Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne

  • rojane
  • 09:08 14 Hezîran 2021
  • |
img

MÊRDÎN – Li gundê Eynwerdê ku nebiyên suryaniyên ku piştî berxwedana 62 rojan ji Komkujiya Sayfo xelas bûne lê dijîn, piştî 106 salan jî şopên berxwedan, êş û komkujiyê hene.

Ji komkujî û êrişên ku ji aliyê Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ve li dijî gelên qedîm ên Mezopotamyayê pêk hatin suryaniyan jî para xwe girtiye. Di komkujiyên ku di sala 1915’an de li dijî suryaniyan pêk hatin de bi hezaran suryanî hatin qetilkirin û bi deh hezaran suryanî jî ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Ev tiştên ku di vê pêvajoyê de pêk hatine weke “Komkujiya Sayfo” ku tê wateya “kêrê” derbasî dîrokê bûne. Ji ber rêyên ku têde koçî Sûriyeyê dibin ji aliyê leşkeran ve tên girtin û êriş li wan tên kirin, suryanî li gundê Eynwerdê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê ku dişibe kelehê derbasî berxwedanê dibin. Dêra Mor Hadbşabo ya li gund ji bo surniyan dibe navenda berxwedanê. 
 
BERXWEDANA 62 ROJAN 
 
Her çiqas suryanî li gundê Eynwerdê 62 rojan li ber xwe didin jî çend kes ji wan bi birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Piştî berxwedana 62 rojan bi navbeynkariya rûsipiyên demê û Şêx Fethûllah Hamîdî ku di nav suryaniyan de weke “Ezîz” tê bibîranîn dorpêça li ser gund bi dawî dibe. Ji ber gumanên birçîbûn û ewlehiyê piştî demekê suryanî careke din dikevin ser rêyên koçberiyê.
 
ŞOPÊN FÎŞEKAN
 
Her çiqas ji esrek zêdetir dem derbas bûbe jî li gundê Eynwerdê hê şopên berxwedanê hene. Li gund îro tenê 5 malbatên suryanî dijîn. Li gund 4 dêrên suryaniyan hene. Her çiqas dêr hatibin temîrkirin jî ji ber ku peywirdarên olî tunene li wan ayîn nayên kirin. Suryaniyên ku li gund bi malbatên misilman re dijîn, debara xwe bi cotkarî û sewalkariyê dikin. Êşên sala 1915’an hê jî li gund weke wê demê teze ne. Li ser kevirên dîwarên Dêra Mor Hadbşabo hê jî şopên fîşekan hene. Hewşa dêrê ku kesên hatine qetilkirin lê hatine veşartin şahidiya xwe ya dîrokê didomîne.
 
JI BERXWEDANÊ RE AMADE KIRIN
 
Suryanî Yûhanûn Akay ku li gund dijî fîşekên di kevirên dêrê de ne nîşan da û ev tişt got: “Ji sala 1915’an fîşek ji me re mane.” Piştî vê gotina xwe Akay, derbarê tiştên ku di sala 1915’an de pêk hatine de axivî û wiha got: “Ji ber ku berê kesên ji komkujiyê xelas bûne li vir bûye ji bo yên me bûye feyde. Ji kesên ku diçûn û dihatine tiştên pêk dihatin dipirsîn. Ji ber vê jî bergiriyên xwe girtin. Di sala 1915’an de ji bo birçî nemînin di mehên hezîran û tîrmehê de bi lez û bez paletiya xwe dikin. Li gorî ku tê gotin; li derdora gund mewziyan vedane û ji avên bîrên derdora gund bi kar anîne. Ji bo ku avên bîrên nav gund di serdegirtinê de bi kar bînin dest nedane avê wan.”
 
TIRS 
 
Akay, destnîşan kir ku bi nêzbûna komkujiyê ya ber bi gundê wan re gundiyan 62 rojan li ber xwe daye û ev tişt anîn ziman: “Piştî berxwedanê milkê kesên ku xwestin vegerên gund nedan wan. Piştî vegerê suryaniyan rojên zehmettir derbas kirin û ji bo dabînkirina pewîstiyên xwe neçar man ku weke karker biçin gundên din. Komkujiyê piştre jî berdewam kir. Piştî sala 1915’an jî suryanî di nav tirsê de dijiyan. Rexmî ku temenê pîra min bûbû 105 jî ditirsiya ku tiştên hatine serê wan vebêje.”
 
DÊR
 
Di berdewamê de Akay, da zanîn ku dema Sayfoyê dêra gund roleke mezin leyîstiye û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji ber ku weke kelehê bû dêr hat tercîhkirin û ji bo zarok, jin û temen mezinan bû navenda mihafizekirinê. Ji ber ku gelek kes ketina dêr hin zarok hatine pelçiqandin. Dêr bûye remza berxwedana li gund.
 
‘EM HÊ JÎ LI BER XWE DIDIN’
 
Derbarê hejmara suryaniyan a li gund jî Akay agahî dan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di sala 1915’an de li gund 250-300 malbat hebûn, li nîha tenê 5 malbat mane. Suryanî salên dirêj bi komkujiyên ku neyên bîrkirin re rû bi rû man. Di sala 106’emîn de daxwaza suryaniyan ew e ku bi komkujiyan re hevrûbûn çêbibe. Heke astengiyên li pêşiya çand û ziman rabibe em ê xwe weke weke welatiyên çîna duyemîn hîs nekin. Suryaniyên ku li gund dijî hê jî li ber xwe didin. Di salên 1990’î de jiyana li gund zehmet bû. Lê ji ber me terka gundê xwe nekiriye em ne poşman in.”
 
 MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

16/06/2021
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin