng û dîmenan tomar dike û dibêje ku hîn jî dengbêjên niha tên cem wî û jê dixwazin ku dengên wan tomar bike.
Ekîn dibêje ku dîwanên berê cihê civakîbûyînê bûn û bi van gotinan teswîra wan dîwanan dike: “Li cihê ku dengbêjan kilam lê digotin, samîmiyet, merhebatî çê dibû. Mirovan ji hev hez dikir, jihevhezkirin çê dibû. Her kesî ji hev hez dikir, tiştên xwe bi hev re parve dikirin. Dema wisa dibû bêtir hezkirin çê dibû. Yên ku xeydan bûnan li hev dihatin. Bi rastî jî buxt, kîn tune bû.”
Ekîn diyar dike ku dengbêj temsîliyeta gel û welatekî bûn û wiha dibêje: “Wê demê qiymetê denbêjan hebû. Niha tune ye. Ew bi xwe jî qîmetê nadin xwe.”
‘DEMA LI BANDAN GUHDAR DIKIM RIHET DIBIM’
Niha Ekîn wê hisret û bêrîkirina ji bo rojên berê li dikana xwe, bi bandên ku dixe teybê xwe yê ji bo tozê negire bi naylonan pêçaye guhdar dike. Ekîn bi van gotinan wê aramiya ku dikana wî lê peyda dike tîne ziman: “Ev qaset li cem kasetvanan jî nemane. Dema ez bi tenê dimînim û guhdar dikim, wek ku 50 heb mirov li civata min bin sebra min pê tê û ji xwe re guhdar dikim. Carinan ez ji xwe re dibêm eger ne wiha bûna, ez ê di warê derûnî de biketama. Yanî yên wek me heke kêfa wan ne li cih be em ê zû bikevin. 7 caran narqoz li min ketiye. Îjar 7 caran narqoz li merivan keve ne tiştekî rihet e, lê dema ez van qasetan guhdar dikim wek 50 kes li civata min bin xwe rihet hîs dikim.”
ÊDÎ SÛR NE SÛRA BERÊ YE
Ekînê ku hema bêje piraniya jiyana wî li Sûrê derbas bûye û apartmanan jî wek “hepsên sosyetîk” pênase dike wiha dibêje: “Lê Sûr wê çaxê bi rastî jî Sûr bû. Mesela em bêjin îro şîva te goşt û birinc e û ya cîranê te şorbe ye. Te digot gedeno hela têfikek goşt û birinc bibin mala cîranê me. Bê hevdu nedixwarin, gişa hevdu nas dikir, li hevdu miqate bûn. Lê êdî ew cîrantiya berê jî nemaye.”
MA / Rêdûr Dîjle - Dîcle Muftuoglû