Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin

  • rojane
  • 09:11 22 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Parêzer Gulîzar Tûncer, destnîşan kir ku "lêgerîna tazî" ku ev demeke di rojevê de ye, li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin. 

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan Omer Farûk Gergerlîoglû, piştî ku lêgerîna tazî ya li Midûriyeta Polîsan a Ûşakê li 30 jinan hatibû ferzkirin xist rojeva Meclîsê, ev yek bû sedema nîqaşan. Piştî vê Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengîn jî îdia kiribû ku tiştekî werê nehatiye kirin û bi ser de jî Gergerlîoglû tawanbar kiribû û gotibû Gergerlîoglû Meclîsê terorîze dike. Serokwekîlê Koma AKP'ê yê din Cahît Ozkan jî delîl xwestibûn û îdia kiribû ku tiştekî werê nehatiye kirin. Her wiha Waliya Ûşakê Fûnda Kocabiyik jî ragihandibû ku tiştekî werê çênebûye û dê giliyê Gergerlîoglû bike. Lê belê tişta ku AKP red dike û delîla wê dixwaze di rêziknameya girtîgehê de heye. 
 
Parêzer Gulîzar Tûncer, diyar kir ku lêgerîna tazî di dema binçavkirinê de û li girtîgehan li her kesî tê ferzkirin. Her wiha Tûncerê destnîşan kir ku zarok û extiyarên ku dema ji bo hevdîtinê diçin girtîgehê jî bi vê kirinê re rû bi rû dimînin. Tûncer, bilêv kir ku lêgerîna tazî bi salan e li Tirkiyeyê pêk tê û xasma jî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji bo vê qanûn û giştîname hatine çêkirin. 
 
'ŞERMA ÎQTIDARÊ' 
 
Tûncer got: "Îqtidara AKP'ê qanûn çêkir. Lê Serokwekîla AKP'ê Ozlem Zengîn serî li derewê da û got, 'lêgerîna tazî tune ye.'  Ev şerm e. Gava ew bibêjin tune ye, îşkence ji holê ranabe. Gelek caran hat kirin. Tim tê kirin. Bêhedî ye ku mirov bibêje li girtîgehan lêgerîna tazî, tahde û îşkence tune ye." 
 
Tûncer, anî ziman ku li Tirkiyeyê îşkence jî di nav de îspatkirina hemû muameleyên xirab li mexdûran tê barkirin û got: "Lêgerîna tazî li deverên nayên dîtin tê kirin. Kamera tên girtin an jî li deverên ku kamera tune ne tê kirin. Ên sûc dikin, delîlên sûcî winda dikin. Paşê ji mexûr dixwazin ku vê yekê îspat bikin. Hin caran ji bîr dikin ku kamerayan bigirin. Îcara gava meriv li tiştên tê kirin dinêre, heyr dimîne. Di binçavan de lêgerîna tazî li jinan ferz dikin. Li cem polîsên jin, polîsên mêr jî hene. Di kamerayên girtîgehan de tê dîtin ku karmendên zilam jî hene. Heya niha ji bo rezaletên bi vî rengî bêdeng man." 
 
PIRSGIRÊKEKE CIVAKΠ
 
Tûncer, destnîşan kir ku lêgerîna tazî kirineke biçûkxistinû û binpêkirina rûmetê ye. Tûncer, bilêv kir ku ji bo ev muamele û îşeknce bi dawî bibe tenê aşkerekirina kesekî têr nake û got: "Rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûqê, rêxistinên demokratîk û eniya muxalefetê hemû divê li ber vê îşkenceyê rabin û dengê xwe bilind bikin. Ên herî zêde bi vê îşkenceyê re rû bi rû dimînin dedorên muxalif in. Lewma ên herî zêde li ber rabin jî divê ew bin. Divê ne bi awayekî şexsî, bi awayekî girseyî gilî bê kirin. Gilîkirin jî têr nake, bi israr divê bê şopandin. Daxuyaniyên Gergerlîoglû, bû cihê dengekîb ilind. Dû re bi tenê hat hiştin. Hedef hat nîşandan. Divê ev neyê kirin." 
 
Tûncer, anî ziman ku lêgerîna tazî "pirsgirêkeke civakiyî" ye û xwest rojek berî rojekê muxalif bên cem hev du û li dijî vê tevbigerin. 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

22/12/2020
11:26 Leyla Guven ku hatibû girtin birin girtîgehê
11:12 Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn
11:12 TJA’yê biryara berdewa kampanya xwe da: Rojeva me ya sereke tecrîd e
11:01 Parêzerê Leylayê: Divê lêpirsîn were kûrkirin û sûcdaran derxînin holê
10:04 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an
10:02 ‘Li pey biryara dûrxistina wezîfeya min, hevşaredara ku hat îxrackirin heye’
09:12 Ji bo tecrîdê bang ên li derve kir: Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin
09:12 Derbarê 7 ciwanan de îdianame hat amadekirin
09:12 MED TÛHAD-FED: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne
09:12 'Daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin'
09:11 Li Tirkiyê wêneyê edaletê: Malbata Şenyaşar
09:11 Qeyûm di îhaleyekê de 2 milyon TL çirpandiye!
09:11 Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2020'AN
00:10 Leyla Guven hat binçavkirin
21/12/2020
19:32 254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:58 Platforma Jinan a Dersimê ji bo 5'ê Çileyê bang kir
16:19 Nûçegihana me Dûrgût hat berdan
16:19 KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e
16:15 HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
15:52 Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike
15:06 Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
14:39 Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
14:37 Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin
14:14 Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT
14:02 Li Êlihê du wêneyên cuda!
13:08 Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin
12:22 ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin
11:40 Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin
11:14 Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?
11:14 Li Seyhanê bombeya deng teqiya
11:13 Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî
10:03 Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin
09:06 Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir
09:06 Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin
09:06 Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene
09:06 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’
09:06 AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da
09:06 Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne
09:06 Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN
20/12/2020
19:47 Li navçeya Sûrê wêneyek balkêş
19:32 Gotinên nûçegîhana me Dûrgût hatin girtin: Nûçe jê hatin pirsîn
16:08 Li Êlihê operasyona Kobanê: 4 binçav kirin
15:25 Hejmara kesên di şewata nexweşanê de mirin derket 11’an
14:22 Çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 19'emîn de ye
13:51 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin: 2 girtî hatin sewqkirin
12:51 Berdevkê QSD'ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsa dagirkeriye
12:42 Li Efrînê di 2 salên dawî de 200 jin hatin revandin
12:11 Li Girtîgeha Curnê Reş girtî dibin rîskê de ne
11:31 Dozgeriyê 9 fezlekeyên din şandin Meclîsê
09:25 Ji 2 karkerên dibin hezanê de man yek jê jiyana xwe ji dest da
09:18 Li ser medyaya civakî ferzkirina sîxurtiyê
09:18 Rapora derbarê qeyûm de: Karê dijî mewzûatê, dijî mebestê bikaranîna dahatê
09:14 Sînan Çîftyurek: Heger kurd li dor stratejiyeke hevpar tevnegerin dê perçeperçe bibin
09:12 Dayika Tûranê felcî: Îşkencê lê dikin
09:11 Keça manewî ya qeyûm pereyên şaredariyê ji bo daweta û rojbûna xwe xerc kiriye
09:09 Ekolojîst Turkay: Li dijî krîza avhewayê, çareserî îqtidarên şoreşger e
09:06 Rojnameya Xwebûnê salek li pey xwe hişt
09:03 Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û girtiyan
09:02 Di pandemiyê de jî ekolojî hat rûxandin!
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'AN
08:21 Li Wanê bi pileya 4.5 erd hejiya
19/12/2020
23:08 Hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyê de mirin bû 10
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin