AMED - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, di panela Komeleya Wêjekarên Kurd de diyar kir ku wekî her qadeke jiyanê îro jin wêjeyê jî li gorî xwe bi kar tîne û got: “ Êdî ji bo wêjeyê pîvanên me jinan jî hene."
Komeleya Wêjekarên Kurd, Koma Xwendinê ya Amedê û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê der barê 8’ê Adarê de bi navê "Wêje û Jin" panelek li dar xistin. Ji Koma Xwendinê ya Amedê Ayşe Kûran, moderatoriya panelê kir û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û nivîskar Roza Metîna jî wekî bêjevan tev li panelê bûn. Panel bi axaftina Ayşe Gokkan dest pê kir.
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê û got: “Hê dîroka wêjeya 8’ê Adarê nehatiye nivîsandin. Ji ber ku her qadên jiyanê ol, sîyset, aborî, felsefe, wêje hwd. her tişt bi mêr hatiye pênasekirin. Di wêjeyê de tekoşîna jinê girîng e.”
‘JIN DI WÊJEYÊ DE BÊ DEV Û ZIMAN E’
Ayşe Gokkan qala berhemên nivîskarên kurd ên populer kir û got: “Nivîskarên kurd jî bi hişmendiya zayendî dinivîsîn. Di şûna jinê de difikirin, di şûna wê de dibêjin, di şûna wê de dinîrxinin û diaxivin, lê wekî kes qala jinê nakin. Wê bê dev û bê ziman dihêlin.”
Gokkan, di axaftina xwe de bal kişand ser pîvanên jinê ên ku êdî di wêjeyê de hene û got: “Yekemîn pîvane me; rola jinê, karakterên jinê di çîrokê de çawa hatiye hûnandin. Fikrê bingehîn de jin çi ne? Gelo nivîskar xwestiye çi peyamê bide, nivîskar di nivîsa xwe de li ser jinan xwestiye xwe bike entelektûl e, gere ev were tespîtkirin. Nivîskar hebûn û tunebûnê çawa pênase dike, civakîbûn di nivîsê de heye an na, fikr raste an na û hwd.”
Gokkan, di axaftina xwe ya dawî de jî bal kişand ser naveroka berhemên ku bi hişmendiya serdestan hatî nivîsîn û got: “Em dikarin bêjin ku di hemû berhemên wêjeyî de tacîzên romantîk hene. Heskirin jî qetilkirin jî bi awayekî romantîkî tê dayîn.”
‘DENGBÊJÎ DI ASTA WÊJEYÊ YA HERÎ BILIND DE YE’
Nivîskar û rojnameger Roza Metîna jî têkildarî mijara jinê axivî û got: “Dema mirov dibêje wêje çanda dengbêjiyê tê bîra mirov. Jin pêşengtiya dengbêjiyê kiriye. Dengbêjî di asta wêjeyê ya herî bilind de ye.”
Metîna, der barê hin jinên nivîskar, wêjavanê kurd de jî axivî û wiha got: “Wekî ku Casimê Celîl, Celîlê Celîl tên naskirin. Cemîla Celîl ligel ku gelek berhemên kurdî ji hundakirinê xelaskirine nehatiye nasîn.”
Metîna, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyinê û got: “Jinên kurd di gelek qadan de li ber xwe didin. Îro di wêjeyê de jî jin li ber xwe didin, ew ked û tekoşîna jinên kurd ji bo me gelek girîng e. Jinên ku serî natewînin tim rastî tundiyê hatine.”