Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?

  • rojane
  • 10:38 19 Mijdar 2020
  • |
img

MELETÎ – Dayika Kemal Kûrkût, Sîcan Kûrkût nerazîbûn nîşanî beraetkirina polîsê kujer ê kurê xwe da û got: “Çima edalet tune ye? Ev edaletek çawa ye, kesek ku ciwanekî dikuje serbest tê berdan? Em ê qet û qet vê biryara dadgehê qebûl nekin.” 

Dadgeha Amedê derbarê polîs Y.Ş. ê Kemal Kûrkût ku di Newroza 2017’an di têketina Qada Newrozê de kuştibû biryara beraetê da. Dayika Kûrkût, Sîcan Kûrkût bertek nîşanî biryarê da.    
 
Em çûn navçeya Battalgazî ya Meletiyê û me li deriyê dayik Sîcan Kûrkût xist û em biryara dadgehê li gel wê axivîn. Me şahidî kir ku dayika Kemal her sala ku diçe ji ber xem û kula kurê xwe zeîftir dibe. Dayik Sîncan Kûrkût li odeya lawê xwe Kemal ku heta niha destê xwe nedayê carek din hêrs û êşa xwe anî ziman. 
 
13 FOTOGRAFÊN KEMAL LI ODEYÊ NE 
 
Li odeya Kemal, pirtûk, kemana wî ku pirr jê hez dikir, pêlavên wî, compîtora wî û çenteyên û gelek tiştên din têde hene. Adeta ode wek muzeya Kemal xuya dike. Li vê odeyê tenê tiştek guheriyê ew jî bicihkirina 13 fotografên Kemal in. 
 
Li odeya kelûpelên Kemal lê ne helbesta “Strana berbangê (Şafak Turkusu)” a Nevzat Çelîk jî li ser kaxezek xwe dide xuyakirin. 
 
‘EV EDALETEK ÇAWA YE’ 
 
Kûrkût da zanîn ku dema ew xebera biryara beraetkirina polîsê kujer dibihîze ji ser hişê xwe diçe û dibêje “Ev çawa edalet e, ev çawa dadgeh e, ev çawa dadger e? Min kurê xwe ne ji bo ew mişk wî bikuje mezin kir.” 
 
Kûrkût destnîşan kir ku polîs kurê wê kiriye nîşana xwe û wî qetil kiriye û got: “Em ê qet û qet vê biryara dadgehê qebûl nekin. Bêsûc û bêguneh berdan lawê min û wî kuştin. Heke sûcek wî hebe, wî binçav bikin û bigirin. Çavê we kor bibe, ma hûn nabînin? Çima hûn gule berdidinê. Kor bibin.” 
 
 
Kûrkût anî ziman ku her roja wê ya di nava bêcezakirina qatil û berpirsiyaran de di warê derûnî de hin bêtir xwe aciz hîs dike û got: “Berxikê min sêwî bû. Min wî û zarokên xwe din di nava feqîriyê de mezin kir. Çawa çê dibe gêncek 22 salî yê bêsûc dikujin û qatil jî ceza nakin.” 
 
‘BIRYAR TÊ MANEYA KU WÊ GELEK KES WERIN KUŞTIN’ 
 
Kûrkût diyar kir ku her sala ku diçe ew hin bêtir bêriya Kemalê xwe dike û necezakirina kujerê Kemal dê pêşî li cînayetên nû veke û got: “Biryarên wisa tên maneya ku wê hêj polîs gelek gêncan bikujin. Wê ji xwe re bêjin ‘ji me re dimîne.’ Em ê dev ji doza xwe bernedin û pêşiya kujeran jî bernedin.” 
 
‘QATILÊ XWE NAS NEKIR’ 
 
Kûrkût destnîşan kir ku lawê wê Kemal kesek hestiyar, bêzirar bû û got: “Kesek zirarê bidayê jî wî dengê xwe nedikir. Digot ‘ev tiştek ji min nakin û bela xwe li min nadin.’ Qatilê xwe nas nekir û ji wan re negot ‘ev zalim in, qatil in û bêwîjdan in’.” 
 
Kûrkût dazanîn ku gêncên mîna Kemal bêhejmar ji aliyê polîsan ve hatine kuştin û wiha got: “Çima li ser dilê rehet û kêfî gêncan qetil dikin? Heke wisa dewam bike wê kuştina ne ya ewil be û ne jî ya dawî be.” 
 
EDALETÊ BI BÎRA WEZÎR GUL XIST  
 
Kûrkût berevajî gotinên “Bila edalet cihê xwe bibîne, çi dibe bila bibe, bila qiyamet rabe” yên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, di doza Kemal Kûrkût ku edaletê cihê xwe nedîtiye û ev ê qet vê qebûl nekin û got: “Çima edalet tune ye? Ev edaletek çawa ye, kesek ku ciwanekî dikuje serbest tê berdan?
 
HEZKIRIYÊN WÎ BILA LI VIR BIN’ 
 
Kûrkût herî dawî ji bo salvegera kuştina kurê xwe bang li hezkiriyên wî kir ku piştevaniyê nîşan bidin û got: “Me bi tenê nehêlin. Her kesê ku jê hez dike dixwazim di salvegera kuştina wî de li vir bin û li cem Kemalê min bin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel – Mehmet Erol
 

Sernavên din

19/11/2020
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re
13:06 Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir
13:04 Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin
12:24 Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir
12:14 ‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
11:59 12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir
11:42 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
10:57 Jiyana xwe fedayî aştiyê kir
10:13 18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin
10:12 Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife
09:53 Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê
09:52 Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin
09:17 'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin'
09:15 Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne
09:15 Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:14 Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin
09:13 'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin'
09:12 Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin
09:11 Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye
09:05 Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike
09:04 Bazarek û ji wê şûnde…
09:03 Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN
16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê
16:11 Serokê MHP'ê yê kurê xwe kuştibû hat girtin
15:12 TTB: Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de şewb tuneye
15:00 Jinek li Konyayê hat qetilkirin
14:37 Li Colemêrgê 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
14:21 SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir
14:20 Dayikên Şemiyê hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî
14:20 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza redkirina dadger hat redkirin
13:24 Derbarê kesê rola sereke di Komkujiya Pirsûsê de leyîstiye biryara neşopandinê
13:17 Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev
12:46 Cendirmeyan li Qelqeliyê 10 kesan binçav kir
11:48 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç tehliye bû
11:05 Velîd Mûallîm jiyana xwe ji dest da
10:52 Li Amedê mamosteyek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
10:51 Malbatên Pirsûsê bertek nîşanî Akar dan: Qatil li holê ne
10:48 ‘Guhertina Qanûna Hilbijartinê ne çareserî ye’
10:05 Konteynerên tenduristiyê penaberên sûriyeyî rakirin
09:02 Serpêhatiya jinek ku dibêje ‘Jiyanek din mimkin e’
09:02 Qeyûm li Amedê çêdike û xera dike: Xaçerêyek sê caran hat xerakirin û çêkirin
09:00 Tarik Ziya Ekîncî: Divê kurd baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neynin
09:00 Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN
15/11/2020
21:24 Li Çinarê karker bi ceryanê ve zeliqî
20:15 Li Tirkiyê 89 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:09 Li Êlihê zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû maye
17:17 Polîsan dikanderek derp kirin: Rewşa wî ne başe