Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê 4 DAIŞ’î hatin kuştin. 
 
Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di encama operasyona li bajarokê Tarmiye ya li bakurê paytext Bexdayê de 4 DAIŞ’î hatine kuştin. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon li ser agahiyeke îstîxbarî hatiye kirin.