Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin

  • cîhan
  • 14:32 25 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan, dê li Fransa û Belçîkayê werin protestokirin. 
 
KCDK-E û TJK-E'yê li dijî operasyona li ser Stêrk TV û Medya Haber TV daxuyanî dan û ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Sibeha 23'ê nîsanê operasyona li Belçîkayê ya li dijî çapemeniya kurd, li Fransayê jî serdegirtina li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy û malên endamên wê, êrîşeke birêxistinkirî ya li dijî gelê kurd e."
 
DEMA ÊRIŞAN
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, di demekê ku ser erdnîgariya Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê têne kirin de, Fransa û Belçîka li ser berjewendiyên qirêj, avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV û hat gotin ku êriş bi rengekî eşkere bêhiqûqî ne.
 
Di daxuyaniyê de serdegirtina li televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV hate şermezarkirin û bang li dewleta Belçîkayê hate kirin ku dest ji kiryara xwe ya çavtirsandinê berde.
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
KCDK-E û TJK-E'yê bang li gelê kurd kir ku li Fransa û Belçîkayê beşdarî mîtîngên navendî bibin.
 
Li gorî daxuyaniyê çalakî dê di 27'ê nîsana 2024’an de, saet di 13:00 de li Palaîs de Jûstîce li Place Poelaert 1, 1000 Bruxellesê were lidarxistin.