Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe

img

WAN – Li Wanê daxuyaniya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd hat dayîn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku pêwîste siyaseta kurdî li her deverê bi ruhê yekîtiya neteweyî rabe û li dijî êrişan ser gelê krud rabin. Ozturk da zanîn ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî şerm û rûreşiyek mezin e.

 
Li Wanê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Niha dema yekîtiya neteweyî û pêkanîna azadiyê ye" daxuyaniya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd li dar xist. Tevî hemû astengî û mudaxileya polîsan jî daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê bi beşdariyek qelebalix hat dayîn. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, rêveberên DBP, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Daxuyaniya bi kurdî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk xwend û daxuyaniya bi tirkî jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz xwend. 
 
Daxuyaniya ji aliyê Ozturk ve hat xwendin wiha ye:
 
“Bi destên netewdewletên herêmî ên serwer û hêzên emperyalist tevî Modernîteya Kapîtalîst, înkara hebûna gelê Kurd destpêkir. Gelê me yê ku li hember vê rabûn li her çar aliyê Kurdistanê bi destê heman ferasete bi qetlîamên dijmirov rûbirû man. Lê di gel vî qasî qetlîam, mişextkirin û dûrxistinan gel tu caran ne dest ji hebûn ne jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Di demên herî zehmet de ji nû ve rabû ser piyan; li hember desthilatdar û dagirkeran  hebûna xwe, zimanê xwe, çanda xwe her parastin û hêj jî diparêzin. 
 
DIVÊ EM BI BAWERÎ RABIN 
 
Em îro di sedsala 21’emîn de ne. Hetanî doh hêzên ku plansaziya qetlîamên Kurdan bi hev re dikirin, niha jî hewl didin ku bi Kurdan re bibin hevalbend. Bêguman ev, encama berxwedana gelê Kurd a du sed salan e. Lê mixabin talûke ne ji bo Kurdan, ne jî gelên cîran ên ku bi sedsalan e em bi hev re dijîn, derbas nebûye. Ji ber vê yekê jî divê em têkoşîna xwe li gor rêgezên demokrasiya nûjen û li gor şert û mercên cîhana ku her diguhere saz bikin. Û dîsa divê em bibiryarbûn û baweriya xwe bi ronahiya berpirsiyariya bingehîn û bi peywira dîrokî nûvejen bikin û bimeşin. 
 
DIVÊ KURD XERABIYA HEV NEXWAZIN
 
Li hember talûkeyên rojane, rêya parastin û zêdekirina destkeftiyên xwe, bi hêzkirina yekîtiyek e netewî û li hember hemû êrîşan bi parastinek e vîn î dê pêk bê. Bi van helwestan bi dengek î bilind divê bê zanîn ku, tu Kurd, divê ne di meseleyên siyasî ne jî di ên civakî de xwîna tu Kurdek î din nerijîne. Divê tu Kurd xerabiyê bi Kurdek î din re neke, divê tu hêzên Kurd ji bo berjewendiyên dewletên herêmî û serdest, êrîşî tu hêzên Kurd ên din neke. Ger em bixwazin serbikevin û mafdar bin, bi gelên din re biratiya gelan saz bikin û bi hêzên din re têkiliyên dîplomatîk deynin, berî her tiştî divê em di nav xwe de vê helwestê pêk bînin û bidin destpêkirin. 
 
LAZIM E GELÊ KURD BI RUHÊ YEKÎTIYÊ RABE 
 
Bendewariya gelê me jî ji siyaseta Kurdî ev e. Lewre, her hêzên Kurd, ên ku li hember hesreta yekîtiya gel û rihê yekîtiya netewî bin, armancên wan çi be bila bibe, hêza xwe ji ku bistînin bila bistînin dê her tim têk biçin. Em carek din li pêş çapemenî û raya giştî didin xûyan ku, peywir û berpirsiyariya ku gelê me danî ser milê me, em dê bi vê mebestê di rêya xwe de bimeşin û em hemû gelê Kurd û siyaseta Kurd vedixwînin ku bi van rêgezan tevbigerin.  
 
AKP-MHP ÊRIŞÎ YEKÎTIYA ME DIKE 
 
Îro hêza ku herî zede êrîşî yekîtiya me dike bloq a AKP û MHP ê ye. Ev bloq hemû pêkanînên xwe yên faşîzane pêşî li ser jiyan û qadên Kurdan diceribîne û dawî wan pêkanînên xwe li Tirkiyeyê û li tevahiya herêmê belav dike. Mînakên vê bloqê yên herî berbiçav pergala qayyûm û polîtîkayên şer in.   
 
ÇÛYÎNA LI PEY VÊ BLOKÊ WÊ FELAKETÊ BÎNE 
 
Sedema bêhiqûqî û rejîma OHAL ê ku ev demek e dirêj e bloq a AKP û MHP dimeşîne ji xwesteka  paşvegerîna salên 90’î ne. Êdî tê zanîn ku di mihweriya dijminatiya Kurdan de, bi tevlîhevî û bi felaketan welat bi rê ve dibin û bi vî awayî desthilatdariya xwe li ser piyan digirin. Divê êdî hemû gelê Tirkiyeyê vê lîstika xapînok bibînin. Ev bloq,  bi salan e bi serdegirtina malên Kurdan û bi deh hezaran avêtina wan ên zindanan, da xûya kirin ku şopînerê Evren e. 
 
Em dê vê zilmê tu car nepejirînin û serê xwe netewînin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê bibînin ku kesên dijminatiya Kurdan bikin dê têk biçin. Li dû vê bloqa ku dijminê Kurdan e çûyîn, divê bê zanîn ku wê bixwe re felaket û tevlîheviyê bîne. Bangewaziya me ji gelê me û hemû gelên Tirkiyeyê re ev e ku, bloqa AKP û MHP ê êdî hatiye dawiya emrê xwe. Divê ev bê dîtin û li gor vê tercîh bên kirin.  
 
TECRÎDA LI ÎRMALIYÊ RÛREŞIYEK MEZIN E
 
Yek ji bêhiqûqiya herî mezin ya bloqa faşîst ya  AKP û MHP ê jî tecrîda li Girava Îmraliyê ye. Li tu derê cîhanê bêhiqûqiyek wisa bi keyfî tuneye. Pergala Îmraliyê bûye pergaleke wisa ya îşkenceyê ku tu mafekî mirovî lê nayê nasîn. 
 
Tecrîda Girava Îmraliyê ji bo Tirkiyeyê şerm û rûreşiyekî mezin e. Ne mimkûn e ku ev pergal bê qebûl kirin. Bi çalakiya greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya hevseroka DTK ê Leyla Gûven a ku demek e berî niha hate girtin tecrîd hatibû bi dawî kirin. Ev yek ji aliyê Wezirê Edaletê bi xwe jî hatibû ragihandin. Lê belê ji ber ku îro dîsa tecrîd didome çalakiya greva birçîbûnê dîsa destpêkiriye.
 
Em ji niha ve li vir diyar dikin! Ger di zindanan de bûyerekî neyînî biqewime, bila bê zanîn ku kiryarên vê rewşê bloqa faşîst ya AKP û MHP ê bixwe ye. Ji xwe ev labaratûara îşkenceyê ya Îmraliyê di van şert û mercên pandemiyê de li hemû zindanan wekî pêkanînên dijmirovahî, binpêkirina mafên mirovan berz û bilind dibe. Di van rojên pandemiyê de çalakiya grêva birçîbûnê him me,malbatên me, him jî gelê me dixe nav fikaran. Em bang li rayedaran dikin ku demek berî demekê bila dest ji pêkanînên xwe yên keyfî û bêhiqûqî berdin û dawî li tecrîdê bînin. Kengî tecrîd hatibe rakirin li Tirkiyeyê rewş aram bûye. Tu kes nikare vê yekê înkar bike. Ev yek gelek caran hatiye tecrûbe kirin. Divê Tirkiye êdî bizane ku bi tecrîdê nikare biçe serî û ji ber vê yekê jî statûya taybet a ku li Girava Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî dimeşîne divê bi dawî bike.  
 
BIRYARA DMME’YÊ YA JI BO DEMÎRTAŞ 
 
Weke ku tê zanîn DMME’yê di derheqê birêz Demîrtaş ê ku bi salane awayekî bêhiqûqî wekî rehîneyekî siyasî tê girtin, biryara demildest berdanê da. Di vê biryarê de tişta herî girîng derkete holê ew bû ku operasyonên qirkirinê yên li ser siyaseta demokratik û bi taybetî jî li ser DTK ê û saziyên demokratîk dihatin meşandin û hê jî dom dikin, mûdaxeleyên li dij hiqûqê ne. AIHM bi vê biryara xwe bang li dewletê kiriye ku teqez dest ji van mûdaxeleyên xwe yên li ser siyaseta demokratîk berde. 
 
Em jî dixwazin ji vir bang bikin. Di serî de birêz Demîrtaş û hemû dîlgirtiyên ku rehîn têne girtin derhal berdin , dev ji pêkanînên xwe yên nehiqûqî ku li ser saziyên me dimeşînin berdin û biryara AIHM ê bi cih bînin. Bes di bingeha siyaseta demokratîk de bi Kurdan re rekabetê bikin.  Hemû rêbazên derveyî vê, ji bo me ne rewa ne. Di vê çarçoveyê de em hemû sazî û dezgehên demokratîk ji bo ku ev biryar bi cih bê vedixwînin hestiyariyê. Em jî hetanî ku heval û saziyên me azad bibin, dê bi biryarî li kolanan têkoşîna xwe bidomînin. Em Ji gelê xwe jî dixwazin ku ji bo girtiyên siyasî azad bibin, dengê xwe tevlî dengê me bikin. 
 
Ji bo gelê Kurd yekîtiya netewî çiqas tiştekî stratejik be, avakirina pergaleke adil û wekhev li ser esasen demokrasî û aşîtiyê jî ewqas stratejîk e. Ji ber taybetmendiya pirsgirêkan û wan ve girêdayî rêbazên têkoşînê me mecbur dihêle ku em bi hev re tevbigerin. Ya rast jî ev e. Ji ber vê yekê hemû cihên ku Kurd û hêzên demokrasiyê rastî êrîş û mêtîngeriyê tên ji bo me qadên têkoşînê ên ku rih û biryara xwe em bikin yek in. Bila çi gumana gelê me û dostên me ji vê yekê nebe. Bi vê ve girêdayî;
 
EM Ê MIL BIDIN MILÊ HEV 
 
Em bi biryar in ku ji aliyekî ve bi rihê yekîtiya neteweyî li hember mêtîngeriya li ser Kurdan mil bidin milê hev, ji aliyê din ve jî bi gelê xwe ve li gel gelên din, li hember rejîmên otorîter ji bo avakirina pergaleke demokratîk têkoşîneke bênavber bidin. 
 
Em, ji bo gelê me yekîtiya xwe ya netewî pêk bîne, mafên xwe yên polîtîk, çandî û aborî di makezagonê de misoger bike, ji bo avakirina pergaleke demokratîk a ku hemû hemwelatî wekhev û azad bijîn dê têbikoşin û li ser pîvanên hiqûqa gerdûnî têkoşîna xwe ya aştiyane û demokratîk bi biryar bidomînin.  
 
Ji bo serkeftina vê yekê, baweriya me, biryardariya me û hêza me têrê heye. Tu zext, tu qirkirin ji daxwaziya me ya azadiyê û girêdana me ya civaka demokratîk ve û ji baweriya me, mezintir nîne. Faşizma ku li ser me tê meşandin, diyar dike ku em çiqas mafdar in. Em soz didin hemû dost û gelê xwe ku ,emê vê mafdariya xwe bi biryardariya xwe ya têkoşînê ve bikin yek. 
 
Bijî Yekîtiya netewî ya gelê Kurd!
Bijî têkoşîna me ya siyaseta demokratik!
Dê gelê Kurd bi serkeve!
Dê Demokrasî û aşitî bi serkeve!
Em ê tev bi hev re bi serkevin!” 
 
 

Sernavên din

08/01/2021
14:59 Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe
14:58 Polîsan 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
14:49 Ji bo çalakiya nobetê ya li Bogazîçiyê bang
14:48 EBTO’yê banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp kir
14:36 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:13 'Em mafê xwe dixwazin'
14:00 BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê kurdî li saziyên dewletê tê qewirandin
13:48 Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn
13:36 Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan
13:27 Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
13:24 Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin
13:05 Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e
13:04 Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin
12:51 Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da
12:47 Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome
12:33 Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne
11:37 AKP’iyan alîkariya dewletê bikar anîn!
11:09 YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend
10:36 Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn
10:35 Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû
10:06 Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin
10:01 Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
09:45 ‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’
09:30 Greva birçîbûnê di roja 43'yemîn de berdewam dike
09:20 Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye
09:11 Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike
09:11 Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?
09:10 ‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide'
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye