Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin

  • rojane
  • 09:07 12 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Hevparên Koordînasyona Marmarayê ya Şopandina Greva Birçîbûnê, diyar kirin ku daxwazên girtiyan mirovî û hiqûqîne û banga bihîstina qîrîna çalakvanên greva birçîbûnê li raya giştî kirin. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û derveger a ku girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûn dan destpêkirin, di roja 137’emîn de dewam dike. 
 
Bi armanca şopandina çalakiyên greva birçîbûnê ya di girtîgehên herêma Marmarayê de, Koordînasyona Marmara ya Şopandina Greva Birçîbûnê hatibû avakirin. Ji Hevparên koordînasyonê Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Umît Efe û Hevserokê Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxaran a Marmara (MATUHAY-DER) Nesîm Ozkan, têkildarî bandorên tecrîdê yên li ser civakê û greva birçûbûnê axivîn.
 
RÊBAZA ÎŞKENCEYÊ YE
 
Nûnerê TÎHV’ê Umît Efe, diyar kir ku tecrîd konsepta tundiyê ya kapitalîzmêye ku di girtîgehan de tê birêve birin û wiha axivî: “Girtîgeha li gorî mantiqa ku ji aliyê navendekê bi tenê vê bê birêvebirin hatine avakirin. Pêkanîna tecrîdê, di serdemên modern de li Awropa, Amerîqa û Amerîkaya Latîn, li dijî mûxalîfan hatiye bi kar anîn. Li tevahiya cîhanê, girtî li dijî pergala tecrîdê derdikevin. Pêkanînên tecrîd, li gelek cihan dibe sedema rijadina xwînê. Tecrîd rabezeke îşkenceyê ye. Bi tecrîdê tê xwestin ku danûstandinên bedenî, hestiyarî û têgînên kesan bixin asta herî kêm de. Bi vê jî pêvajoya teslîmgirtinê û tunekirinê hedef digirin. Ji ber vê yekê weke psîko-teror tê pênasekirin. Tecrîd bandorên pir mezin li ser mirovan dihêle. Bi tecrîdê hevgirtina ruhî, civakî û bedenî dibin gefên mezin de tên hiştin.”
 
DÎROKA TECRÎDÊ 
 
Efe, anî ziman ku tecrîd îşkenceye û wiha got: “Îşkence jî sûceke mutlaqe. Tecrîd weke konseptekê CIA’yê hatiye pêşxistin. Di beşa zanistê ya ku gelek norolog û psîkiyatrîst jî cihê xwe têde digirin de, bi armanca kontrolkirina liv û tevgerên mirovan lêkolîn hatine kirin û encama liv û tevgerên mirovan dikare bê kontrolkirin hatiye derxistin. Ev pergal li Tirkiyeyê, di salên 2000’î de, bi avakirina “Tîpên F” re ket meriyetê. Heya ku Tirkiyeyê derbasî pergala girtîgehên Tîpên F û tecrîdê bû, pêvajoyek bi xwîn hat jiyîn. Di berxwedanên li girtîgehan dest pêkirin de, 2 jê berpirsiyarên ewlekariyê bi giştî 30 kesan jiyaan xwe ji dest dan.” 
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ BELAV BÛ YE
 
Derbarê greva birçîbûnê de jî Ef, ev nirxnadin kir: “Greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûye. Ev çalakiyek pir mezine. Em hewl didin greva birçîbûnê bişopînin. 130 rojin girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev ji bo bedena girtiyan ne başe. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Lazime ku di çarçoveya mafên mirovan de, diyalog bê pêşxisitn. Li vî welatê gelek rewşên bi êş hatin jiyîn. Divê dev ji tecrîdê bê berdan. Bi pêvajoya pandemiyê re tecrîd kûrtir bû. Girtî tenê mafên xwe yên hiqûqî û mirovî yên bingehîn dixwazin. Dîsa hejmara girtiyên nexweş her roj zêde dibe. Ev girtî di şert û mercên giran de tên girtin. Pêwîste ku mafê wan ê başbûnê neyê astengkirin. Em dengî qîrîniya wan a bilind dibe dibihîzin. Niha qîrîniyek bilind dibe. Berî ku encam xirabtir bibe, divê em vê qîriniyê bidin bihîstin.”
 
SALA 2012’AN BIBÎR ANÎ
 
Hevserokê MATUHAY-DER’ê Nesîm Ozkan ê di sala 2012’an de 68 rojan di greva birçîbûnê de ma bû jî, ev şirove kir: “Di sala 2012’an de, tirsa me ya ku mirin çêbe hebû. Çalakiya wê demê bêdem û bêdorveger bû. Ez tevlî vê çalakiyê nebûm, lê bi armanca piştevaniyê 5, 10 roj ez tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûm. Dema ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû, di benda girtiyan de, xesarên mezin rû dan. Di mîde û roviyên girtiyan de pirsgirêkên pir cîdî derketin holê.”
 
‘DIVÊ HER KES BIBE DENG’
 
Ozkan, bal kişan ser tecrîdê û wiha bilêv kir: “Tecrîd tenê ne ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo her kesî ye. Li ser her kesî zext û êriş hene. Her kes tê binçavkirin û girtin. Li dijî van zextan greva birçîbûnê dest pê kir. Li Îmraliyê çi dikin bila bikin, gelên Rojhilata Navîn wê tu carî dev ji Birêz Ocalan bernedin. Divê hemû beşên civakî li dijî vê tecrîdê dengê xwe derxînin. Emê tu carî dev ji demokrasî, hiqûq û azadiyê berdin. Emê li hemberî zilmê serê xwe ne teweyînin.
 
KILÎTA AZADIYÊ 
 
Ozkan, banga hestiyariyê li raya giştî kir û wiha got: “Em hemû civakê vedixwînin hestiyariyê. Hemû gelên Rojhilata Navîn dixwazin, Birêz Ocalan azad bibe û tecrîd bi dawî bibe. Kurd êdî vê rewşê qebûl nakin. Kilîta azadiya gelên Rojhilata Navîn û gelên Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Divê hemû kes li gorî vê yekê tevbigerin.”
 

Sernavên din

12/04/2021
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'