Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin

  • cîhan
  • 11:44 14 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî mirina Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê bi erişên Îsraîlê, di dewsa wî de Tumgeneral Emîr Hatemî wek Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin.
 
Bi biryara Serfermendarê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyid Alî Hamaney, Tumgeneral Emîr Hatemî, wek Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê hate tayînkirin. Alî Hamaney, Tumegeneral Emîr Hatemî wek Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê wezîfedar kir. General Hatemî, di salên 2013-2021’an de Wezareta Berevaniyê bi rêve birî.
 
Ayetullah Hamene, bi biryarnameyek fermî ve wezîfedarkirina Hatemî wek “fedakar, kamil û pispor” pênase kir û banga “nêzikatiya şoreşger û veguhêrîner a di bin serkirdetiya wî de” kir. 
 
Di biryarnameyê de wiha hate destnîşankirin: “Bi pisporî û giridayina karmendên artêşê, bi tecrubeyên di Parastina Pîroz û piştî wê de hatine bi destxistin, tê payîn ku amederiya şer bê zêdekirin, hêza manewî û îdeolojîk bê xurtkirin û bêyî navber bi baskên dîtir ên Hêzên Çekdarî re hevkari bê zêdekirin.”