Bûldan: Bahçelî komkujiyê girt ser xwe

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pir eşkere komkujiya li Îzmîrê girtiye ser xwe. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Di komcivînê de wêneyên Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin li ser maseyan hatin bicihkirin û ji bo Poyraz deqîqeyek rê hat girtin. Pişt re Bûldan dest bi axaftina xwe kir. 
 
Bûldan wiha got: 
 
“Êş û hêrsa me zêde ye. Cana me, hevrêya me, kedkara partiya me Denîz Poyraz bi nemerdî qetil kirin. Ji me û ji jiyana wê ew qût kirin. Êrişî hêviya gelan a ku her roj mezin dibe kirin. Em van senaryoyan pir baş dizanin. Dixwazin komkujiyan, cînayetên siyasî, zilmê, îşkence û çeteyan li ser vê axê belav bikin û bikin ku kes nikaribe li ser vê axê bijî. Armanca wan tarîkirina siberoja me ye, tepisandina hêviyên me ye. Lê tu demê bi ser neketin. Ne em û ne jî gelê me çok daneynî. Wê nikaribin çoka me deynin erdê. Tu demê hêviya azadiyê nikaribûn bitepisînin û wê nikaribin jî. Têkoşîn û berxwedanek me ya bi rûmet heye. Em li dijî faşîzmê berxwedanek bi rûmet didin. Rêya me rêya siberoja azad e.
 
NAVÊ ME DENÎZ E 
 
Navê me hêviya ku radibe pêya ye. Navê me berxwedana li rûbaran e ku dibe Denîz e. Navê me Denîz Poyraz e. Soza me ji bo te heye Denîz hêja. Xeyalên te yên nîvco mane xeyalên bi milyonan însan in û helbet wê li ser vê axê pêk werin. Têkoşîn û wêrekiya te têkoşîn û wêrekiya me ye. Bi milyonan kes bi te re bû yek dil û yek ruh. Her kes bi te re bû Denîz, bi te re bû bawerî, bi te re bû biryardarî. Tu bûyî baxçeyê hêviya gelan. Tu ji me hemûyan re bûyî ronî. Tu bûyî rehbera bi milyonan. Te rêya me ronî kir. Em soz didin ku em ê di vê rêya ku te ronî kiriye de aştiyê li vî welatî pêk bînin. 
 
RÛYÊ KUJER JÎ WEK KUJERÊN DIN NAS E 
 
Em ê destûrê nedin ku gule hêviyan biptepisînin. Wê navê te her tim li kelehên Qadîfekaleyê û di dilê me de olan bide. Tu û hevrên xwe hûnê her tim di têkoşîna me de bijîn. Em ê bêriya tebikin. Em ê qet te ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Cihê te bihûşt be. 
 
Em vî kujerî baş nas dikin. Kujer ne bi tena serê xwe ye. Yên wî bi rêxistin dikin hene û hêzek li pişt wî heye. Profîlên van kujeran hemû dişibin hev û derdikevin pêşiya me. Profîla kujer rûyek naskirî derdixe pêşiya me. 
 
ÊRIŞEK RÊXISTINKIRÎ Û PILANKIRÎ YE 
 
Ev rûyê naskirî ango hevpar çi ye. Yek bi yek bêjim. Nefreta li dijî nasname, ziman, çand û baweriya gelan e. Dijminatiya kurdan e. Dijmantiya aştiyê ye. Zimanê qirkirinê yê li dijî HDP’ê ye. Zimanê tehdîtê yê kesê ku dibêje ‘hêj hûnê çi bibînin û çi bibînin’ e. Yên ku Denîz Poyraz qetil kirin bi rêxistinkirî û pilankirî ye. 
 
ŞIRÎKÊ BUÇÛK GOT DILÊ MIN REHET NEBÛYE
 
Şirîkê biçûk ê îqtidarê îro rabûye li Meclîsê Denîz Poyraz hedef dide nîşandan. Zimanê xwe û yê kujer dike yek. Ez vê pir eşkere û bi zelalî dibêjim. Li ser kursî rabû dewama cînayetê anî. Ji Denîz Poyraz re got ‘terorîst’. Ji malbata wê re got ‘terorîst’. Tenê ne Denîz û malbata wê bi milyonan kesê li Tirkiyê deng dane HDP’ê hedef da nîşandan. Adeta dibêje çima hin bêtir HDP’yî nehatine kuştin.  
 
Belkî hêj dilê şirîkê biçûk rehet nebûye. Her çiqas ‘kujer got min dilê xwe rehet kir’ jî lê şirîkê îqtidarê yê biçûk îro rabû got ‘dilê min rehet nebûye’. Şirîkê îqtidarê yê biçûk pir eşkere komkujiya li Îzmîrê ragirt ser xwe! Derî li komkujî û cînayetên nû vekir. Em bang li dozgeran dikin ku demildest li hember van gotinan bikevin tevgerê. Dozgerê ku ji bo girtina partiya me û girtina rêveber û endamên me 24 saetan li ser pêya ne bila ji bo van gotinan li tavilê wezîfeya xwe pêk bînin.”
 
 

Sernavên din

25/06/2021
13:31 Doza ‘rêziknameya înfazê’ ya Baroya Amedê hat redkirin
13:31 21 rêxistinên sivîl ji bo Ozkan banga berdanê kirin
13:11 Ji bo derbasî TÎP'ê bibe ji CHP'ê îstifa kir
13:11 Hevşaredara Dêrikê Esmez hat berdan
13:06 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:46 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan Mehmet Emîn Ozkan
12:09 Doza Kobanê berdewam dike
11:28 Malbata Şenyaşar wê hevdîtinên xwe yên li Stenbolê bidomîne
11:26 Wezareta Karên Derve ya Norwecê: Em hebûna Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bifikar in
11:09 Li Xarpêtê qeza: 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn
11:07 Îdiaya îşkence li Denîz Poyraz hatiye kirin: Divê testa DNA’ya kêran were kirin
10:46 Sancar: Wê rêya me gel diyar bike
09:30 AYM wê serlêdana Gergerlîoglû di 1’ê tîrmehê de binirxîne
09:26 200 mih û berx di bombebarana Tirkiyê de mirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 7 meh li pey xwe hişt
09:05 Orhan: Dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin
09:05 Parêzer Erol: Hat dîtin ku darizandina siyasetmedarên kurd ne hêsan e
09:05 'Divê hêla Kazim a xwedîderketina li şoreşgeriyê jî neyê jibîrkirin'
09:05 'Sedema krîzê polîtîkaya şer a Erdogan e'
09:05 Ava Heskîfê kêm bû, avahiyên dîrokî xuya kirin
09:05 Di 4 salan de derbarê rojnamevan Candemîr de 40 lêpirsîn
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:19 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
24/06/2021
20:10 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 49 hezar û 417
17:05 Malpera Jinnewsê 31 car e tê astengkirin
16:19 Ji bo şahidê doza rojnamevan Orûç biryara girtinê hat dayîn
15:57 Gundê Mijî 7 caran hat bombebarankirin
15:51 Zilamekî li Reyhanliyê tecawizî jina 78 salî kir
15:47 Balafirgeha Amedê ku di êrişa hewayî de xesar dîtibû sibe vedibe
15:26 Rapora Girtîgeha Êlihê: Lêgerîna tazî, îşkence û miemeleya xerab
15:13 Ji 3 kesên ku PDK’ê desteser kirin agahî nayê girtin
15:02 TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza darizandineke adil kirin
14:49 Malbata Şenyaşar jî li Konferansa Demokrasiyê ye: Malbata min tune kirin
14:38 TÎGEM ji bo sewal nefirin dîwar lê dike!
14:34 Rojnameya Avrupa ji bo Bahçelî got: TU YÎ Terorîst
14:32 Di Konferansa Demokrasiyê de nirxandina têkoşîna hevpar hat kirin
14:23 Ji bo beşdariya meşa Denîz Poyraz bang hat kirin
14:03 Hat xwestin dozên rojnamevan Evren bibin yek
13:56 Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin
13:31 Derbarê bersûcên fîrarî yên doza Hrant Dînk de biryar hat dayîn
13:27 Gunay: Em dikarin bi têkoşînê pergala talan û tecrîdê biqedînin
13:20 Emîne Ayna: Bi daxwaziya azadiya Ocalan min kî kuştiye?
12:53 Rapora TÎHV'ê ya 2020'an: 3 hezar binpêkirin û 404 îşkence pêk hatin
12:47 Qeyûm rengên ku esnafan daliqandin ne eciband
12:34 Îstînafê biryara beraetê xera kir û faîlê destdirêjiyê hat girtin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî serdozgeriyê dan
12:26 Gulcan Dîrîl: Di nav bûyerê de hin kesên din hene
12:25 Konferansa Demokrasiyê dest pê kir
11:58 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî: Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû man
11:35 Şandeya KNK’ê çû Mexmûrê: Êrişên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne
11:25 Balafirên şer gundê Mijî bombebaran kirin
11:15 Rojnameger Çoban sirgûn kirin
11:14 Penaber bi rojan tî û birçî di axuran de tên sekinandin!
11:02 Jin derdikevin qadan: 1'ê tîrmehê ne dawî destpêk e
10:14 ‘Ev pergala nû bi têkoşîna hevpar dikare were hilweşandin’
10:12 Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e
09:57 Polisan kesên Denîz Poyraz bi bîranîn binçav kirin
09:50 Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meşiyan
09:31 Caferî: Petrol û gaza xwezayî ku DAIŞ'ê didizî kurê Erdogan bi rê ve dibir
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 210'emîn de didome
09:02 Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma
09:02 Ciwanên HDP'î tûrnûvaya futbolê li dar dixin
09:02 Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2021'AN
23/06/2021
23:21 Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz hatin berdan
23:13 Li Elkê 3 kes hatin binçavkirin
23:08 'Ew gule li gelê kurd hatin reşandin'
20:56 Li Stenbolê gelek sazî çûn şîna Denîz Poyrazê
19:54 Îro 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:17 Bernameya Dersimê ya heyeta KCD û DBP'ê bi dawî bû
18:46 Onder: Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm
18:21 Gelek partî, sazî û dezgeh serdana HDP'a Îzmîrê kirin
18:13 Ji bo Denîz Poyrazê mewlûd dan
17:01 Dosyeya ku 20 sal berê jê hatibû darizandin, dîsa jê hat pirsîn
16:34 CPJ: Divê rojnamevan Umêd Beroşkî were berdan
16:17 Ji Serokê terîqatê yê faîlê îstismarê re daxistina 'rewşa baş' kirin
15:55 Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze hatin binçavkirin
15:52 Endamê Dîwana KCD’ê Ozdemîr hat binçavkirin
15:25 EŞÎK'Ê bang li Şûreya Dewletê kir
15:17 ÎHD’a Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:52 Başaran bersiva Bahçelî da: Em hemû Denîz Poyraz in
14:43 Rêxistinên çapemeniyê: Rizandin û rezîliyek wiha qet nehatiye dîtin
14:35 Polîsan mudaxileyî jinên ku xwestin konê li pêş HDP’ê were rakirin kirin
13:31 Amediyan afîşên Dewlet Bahçelî rakirin
13:18 Zaroka ji ber redkirina zewacê hatibû gulebarankirin, piştî 138 rojan mir
13:16 Ji Fatîh Tezcan îttîrafên balkêş: Li jor bahoz rabûye, heke rojek kêzin biteqe...
12:49 Dozger heta 35 salan ceza ji Berdevka TJA’yê Gokkan re xwest
12:22 Maseya ku AKP li aliyekê wê bû kirin hinceta girtina HDP'ê
12:21 Ekolojîst Pfahl: Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayî neyê girtin
12:20 Dadgehê bihakirina avê ya li Amedê betal kir
12:00 Malbata Şenyaşar balê dikişîne ser qewimînên li nexweşxaneyê
11:48 Ji bo xwedî derketina Geliyê Perî bang hat kirin
11:34 Li Hezexê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
11:24 ‘Îqtidarên ku partiyên kurdan girtin hemû têk çûn, wê ev jî têk biçin’
10:59 Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:37 Konseya Serokatiya YNK’ê: Em amadene navbeynkariyê bikin
10:28 Di şewatê de 3 zarokên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dan
10:08 ‘Şahidên veşarî’ yên li Mêrdînê di îdianameya HDP’ê de jî cih digirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 209'emîn de didome
09:05 Walîtiya Rihayê dikana ku dabû hosteyê dawî yê qezazê, jê distîne