Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê

  • rojane
  • 09:39 13 Hezîran 2021
  • |
img
 
ENQERE - Profesorê hiqûqê Metîn Gunday diyar kir ku divê daxwaza derbarê girtina HDP'ê de bê redkirin û got: "Armanc bi girtina HDP'ê perçekirina bloga demokrasiyê ye. Lewma divê li hemberî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê jî bê çêkirin." 
 
Profesorê hiqûqê Metîn Gunday, îdianameya dudoyan a derbarê girtina HDP'ê de û zextên li ser HDP û muxalefeta civakî nirxandin. 
 
Gunday, bibîr xist ku piştî ku Qanûna Bingehîn a 1982'yan ketiye meriyetê, li hemberî darazê operasyonek hatiye kirin û got: "Wê demê bi navê Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran desteyek hat avakirin. Ewilî erka vê desteyê ew bû ku tenê derbarê dadger û dozgerên daraza edlî de biryarê bide, lê bi van guherandinan dadger û dozgerên daraza edlî jî daxilî nav hatin kirin. Her wiha di 12'ê Îlona 2010'an de Qanûna Bingehîn hat guherandin. Bi vê guherandinê re ev operasyon deewam kir." 
 
DARAZ TESLÎMÎ CEMAETÊ HAT KIRIN 
 
Gunday, diyar kir ku piştî ku AKP bûye îqtidar, operasyona li ser darazê dewam kiriye û got: "Daraz, radestî cemawetê hat kirin. Piştî guherandina sala 2010'an a Qanûna BIngehîn, awayê avakirina Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran hat guherandin û bi awayekî radestî cemaetê hat kirin. Lê belê cemaetê di 17-24'ê Kanûnê de darazê bi kar aniye û paşê hewl daye derbeyekê bike. Bi vê re navbera AKP û cemaetê xerab bû. Cardin awayê Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran hat guherandin û vê carê daraz ket bin nîrê AKP'ê." 
 
Gunday, guherandina Qanûna Bingehîn a sala 2017'an bibîr xist û got: "Bi vê guherandinê cardin sifeta 'bilind' a Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran jê hat derxistin û bû Desteya Dadger û Dozgeran. Endamên wê niha bi piranî ji aliyê AKP-MHP'ê ve tên hilbijartin. Rewşa darazê ev e." 
 
‘DIVÊ ÎDIANAME BÊ REDKIRIN' 
 
Gunday, bal kişand ser mijara serlêdana derbarê girtina HDP'ê jî û got: "Îdianameya ewil kêm bû. Nakokî tê de hebûn. Hat îadekirin. Me îdianameya dawî jî bşa nedîtiye. Lê li gor agahiyên di çapemeniyê de derketin, tê xwestin qedexeya siyasî deynin ber hin HDP'iyan. Lê divê daxwaza ji bo girtina HDP'ê bê redkirin. Ji lew re ji bo girtina partiyê tu şert û mercên tune ne. Ya di warê hiqûqî de divê bê kirin, redkirina vê îdianameyê ye." 
 
‘DOZEKE SIYASÎ
 
Gunday, anî ziman ku doza derbarê girtina HDP'ê de dozeke siyasî ye û got: "Di 7'ê Hezîrana 2015'an de îqtidara AKP'ê ya 13 salan bi dawî bû. Di vir de roleke mezin a HDP'ê ye. Blogeke muxalefetê çêbûbû. Lê di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de li Tirkiyeyê tiştên dûrî aqilan çêbûn. Îqtidara AKP'ê ya 13 salan qediyabû, lê ji bo îqtidara xwe bidomîne li gelek deran komkujî çêbûn. Welatî di navbera ewelî û azadiyê de tercîhek kirin. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de AKP, cardin bi tena serê xwe bû îqtidar. Paşê hewldaneke darbeyê çêbû. Rewşa Awarte hat îlankirin. Demokrasiya heyî ji holê hat rakirin û bi biryarnameyên Rewşa Awarte tevdîr hatin girtin. Maf û azadî bi temamî ji holê hatin rakirin. Ev qas tişt qewimîn, lê di hilbijartina 31'ê Adarê de cardin HDP encamine baş bi dest xistin. Blogeke demokrasiyê ya ne li ser kaxezê derket holê. Hilbijêrên HDP'ê li bajarên mezin piştgiriya namzetên CHP'ê kirin û bi ser ketin. Ev hemû, nîşan didin ku doza niha ku tê xwestin HDP bê girtin, dozeke siyasî ye." 
 
BLOKA DEMOKRASIYÊ 
 
Gunday, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîza aborî kûr bûye, zext û zorî zêde bûne, maf û azadî hatine astengkirin û ne mimkun e ku di şert û mercine wiha de bloka AKP-MHP'ê bi ser bikeve. Gunday got: "Dawiya Pergala Hikûmeta Serokkomariyê hat. Lê ji bo ev pergal nedome, cardin pêvajoya demokrasiyê dest pê bike, cardin daraz bibe serbixwe û bêalî, divê li dijî bloka îqtidarê bloka demokrasiyê bê çêkirin. Navê bloka demokrasiyê ne tifaq be jî, lê me di hilbijartina 2019'an de serketina wê dît." 
 
ARMANC PERÇEKIRINA BLOGA DEMOKRASIYÊ YE 
 
Gunday, destnîşan kir ku doza bi daxwaza girtina HDP'ê hatiye vekirin di warê hiqûqî de nayê qebûlkirin û di vî warî de di Qanûna Bingehîn û Qanûna Partiyên Siyasî de tu tişt tune ye û got: "Lê dê AYM biryareke wiha bide nede nizanim, mirov nikare texmîn bike. Lê belê heger rabin biryarekî hiqûqî bidin, ev biryar jî divê redkirina vê daxwazê be. Bi vê armanc perçekirina bloga demokrasiyê ye. Di vir de jî tekane HDP, HDP ye. Dibêjin, 'Heger em HDP'Ê bigirin em ê bloga demokrasiyê perçe perçe bikin û dê rejîma yekzilamî cardin bidome.' Armanca wan ev e." 
 
'BI BÊDENGIYÊ TIFAQ NEPÊKAN E' 
 
Gunday, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku şert û mercên Tirkiyeyê giran bûne û got: "Vîdeo, derketin holê. Rezalet. Lê heger blogeke demokrasyê çênebe, dê pergala qirçeqirça wê ye, veguhere betonek wisa ku dê tu tişt enguhere. Em ê bi rewşeke hîn girantir û xirabtir rû bi rû bimînin. Encama girtina HDP'ê ev e. Lewma ji bo bloga demokrasiyê neyê perçekirinê, têkoşîn divê. Bi bêdengiyê, mixabin tifaq çênabe." 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

16/06/2021
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin