STENBOL - Serledanên qûrsên zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî yên sedema biharê dest pê kirin.
Komeleya Lêkolînên Kurdî a li Stenbolê xebatên xwe bi rêve dibe, dest bi qeydên zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên serdema biharê kirin. Kesên dixwazin xwe qeyd bikin, dikarin biçin avahiya komeleyê ya li Ûnkapan û serlêdan bikin. Di heman demê li ser înternetê jî kes dikarin serlêdan bikin.
WÊ DI YOUTUBÊ DE JÎ DERSÊN KURDÎ BÊN DAYÎN
Komeleya Kurdî, ligel qûrsên kurdî, di heman demê de wê li ser qanala Youtubê jî, dest bi dayîna dersan bike. Ji mamosteyên kurdî Renas Yildiz ê derbarê xebatên xwe de agahî da, wiha got: “Em dixwazin derfetên fêrbûna zaravayên kurdî, pêşkêşî her kesî bikin. Qanala Youtubê bi vê armancê me vekir. Kesên ku dixwazin kurdî hîn bibin, dikarin xwe qeydî qûrsên me bikin û bibin aboneyên qanala me ya Youtubê.”
Bernameya dersên serdama biharê ya komeleyê wiha ye:
Dawiya Hefteyê (Kurmancî)
Asta Yekemîn - A1
Şemî - Saet: 11.00 - 14.00
Asta Yekemîn - A2
Şemî - Saet: 11.00 - 14.00
Asta Duyemîn
Şemî - Saet: 14.00 - 17.00
Asta Sêyemîn
Şemî - Saet: 17.00 - 20.00
Asta Çaremîn
Şemî - Saet: 17.00 - 20.00
(Kirmanckî/Zazakî)
Asta Yekemîn
Şemî- Saet: 14.00 - 17.00
Asta Duyemîn
Şemî - Saet: 11.00 - 14.00
Soranî
Asta Yekemîn
Sêşem - Saet: 18.00-21-00
Nava Hefteyê (Kurmancî)
Asta Yekemîn - A1
Dûşem- Çarşem - Saet: 19.00-21.00
Asta Duyemîn
Dûşem-Çarşem- Saet: 19.00-21.00