Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên blokajê ku li Fransayê li dijî bilindkirina temenê teqawîdiyê hatine destpêkirin, roj bi roj mezintir dibin. 
 
Li dijî reforma teqawidiyê ya Fransayê, li seranserî welat li depoyên petrolê, bendergeh, rê û rêhesinan çalakiyên blokajê hatin kirin. Her wiha di gelek sektoran de jî grev hene. Hikûmetê, temenê teqawidbûnê ji 62’yan derxist 64’an û sendîkayan jî ji meha çileyê heta niha 9’emîn greva neteweyî da destpêkirin. 
 
STASYONÊN SOTEMENIYÊ
 
Çalakiyên blokajê bandor li depoyên petrolê, bendergeh, rê, rêyên hewayî, sektora gazê û zanîngehan kir. Di asta neteweyî de li piraniya stasyonên sotemeniyê astengî heye.
 
BENDERGEH
 
Li ser banga 'bendergehên mirî' ya sendîkaya CGT'ê, temamiya bendergehên Marseîlle-Fos û Brestê hatin bloqekirin. Li gelek bendergehên din jî çalakiyên blokajê hene.
 
RÊYÊN BEJAHÎ
 
Li ser rê jî çalakgeran palet û lastîk şewitandin. Gelek rêyên bejahî hatin girtin.
 
SEFERÊN TRENÊ
 
Seferên trenê bi taybetî li gelek garên li başûrê welêt bi temamî sekinîn. Toûloûse, Montpellîer û Nîmes ji bajarên sereke ne. Saziya rêyên hesinî ya neteweyî SNCF kete bin bandoreke giran a grevê. Rêjeya xebatkarên SNCF'ê ku diyar kirin tevlibûna grevê gihiştiye ji sedî 35’an. 
 
Li RER'ê jî seferên trenê yên herêmî dike û metroya Parîsê jî di asteke giran de asteng bûne.
 
OTOBUS
 
Di serî de Parîs li gelek bajaran depoyên otobusan hatin bloqekirin. Li hin deveran li ber deriyên depoyan bend hatin danîn.
 
SEKTORA GAZÊ
 
Li sektora gazê jî devê termînala Dûnkerqûe ya li bakurê welêt ji bo 24 saetan hate girtin. Li depoyên gazê jî çalakiyên blokajê hene.
 
ZANÎNGEH
 
Gelek zanîngeh ji aliyê xwendekaran ve hatin bloqekirin. Li Lyon, Parîs, Saînt-Etîenne, Roûbaîx, Toûloûse û gelek bajarên din xwendekar tev li çalakiyên blokajê bûn.
 
BERMAYÎ Û SERGO
 
Li Parîsê xebatkarên paqijiyê greva ku di 6'ê adarê de dan destpêkirin heta roja duşemê dirêj kirin. Hin febrîqeyên şewitandinê hatin bloqekirin. Ji sêşemê û pê ve li gorî Şaredariya Parîsê li bajêr 9 hezar û 500 ton sergo kom bû. Li hin bajarên din jî bi qamyonên ku sergo kom dikin, çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin.
 
TRAFÎKA HEWAYÎ
 
Her wiha li qada trafîka hewayî jî çalakiyên blokajê têne kirin.