Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn

  • jin
  • 09:06 22 Mijdar 2020
  • |
img
WAN - Yek ji avakara VAKAD'ê Zozan Ozgokçe, anî ziman ku di vê serdemê de pirsgirêkên jinan zêde bûne û jinên diçin qereqolê jî bi pirsên wekî "tu hatî çi?" re rû bi rû dimînin. 
 
Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) 4 sal berê bi KHK'ê hatibû girtin. Piştî komele hat girtin jî endamên komeleyê dev ji xebatên xwe bernedan û her tim piştgiriya jinên mexdûr kirin. Yek ji avakarên komeleyê Zozan Ozgokçe bbal kişand ser pirsgirêkên ku li bajêr jin bi wan re rû bi rû dimînin. 
 
4 SAL IN DIXEBITIN 
 
Ozgokçe, destnîşan kir ku piştî bi KHK'yan komeleyên jinan hatin girtin, şideta li hemberî jinê jî zêde bûye û got, ji ber ku komele tune ye pir nikarin piştgiriyê jî bidin. Ozgokçe, bal kişand ser pêvajoya hiqûqî ya derbarê girtina VAKAD'ê jî û got, di vê pêvajoyê de endamên komeleyê hedef hatine girtin û tim ketine nav nahpikên darazê. Ozgokçe, destnîşan kir ku çendî ku komele hatibe girtin jî dev ji têkoşîna jinê bernedane û di vî 4 salî de her tim hewl dane ku alîkariya jinan bikin û jinên serî li wan dane jî yeko yeko bi wan re eleqedar bûne. 
 
Ozgokçe got: "Helbet bi awayekî sazîyî eleqedarbûna bi jinan re cuda bû. Mesela, çend roj berê jineke penaber serî li min da. Bi şideteke dijwar re rû bi rû maye. Zilamê zewicandî rabûye dest daniye ser pasaporta jinikê. Tahde lê kiriye û gefan lê dixwe. Ev jinik gava komele nehatibû girtin dihat me di warê derûnî û hiqûqî de piştgiriya wê dikir. Heta me cihê mayînê jî peyda dikir. Lê niha em zehmtiyê dikişînin." 
 
‘KÊMASÎ HENE' 
 
Ozgokçe, anî ziman ku berî ku komele bê girtin li bajêr û herêmê çi cinayetên jinan çêbûbûna haya wan jê çêdibû û got, tevî malbata jinên dihatin kuştin doz dişopandin û alîkariya wan dikirin. Ozgokçe, bilêv kir ku lê mixabin niha di dest wan de ev derfet tune ye û got: "Mixabin ji ber ku niha di warê saziyî de di dest me de derfetek wiha tune ye, di warê jinan de kêmasî hene. Ji lewra me bi argumanan polîtîkayek hildiberand. Ji bo destkeftiyên jinan girîng bû. Lê ev zemîn ji dest me standin. Ev yek ji bo jinan nebaş bû." 
 
Ozgokçe, bal kişand ser pirgsirêkên jinên ku piştî komele hat girtin û serî li qereqolan didin jî û got: "Berê me guh li jinên dihatin navenda piştevaniyê yan jî stargehê dikir, me derbarê saziyan de agahî werdigirtin. Em hîn dibûn bê ka kîjan sazî ji bo jinan çi dike û çawa nêzî jinan dibe. Me li gor vê ji xwe re rêyek peyda dikir. Me daxuyaniyên çapemeniyê didan û me çalakî li dar dixistin. Lewma ji têkoşîna me ditirsiyan. Lê belê niha li wan rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan nemane. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên mezin." 
 
Ozgokçe got: "Jinên ku serî li qereqolê didin, dmeeke dirêj tên sekinandin û dixwazin jinan qaneh bikin. Her wiha jinên diçin qereqolê, pirsa 'tu ji bo çi hatiyî' ji wan tê kirin. Gava VAKAD hebû me mudaxileyî tiştên wiha dikir û me gelek tişt diguherandin. Lê belê niha kesên li qereqolan dixebitin hemû guherîne û pêkanînên wan jî wekî yên berê dewam dikin." 
 
BANG LI JINAN KIR 
 
Ozgokçe, destnîşan kir ku ji ber van pirsgirêkan divê jin hîn btir xwe birêxistin bikin û got: "Her jin divê bi xwe bawer be û nehêle bê eciqandin. Divê hay ji mafên xwe hebe. Heger li apardûmanekê 3 jin rêxistinkirîbin, ev tiştekî pri girîng e. Heger em xwe birêxistin bikin, em ê karibin ji derheqê şidetê derkevin." 
 
 

Sernavên din

22/11/2020
09:15 Guney: Jinnews wê hebe û dê gotina xwe bibêje
09:14 Qeyûmek çêdike, qeyûmek jî xera dike!
09:12 ‘Dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne'
09:10 ‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’
09:08 31 salan tahde lê hat kirin, niha jî ji bo keça xwe têdikoşe
09:06 Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn
09:04 Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêde bûn
09:02 Surucu: Divê êdî CPT li dijî tecrîdkirina Ocalan gavan biavêje
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN
21/11/2020
21:50 Rojnamevan Akman hat berdan
21:14 Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan
16:56 Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye
16:56 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
16:41 Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:40 Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin
16:01 Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
15:29 ‘Bi operasyonan lez didin hilweşandina desthilatdariyê’
15:23 Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket
14:57 ‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan’
14:49 Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan
14:35 Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin
14:03 40 sal in Hayrettîn Eren winda ye
14:03 Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin
13:34 Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî
13:31 2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e
12:25 Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî
11:56 Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê