Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê

  • cîhan
  • 11:45 20 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên swîsreyî diyar kirin ku tevahiya pêkhateyên li Rojava di bin xetereyê de ne û li dijî êrişên dewleta tirk bang kirin ku her kes bikeve nava liv û tevgerê. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Bertekên li dijî êrişan ên navneteweyî her ku diçe zêdetir dibin. Parlamenterê Parlamentoya Federal ê ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Fabian Molina, Parlamenterê Parlamentoya Federal ê ji Partiya Lîberal-Radîkal Alex Farinelli, Parlamenterê Parlamentoya Federal ê ji Yekitiya Demokratîk a Federal Erich Vontobel, Parlamenterê Parlamentoya Federal ê ji Partiya Keskan Balthasar Glaettli û Parlamenterê ji Franksiyona Navendî (Die Mitte) Stefan Muelller-Altermatt bi pêşnûmeya ku pêşkêşî Konseya Federal kirin, bal kişandin ser êrişan.
 
Parlamenterên swîsreyî bal kişandin ser gefên êrişê yên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin ku li hemberî êrişan bikeve nava liv û tevgerê.
 
JI BO GELAN GEF E
 
Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku êrişên dewleta tirk ên li ser qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê metirsiyê dixe ser aramiya herêmê û wiha hate gotin: “Êriş li hemberî Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî, Xiristiyanan metirsiyeke cidî ye.”
 
RÊ LI BER ZINDÎBÛNA DAIŞ’Ê VEDIKE 
 
Di pêşnûmeyê de hate destnîşankirin ku êrişên li ser herêmê şaneyên DAIŞ’ê ji nû ve xist nava liv û tevgerê û wiha hate gotin: “Bêaramî di heman demê de dikare bibe sedem ku komên tundrew ên mîna DAIŞ'ê ji nû ve bi ser xwe de bên û bibe sedema tevgereke nû ya penaberiyê. Ji ber kevneşopiya xwe ya alîkariya mirovî û berpirsyariya xwe ya di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de Swîsre berpirsyar e ku bêyî bêalîbûna xwe binpê bike ji bo dawî li vê tundrewiyê bigire bixebite.”
 
BANG LI KONSEYA FEDERAL KIR 
 
Parlamenteran di pêşnûmeyê de herî dawî ev bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin: "Konsey ji bo parastina hindikahiyên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê û dawîanîna li êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo kêmkirina rageşiyê di çarçoveya bêalîbûna xwe de divê amûrên polîtîkaya derve hemûyan bi kar bîne.”
 
Ji pênc partiyên siyasî yên cuda gelek parlamenteran mohra xwe danîn binê pêşnûmeyê ku pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin.