Li Zanîngeha Dîcleyê qirkirina daran

img
AMED - Zanîngeha Dîcleyê bi hinceta çêkirina kanalîzasyona di nava kampûsê de, 100 darên çamê ji rihê ve rakir. 
 
Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê, bi hinceta çêkirina kanalîzasyona ku dê li devera li hemberî Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanistên Teknîkê, zêdetirî 100 darên çamê yên 20 salî ji rihê ve derxist. Balkêş e ku ev dar dema ku xwendekar di betlaneyê de hatin jê kirin. Rêxistinên ekolojiyê jî bertek nîşanî rektoriyê dan. s