Guney: Jinnews wê hebe û dê gotina xwe bibêje

  • jin
  • 09:15 22 Mijdar 2020
  • |
img
AMED - Heya niha gelek caran malpera jinnewsê hatiye astengkirin. Edîtora jinnewsê Ayşe Guney bertek nîşan da û got: “Li dijî tundî, tecawiz, pişaftin, bênasnametiyê û qedexeyan çi qas jin vîna xwe biparêzin û gotinên xwe bibêjin wê jinnews jî hebe, hebûna xwe bidomîne û dê gotina xwe bibêje.”
 
Ajansa jinnewsê ya bi zimanê kurdî, tirkî, ingîlîzî û erebî weşanê dike, ji 25’ê Îlona 2017’an an ku roja destpêka weşana xwe heta niha 14 caran rûpela wê hatiye astengkirin. Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanîstî (BTK) bi hinceta hin nûçeyên hatine weşandin rûpela jinnewsê di mehekê de 3 caran asteng kir. Ajansa ku gelek caran zext lê tên kirin, nûçegihanên wê tên binçavkirin û girtin, herî dawî edîtora wê ya serwîsa kurdî û rêvebera PEN’a Kurd Roza Metîna hat binçavkirin. Edîtora Jinnewsê û Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney derbarê zext û astengkirinên li ser ajansa wan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
Guney, diyar kir ku astengkirina rupela ajansa wan girêdayî zêxtên desthilatdariyê yên li ser jinê ye û got: “Nêzî saleke desthilatdariyê bi temamî jin kirine hedef û bi binçavkirin û girtinan zextê li saziyên jinan dike. Astengkirina ajansa me jî perçeyekê vê yekê ye. Rastiya desthilatdariyê ya ji ber berxwedana tevgera jinê ketiye nav fikarê li hemberî me heye. Ji ber wê yekê hewl didin qadên nûçegirtinê û xweafirandina jinan ji holê rakin. Lewma li gor me, di mehekê de sê caran astengkirina ajansa me, girêdayî vê yekê ye." 
 
‘NAXWAZIN DENGÊ JINÊ WERE BIHÎSTIN’
 
Guney, bibîr xist ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan nêzîk dibe û wiha axivî: “Jinan li qadan çalakiyên gelek girîng derxistin holê û gotinên xwe zêde kirin. Em jinnews jî em ê careke din gotina jinan bilind bikin. Wê dengê jinê were bihîstin. Çi bikin bila bikin, em ê dev ji vê rêyê bernedin." 
 
'WÊ NIKARIBIN ÇAPEMENIYA JINAN ÇAVTIRSSANDÎ BIKIN' 
 
Guney, da zanîn ku di demên dawî de girtin û binçavkirina jinan zêde bûye û rojnamevanan jî para xwe ji vê yekê girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî em rojnamevanên heremê para xwe ji binçavkirinan digirin. Edîtora me ya serwîsa kurdî û rêvebera PEN’a Kurd Roza Metîna jî hat binçavkirin. Divê mirov vê operasyonê bi awayekî berfireh wergire dest, ji ber ku operasyon li KCD’ê hat kirin. Gotinên kurdan ên bi hev re, derxistina holê ya çanda xwe, li hemberî pişaftinê têkoşîna bi hev re û sekna wan ya aşitiyane dibe bersivek esas. Hevala me jî di vê çarçoveyê de hat binçavkirin. Di heman demê de peyameke li dijî nûçegihanî û têkoşîna jinê."
 
Guney, diyar kir ku dê çapemeniya bi binçavkirina têk neçe û got: "Em jinnews çi bibe bila bibe, dê sekna me ya li hemberî vê bidome." 
 
‘JINNEWS WÊ GOTINA XWE BIBÊJE’
 
Guney, destnîşan kir ku di serî de têkoşînan jinên kurd û bi giştî jî têkoşîna hemû jinan didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî her roj, 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê jin li qadan, kolanan, medya civakî û meclîsê gotinên xwe dibêjin. Li tu deran em li paş nasekinin. Li dijî tundî, tecawiz, pişaftin, bênasnametî û qedexeyan çi qas jin vîna xwe biparêzin û gotinên xwe bibêjin wê jinnews jî hebe, hebûna xwe bidomîne û gotina xwe bibêje û bilind bike. Bi temamî bigirin jî em ê rêya xwe bi awayekî bidomînin. Çi dibe bila bibe wê dengê jinê were bihîstin û bilindkirin." 
 
MA / Eylem Akdag - Fahrettîn Kiliç
 

Sernavên din

22/11/2020
09:15 Guney: Jinnews wê hebe û dê gotina xwe bibêje
09:14 Qeyûmek çêdike, qeyûmek jî xera dike!
09:12 ‘Dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne'
09:10 ‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’
09:08 31 salan tahde lê hat kirin, niha jî ji bo keça xwe têdikoşe
09:06 Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn
09:04 Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêde bûn
09:02 Surucu: Divê êdî CPT li dijî tecrîdkirina Ocalan gavan biavêje
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN
21/11/2020
21:50 Rojnamevan Akman hat berdan
21:14 Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan
16:56 Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye
16:56 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
16:41 Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:40 Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin
16:01 Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
15:29 ‘Bi operasyonan lez didin hilweşandina desthilatdariyê’
15:23 Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket
14:57 ‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan’
14:49 Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan
14:35 Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin
14:03 40 sal in Hayrettîn Eren winda ye
14:03 Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin
13:34 Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî
13:31 2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e
12:25 Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî
11:56 Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê