Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin

  • cîhan
  • 16:53 30 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Îsraîlê yên li dijî bajarê Xezayê bênavber didomin. Hejmara kesên di êrişan jiyana xwe ji dest dane gihişt 34 hezar û 535'an, hejmara birîndaran jî bû 77 hezar û 704.
 
Wezareta Tendirustiyê ya Filîstînê derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku 207 roj in berdewam dikin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî yên êrişên li dijî Xezayê de 47 filîstîniyên din jî jiyana xwe ji dest dan, 61 filîstînî jî birîndar bûn.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan heya niha de jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 535, hejmara birîndaran jî bû 77 hezar û 704. Herwiha hat bibîrxistin ku hêj jî di bin kavilan de û li ser riyan cenaze hene.