20 sal in kincên herêmî didirû

img

WAN – Ferhat Bîlgî 20 sal in li Wanê terzîtiyê dike û li gel hemû zor û zehmetiyan jî şal û şapik, şûtik û bergûzên ku di çanda kurdî de cihekî wan ê girîng heye çê dike. 

Li Wanê çanda dirûtin û lixwekirina kinc û bergên herêmî didome. Ferhat Bîlgî yê 20 sal e li Pasaja Şafakê ya li navçeya Riya Armûşê ya Wanê dikana terzîtiyê vekiriye şal û şapik, şûtik û bergûzên remza çanda kurdî ne didirû. Bîlgî got ku bavê wî jî ev kar dikir û ew karê bavê xwe didomîne û her çi qas raxbet ne wek berê be jî, lê eleqeya ji bo kincên herêmî didome. 
 
Bîlgî da zanîn ku ew ji şal û şapikan heta heta êlekên gelêrî û gelek kincên din didirû û wiha got: “Qumaşê Bergûz ji aliyê êzidiyan ve tê çêkirin. Bergûz tenê lixwekirinek zilaman e. Yên bergûzan çê dikin serê tiliya wan beranî kûn e. Çêkirina qatlixek bergûz mehekê distîne. Çêkirina bergûz ji hemû kincan zehmetir e. Buhayê wê ji hezar Dolarî dest pê dike. Niha em nikarin wan bînin. Ji ber ku ji me re ji Şengalê dihatin.” 
 
‘ŞÛTIK ÇANDA KURDA YE’ 
 
Bîlgî destnîşan kir ku herî zêde şûtik tên dirûtin û wiha axivî: “Şûtik yek ji remza kincên kurdî yên girîng e. Ji berê ve jin û mêr şûtikê hem ji bo xemlê û hem jî ji bo êşa piştê girê didin. Şûtik li şûna dermanan ji bo nexweşîna fitiqa piştê û êşa piştê tê bikaranîn. Şûtikên ji mûyê bizanan tê çêkirin qumaşê wê ji Îranê tê. Em jî wî qumaşî li gorî bedena mirovan çê dikin û serê wan dixemilînin. Em di hundirê şûtikan de berîkên ji bo qutiya cixarê, heste û amûrên biçûk dikevinê jî çê kidin.” 
 
'HEM XEML E HEM ŞÎFA YE’ 
 
Bîlgî anî ziman ku bihayê şûtikan ji 400 TL’yî dest pê dike û wiha dewam kir: “Li Wanê ji bilî min kes şûtikan nadirû û nafiroşe. Ciwanên 20 salî jî û kal û pîr jî didin nava xwe. Çanda şûtikê çandek kurdî ye û heta roja îro jî didome. Berê bêrîvanan li nava xwe dipêça û pê diçûn bêriyê. Her wiha di dawetan wek xemla xort û jinan tê girêdan. Şûtik ji sedî sed bi mûyê bizinan tê çêkirin û şîfa ye.”
 
Bîlgî diyar kir ku tenê bi çavê pereyan li karê xwe nanêre û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bavê min heta mir jî karê dirûtinê dikir. Ez jî pîşeya wî didomînim. Kevneşopiya şal û şapik û şûtik ji dîrokê heta roja me îro didome. Elbet di karê me de kêmbûn heye. Lê ew jî ji ber pêvajoyê ye. Hem em di anîna qumaşê kur ji Îranê tê re de bi prisgirêkan re rû bi rû dimînin hem jî wek berê dawetên girseyî nayên çê nabin. Em jî xwe bi van nirxên xwe li ser piyan digirin. Divê ku her kes bi vê feraset û nêzîkatiyê nêzî çanda xwe bibe.” 
 
MA / Nîmet Olmez