MÊRDÎN - Danê sibê li Şemrexê şewat bi daristanê ket, bi alîkariya welatiyan û bi midexileya helîkopteran ve hate temirandin lêbelê piştre li Keleha Şemrexê şewat derket.
Di danê sibehê de li gundên Şebê û Melebîka yên bi ser navçeya Şemrex a Mêrdînê şewat derketibû û ev şewat hate kontrol kirin. Piştî gurbûna agir, gundiyan bi deviyan ve midaxele kirin. Piştî agahdarkirinê, komên agirkujiyê sewqî herême hatin kirin. Hevserokên Şaredariya Şemrexê yên DEM Partiyê û endamên meclisê çûn cihê şewatê û beşdarî temirandina agir bûn.
Agir bi bandora bayê ve ber bi sînorê gundê Deşanê ve belav bû. Li ser vê yekê welatiyan ji bo midexileya helîkopterê bang kir. Piştî bangê, helîkopterên ji Mêrdîn û Amedê hatibûn midexeleyê şewatê kirin. Encama midexileyê agir hate temirandin.
Piştî temirandinê, li herêmê xebatên sarkirinê hatin destpêkirin.
Piştî temirandina agir, hate ragihandin ku şewat li Keleha Şemrexê jî derketiye. Welatiyên ku ji şewatê agahdar bûn, derbasî cihê şewatê bûn û midexele kirin. Qismek ji koma agirkujiyê jî sewqî Keleha Şemrexê bûn. Hate ragihandin ku midexele li şewatê hatiye kirin.