Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye

img
COLEMÊRG - Çalakiya li dijî xebatên kanên madenan ya li herêma Marûnisê hatiye destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam dike. Ji navçeyên derder jî piştgiriya çalakiyê didome. 
 
Xebatên kanên madenê yên ji sala 2007’an di gundê Marûnisa Colemêrgê de hatiye destpêkirin xwezayê xera dike. Çalakiya welatiyan a li dijî kanên madenê di 22’yê nîsanê de dest pê kiriye jî berdewam dike. Li gel şêniyên li herêmê gelek welatiyên ji navçeyên derdorê tên jî piştgiriyê didin çalakiyê. Çalakvan dixwazin xebatên kana madenê ya Şîrketa Kanê ya Sedex Resources daye destpêkirin werin rawerstandin.
 
Çalakiya ser Pira Şinê ya ser riya Colemêrg û Çelê hatiye destpêkirin di roja 4’emîn de  berdewam kir. Welatiyên ku hem bi rayedarên Walîtiya Colemêrgê re hem jî bi rayedarên fîrmayê re hevdîtitinan pêk anîne diyar kirin ku daxwazên wan neyên qebûlkirin. Çalakiya gundiyên li herêmê berdewam dike û cendirme jî li herêmê tevdîrên ewlehiyê zêde kirine. 
 
Nêzî 100 çalakger nobetê li herêma ku xebatên kana madenê lê tên meşandin didome û welatiyên ji navçeyên derdor tên jî piştgiriyê didin çalakiyê. 
 
Welatî daxwazên xwe wiha rêz dikin:
 
* Xebatên kana madenê yên li ser çêra gundê Marunisê bila were sekinandin. 
 
* Zirara kana madenê daye hawîrdorê bila were rastkirin.
 
* Texrîbatan kana madenê bila ji holê werin rakirin, gund wekî berê were sererastkirin.
 
* Bila ji nû ve dar li herêmê werin çandin.