Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistanê ji ber barana zêde ya 3 roj in dibare lêhî rabû û 17 kes jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî agahiyên nûçeya ajansa fermî ya Pakistanê, Associated Press Of Pakistan (APP) li hinek herêmên eyaleta Hayber-Pahtunhva, ji ber barana zêde 116 avahî hilweşyan û hinek rê jî hatin girtin.
 
Hewiha hat ragihand ku ji ber barana zêde ya 3 roj in didome, 5 jê zarok 17 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûne.
 
Hat diyarkirin ku 148 sewal jî ber lêhiyê ketine û mirine. Tê gotin ku xebatên ji bo alîkariyê dewam dikin û rêyên hatine girtin jî têne vekirin.