Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin

  • cîhan
  • 12:51 14 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandariya Artêşa Îranê ragihand ku du fermandarên din ên leşkerî yên Îranê di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de hatine kuştin.
 
Navenda Serfermandariya Artêşa Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişek ya Îsraîlê ya li ser Îranê de du fermandarên leşkerî yên Îranê Xulam Riza Mehrabî û Mehdî Rebanî hatin kuştin. Hate diyarkirin ku Xulam Riza Mehrabî alîkarê serfermandarê artêşa Îranê ji bo karûbarên îstîxbaratî bû û Mehdî Rebanî jî alîkarê serfermandarê artêşa Îranê ji bo operasyonên leşkerî bû.