QERS - Li gundê Zavotê yekemîn Muzeya Zavot Ekoyê hatiye vekirin. Di muzeyê de kel û pelên ku di çêkirina penêrê qaşar û gravyerê de hatine xebitandin tên pêşandan. Muze bi hevkariya gundiyan hatiye vekirin.
Muzeya Zavot Ekoyê di sala 2011'an de li gundê Zavotê ya Qersê hatiye vekirin û yekemîn muzeya ekolojîk a Tirkiyeyê ye. Li vî gundî berê penêrê qaşar û gravyer hatiye çêkirin, kel û pelên ku pê penêr çêkirine û tiştên der barê dîroka gund de, li vê muzeyê hatine pêşandan. Muze ji 2 qatan û 3 beşan pêk tê, her sal bi hezaran tûrîst tên serdana muzeyê. Ji bo kesên tên serdana muzeyê bîranînên xwe binivîsin, lênûskek jî danîne muzeyê. Zavot bi zimanê rûsî, tê wateya fabrîqeyê û navê xwe jî ji vir digire. Pişt re navê gund wekî Bogatepe tê guhertin.
'YEKANE MUZEYA EKO A TIRKIYEYÊ YE'
Şêniyê gund Çagdaş Koçulu destnîşan kir ku Muzeya Zavot Ekoyê, di avahiya ku care yekemîn penêrê gravyer lê hatiye çêkirin de hatiye vekirin û wiha got: "Ev avahî di sala 1880'yê de swîsreyiyan wekî mandra ava kiriye û me jî kir muze. Di sala 2005'an de bi keya, gundî û Komeleya Jiyan û Derûdora Zavotê re ev avahî ji bo civîn û dawetan hat sererastkirin. Di sala 2011'an de fonên Armancên Pêşketina Sed Salî yên Neteweyên Yekbûyî, ev avahî hat restorekirin û veguherandin muzeya penêr. Di muzeyê de 3 beş hene, di van beşan de dîroka penêr û gravyerê Qers û Zavotê tê pêşandan. Nivîs jî cih digirin. Li vir qalibên penêran, qalibên haveyn, kel û pelên ku ji bo giraniya penêr dipîvin tên pêşandan. Di ketina muzeyê de jî çavkaniya şifayê ya bi 650 nebatên herêma Zavotê têde, ji wan 30 nebat tên pêşandan."
‘BI HEVKARIYÊ MUZE HAT AVAKIRIN’
Koçulu da zanîn ku avahi gelekî texrîb bûbû, bi hevkariyek mezin û bi kedê avahî veguherandine muzeyê û welatiyên swîsreyî yên berê penêr çêkirine, avahî di sala 1880'yê de ava kirine.
Koçulu ku got "Heta sala 1920'an jî li vir hilberîna gravyerê hatiye kirin" û wiha domand: "Ji ber şerên li herêmê avahî hatiye girtin. Ji du qatan pêk tê. Qata binî kîlera cemedê ya gravyerê ye, qata ser jî wekî cihê hilberîna gravyerê hatiye xebitandin. Piştî ev herêm dikeve destê Osmaniyan, gundiyê li vir bi rêbaza palûseyî hilberîna gravyerê dikin. Li qata ser 8 qazan hene. Şîrê 5 malan di qazanekê de ye, şîrê 10 malan jî di qazanên din de ne. Gundiyan demekî ev bi hev re xebitandine. Pişt re ji hev vediqetin û her kes cihê xwe cuda dike. Ji ber ku kes lê miqate nebûye ev der gelekî texrîb bûbû. Komeleya Jinan û Derûdorê ya Zavotê qata ser wekî mala çandê sererast kir. Di sala 2011'an de qata binî tijî ax bûbû û gundiyan bi hev re paqij kir. Ji hundurê wê qasî 20 kamyon û ax derket û ev hemû bi tevir û bêran hat kolandin û bi maşîneyên destan hat avêtin. Pişt re me binî wê beton kir, dîwarên wê hat restorekirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) fon veqetandi û veguherand muzeyê."
'MUZE BÛ HIŞMENDÎ'
Koçulu anî ziman ku kel û pelên ji destpêkê heta dawiyê pê penêrê gravyerî çê dikin di muzeyê de tên dîtin û hemû jî dîroka wan berî 100 salan e. Çokulu, da zanîn ku piştî muze hatiye avakirin, welatiyan kel û pelên li malê ên pê penêr çêdikirin jî anîne muzeyê û ev tişt gotin: "Muze bi kel û pelên ku welatiyan anî hat avakirin. Ji bo ev kel û pel winda nebin, welatiyan anî muzeyê. Di hefteyekê de hat avakirin. Bi avabûna muzeyê re welatî jî tiştekî hîn bûn. Li zarokan jî hişmendiya muzeyê çêbû. Êdî ew jî dizanin ka muze çî ye. Dema ji derve tiştekî kevin dibînin tînin davêjin muzeyê. Gelek kel û pelên ku zarokan anîne di muzeyê de tên pêşandan."
MA / Mahmut Ruvanas