Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê

  • cîhan
  • 21:45 12 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên li ser Rojavayê li pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya Danimarkayê li hev civiyan û ev bang li hikûmetê kirin: “Demildest xwedî li Rojava derkevin.”

Kurdistanî û dostên wan ên li Danimarkayê danê sibeê li pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya Danimarkayê li hev civiyan, ji bo protestokirina êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin.Mîtîng bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
 
‘RABÛNA LI DIJÎ KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK ERKA MIROVAHIYÊ YE’
 
Di axaftinan de hat diyarkirin ku ew 50 sal in ji bo azadî, aştî û çareseriyê diqîrin û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda Îmraliyê hat şermezarkirin û wiha hate gotin: “Heta ku Rêbertiya me azad bibe û statuya Kurdistanê bê naskirin, em ê li her qada jiyanê têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Di berdewamiya axaftinê de hate diyarkirin ku divê her kes û bi taybet Kurd divê li dijî qirkirinê berpirsyarî bigire û wiha hat gotin: “Li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de gelekî tê dîlgirtin, her curê polîtîkayên qirkirin û jenosîdê tên kirin. Erka her kesî yç mirovahî û neteweyî ye ku li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekine.”
 
Di axaftina li ser navê PYD’ê ya bi zimanê kurdî û danmarkî de wiha hat gotin: “Jiyanîkirin û xwedîderketina li Rojava erka lezhîn a raya giştî ya navneteweyî ye. Peyama me ji bo hikûmeta Danimarkayê, hemû saziyên mirovî û demokratîk û rayedarên navneteweyî; divê bi lezgînî xwedî li Rojava derkevin.”
 
Serdar Benlî ê li ser navê Partiya Gel a Sosyalîst a Danimarkayê (SF) mafê axaftinê girt, diyar kir ku partiya wan her tim wê li gel Rojava bin û êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê şermezar kir.
 
SONDERGAARD: SEDEMA BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ NAYÊ FAMKIRIN
 
Li ser navê koma Partiya Yekîtiyê Parlamenterê Enhedslistenê (Partiya Koalîsyonê ya Kesk û Sor) Søren Søndergaard jî axaftinek kir û got: “Hefteya borî piştî hilweşîna rejîma Esad, dema ku me dîmenên mehkûmên ku bi salan di girtîgehên Sûriyeyê de rastî êşkenceyê hatine dîtin, me baweriya xwe ya ji bo mirovahiyê winda kir. Bi heman awayî piştî me bêdengiya cîhanê ya li hember êrîşên komên cîhadîst ên li ser Rojavayê jî dît, me guman ji mirovahiya xwe kir.
 
EM Ê PIRSYARNAMEYÊ PÊŞKÊŞÎ PARLAMENTOYÊ BIKIN
 
Em bi tu awayî bêdengiya raya giştî ya cîhanî ya li hember êrîşên li gelê Rojavayê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê canê xwe feda kirin, fam nakin. Ji bo şikênandina vê bêdengiyê, wek Partiya Koalîsyonê ya Kesk û Sor (Enhedslisten) em îro li kêleka Kurdan in. Çawa ku em duh li kêleka Rojavayê bûn, ji niha û pê de jî em ê li ber milê wan bin.”
 
Parlamenter Søndergaardê diyar kir ku ew ê di civîna xwe ya 17’ê Kanûnê de ku dê li Parlamentoya Danîmarkê bê kirin, der barê Rojavayê de pirsyarnameyê pêşkêş bikin.
 
Çalakî piştî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Dîktator Erdogan”, “Faşîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Hevgirtina Navneteweyî” bi dawî bû.