'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'

  • rojane
  • 18:22 12 Hezîran 2021
  • |
img
 
STENBOL - Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Esenler, Başakşehîr û Sultanbeyliyê yên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civînên gel li dar xistin. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî diyar kir ku vîna Ocalan 22 sal in nayê şikandin û Ocalan 22 sal in li ber xwe dide.
 
Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin bê navber didome. Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdê 198 rojin di grevê de ne. 
Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Esenler, Başakşehîr û Sultanbeyliyê yên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civînên gel li dar xistin. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Esenlerê li avahiya HDP'ê civîna gel li dar xist. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, Ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê Parêzerê Ocalan Cengiz Yureklî û gelek kesên din amade bûn. Girsê li salonê pankarta "Şikandina tecrîdê bi girêdana Şehîdên Berxwedanê pêkan e." Kesên tev li civînê bûn, bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan girtiyên siyasî yên ketine grevê silav kirin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Parêzer Cengîz Yureklî, diyar kir ku Tirkiye bûye girtîgehek mezin û wiha got: "Dixwazin hiqûqek bê Ocalan ava bikin. Hiqûqê dixin destê xwe û despot dikin. Li gel vê yekê her tim Birêz Ocalan de her gotina xwe de dibêje "Aştî". Bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin vîna Ocalan teslîm bigirin. Ev komployek navdewletî ye. Em der barê tenduristî û jiyana Ocalan de ne xwedî agahî ne. Dixwazin bi vê yekê Ocalan bi civakê bidin ji bîr kirin." 
 
PERGALA ÎMRALIYÊ ÇIRAV E 
 
Yureklî, anî ziman ku pergala Îmraliyê bûye çivar û wiha got: "Girav bûye çirav û ew jî bûne poşî/kelmêş ên li dora çiravê. Tecridkirina Ocalan tecrîdkirina hemû civakê ye. Ji ber vê yekê divê têkoşîna li dijî tecridê jî bibe civakî. Têkoşînek hevpar lazim e. Kesê ketine greva birçîbûnê ne i ber dizî û nelirêtiyê hatine girtin. Ji bo fikrên xwe hatine girtin û çalakiya wan rê nîşanî me dide. Îqtîdar hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dimeşîne. Îro li nava Tirkiyeyê hemû kesên dizî, nelirêtiyê dikin û rantê dixwin bi hev ketine. Li cihê tundî hebe civak nikare bi axive. Li vî welatî azadî tune. Ji bo pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tecrîda li Îmraliyê pêş xistine li hemû welat belav dikin." 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ TIRKIYE BELAV BÛYE
 
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye û wiha got: "Îqtîdar naxwaze Kurd bibin xwedî statu û otorîte. Dijminê hebûna Kurdan e. Balafir li ser serê me bombe dibarînin. Mirovên me qetil dikin. Çareseriya hemû pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye." 
 
VÎNA OCALAN BÊTIR XURT BÛYE
 
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Başakşehîrê jî li avahiya xwe civîna gel li dar xistin. Ji endamê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, wekî panelîst amade bûn. Di civînê de Prz. Emran Emekçî, li ser tecrîdkirina Ocalan rawestiya û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployê radesti Tirkiyeyê kirin. 22 sal in nikarin vîna Ocalan bişkînin. Ocalan 22 sal in li ber xwe dide. Vîna Ocalan bêtir xurt bûye. Ocalan herî dawî bi telefonê bi malbatê re axivî. Di deqîqeya 4’an de telefon qut kirin. Ji ber Ocalan rexne li dewletê kirin telefon qut kir. Li dijî Ocalan hiqûqek taybet heye. Hiqûqa dijminantiyê ye. CPT jî tiştên ku em dibêjin tîne ziman. Lê dewlet vê yekê guhdar nake. DMME'ê ev pêkanînên li Îmraliyê pekî îşkenceyê pênase kir."  
 
Emekçî, bal kişand ser hişmendiya hikûmetê û wiha lê zêde kir: "Ev hişmendî hemû rêyên çareseriyê dixetimîne. Çareserî mezinbûna bloka demokrasiyê û îtîfaqa demokrasiyê ye. Kengî tecrîd bişkê wê demê dê pirsgirêka Kurd çareser bibe." 
 
'DEWLET DI ŞER DE ISRAR DIKE'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, jî anî ziman ku li welatê şer lê hebe, birçîbûn, zordarî û girtîgeh hene û wiha axivî: "Tirkye bi Kurdan re di nava şer de ye. Gelê Kurd ji bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşe. Wekî her milletî mafê me jî heye em bi zimanê xwe bi axivin û xwedî nasname bin. Lê her tiştê me înkar dikin. Em vî şerî naxwazin. Birêz Ocalan dibêje bila kes nemire û em vê meseleyê li ser maseyê çareser bikin. Lê ew vê yekê guhdar nakin." 
 
Ozguneş, da zanîn ku êdî girtîgeh li girtiyan kirine dojeh û wiha got: "Lê girtiyên siyasî xwedî vînek pir mezin in. Ev dem dema têkoşînê ye. Em ê tecrîdê bi têkoşîna li qadan û têkoşîna greva birçîbûnê bi dawî bikin.tecridi 
 
GIRSE MEŞIYA Û TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN
 
Li Navçeya Başakşehirê girse piştî civînê ji avahiya HDP'ê heta Qeta Guvercintepe meşiyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeya "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana zindana",  “Bijî serok Apo" berz kirin. Di meşê de polîsan êrîşî girsê kir. Polîsan di meşê de dayikek laçik spî derb kir û ciwanek binçav kirin. Tevî êrîşa polisan girse heta Qada Guvercintepe meşiya û xwest tecrîd bi dawî bibe. 
 
'EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN' 
 
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sultanbeylî jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna gel li dar xist. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, Ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Raziye Oztuk amade bûn. Li salona civînê pankarta “Em tecrîdê bişkînin, bibin dengê greva birçîbûnê" vekrin. Di civînê de ewil Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Oztuk, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: "Tecrîdkirina Ocalan roj bi roj li hemû beşên civakê belav dibe. Hêzên navdewletî naxwazin ku dengê Ocalan bigêje gelê cîhanê. Ji ber vê yekê li ser gelê Tirkiyeyê jî tecrîdek giran dimeşînin. Birêz Ocalan bi gladyoya navdewletî anîn Tirkiyeyê. Piştî Ocalan anîn Tirkiyeyê ji bo wî girtîgehek taybet li Îmraliyê ava kirin. " 
 
DI TECRÎDÊ DE BI SER NEKETIN
 
Parêzer Ozturk, bibir xist ku her çend hikûmet û îqtîdar bi tecrîdê bixwazin Ocalan û gel ji hev qut bikin jî bi ser neketine û wiha bi dawî kir: "Pergalê nekarîbû vîna Ocalan bişkîne. Nikarin Ocalan bi gelê Kurd bidin ji bîr kirin. Birêz Ocalan herî dawî gotibû "Dema firsend bidin min, ez dikarin di hefteyekê de pirsgirêkê çareser bikim. Ez dikarim şerê di nava gelan de bi dawî bikim." 
 
TECRÎD DÊ BI TÊKOŞÎNÊ BI DAWÎ BIBE
 
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut jî anî ziman ku tecrîd dê bi têkoşînê bi dawî bibe  û wiha got: “Girtî zêdeyî hêza xwe erk û berpirsiyariya xwe pêk tînin. Divê em jî li derve erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Tecrîd dê bi têkoşînê bê şikandin." 
 
DIVÊ EM TÊBIKOŞIN
 
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî anî ziman ku di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd û gelên din tecrîdek pir giran heye û wiha got: "Niha li Başûrê Kurdistanê şer heye. Li Rojava fesadiyê pêş dixin. Efrîn dakir kirin. Li Bakur zulmek mezin heye. Dîrokê gelek tişt nîşanî me da. Niha sala 2023’an li pêş me ye. Divê em vê yekê baş bizanibin. Divê em tecrîdê bişkînin. Ji bo vê yekê jî divê em têbikoşin." 
 

Sernavên din

16/06/2021
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin