Ebrû Gunay: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan

  • rojane
  • 14:52 14 Tîrmeh 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay di 1'emîn Kongreya Awarte ya HDP'a Cizîrê de axivî û got: "Heger hûn çareseriyekî bifikirin, muxatab birêz Ocalan e." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîr a Şirnexê, bi tevlîbûna Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Berdekva HDP'ê û Parlementera Mêrdînê Ebru Gunay bi dirûşmeya "Bi rihê tîrmehê em xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin" 1'emîn Kongreya Awarte li Eywana Azîzoglû li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Dayîkên Aşitiyê, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan tevlî kongreyê bûn. 
 
Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina diwanê dest pê kir. Pişt re parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr ji rêveberiya nû re serkeftin xwest û diyar kir ku HDP mezin dibe û tu hêz nikare HDP'ê bide sekinandin. 
 
'PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ FIRSENDEKE DÎROKÎ BÛ' 
 
Pişt re Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk axivî. Oztûrk, bal kişand ser pirsgirîka kurd û got ku heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe û wiha axivî: "Em anîbûn rewşeke wisa ku me şerm dikir ku bi zimanê dayîkê biaxivin. Me şerim dikir ku em bibêjin em li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn. Lê ev bi saya têkoşîna birêz Ocalan û hevreyên wî têk çû û têkoşîna gelê kurd ji nû ve destpê kir. Birêz Ocalan û hevalên wî got 'em van polîtîkayên li ser gelê kurd tên meşandin qebûl nakin, gelê kurd gelekî qedîme' û li dijî van polîtîkayan serî hildan. Bi têkoşîna xwe gelê Kurd li hemû cîhanê da naskirin. Lê mixabin pirsgirêka heyî hîn jî didome. Bi têkoşîna ku hatî dayîn, rayedarên dewleta tirk birêz Ocalan esas girt û pêvajoya çareserkirina pirsgirîka kurd dan destpêkirin. Ev firsendeke dîrokî bû. Di heman demê de vê pêvajoyê ji demokrasî û azadiya gelên Tirkiyeyê re derî vekir. Lê mixabin rayedarên dewletê ketin dewreyê û pêvajoya çareserkirina pirsgirîka kurd bi dawî kirin. Careke din çek xistin dewreyê, pêvajoya çareseriyê bi vî awayî bi dawî kirin û polîtîkayên pişaftinê xistin dewreyê. Ji pêvajoya çareserkirinê ve  poltikayên tunekirinê didomin. Lê gelê kurd bi sekna xwe ya berxwedêr ev polîtîka têk bir. Ew kesên ku dixwestin gelê kurd têk bibin îro yek bi yek têk diçin." 
 
'HETA AZADKIRINA BIRÊZ OCALAN WÊ TÊKOŞÎN BIDOME'
 
Ozturk di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku muxatabê çareseriya pirsgirîka kurd Îmraliye û wiha domand: "Bi polîtîkayên pişaftinê, girtin û kuştinê hûn nikarin pirsgirîka kurd çareser bikin. Pirsgirîkek heye ev jî pirsgirêka kurd e. Gelê kurd weke her gelekî nasnameyeke azad û jiyanake hevpar daxwaz dike. Ev daxwaziye jî wê bi muxatab girtina birêz Ocalan pêk were. Em li Botanê dibêjin; pêşeroja gelên Tirkiyeyê ne di destê Amerîka, Ewropa û hêzên din de ye. Çareserî, diyaloge û muxatebê vê jî birêz Ocalan e. Em heta ku tecrîtê neşikênin, em ê dev ji dayîna têkoşînê bernedin. Wê tekoşîna me heta azad kirina birêz Ocalan bidome." 
 
'MUXATAB BIRÊZ OCALAN E' 
 
Piştî Ozturk, Berdevka HDP'ê Ebru Gunay axivî. Gunay jî bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û wiha got: "Kesên ku îro HDP'ê hedef nîşan didin kesên ku pêvajoya çareseriyê bi dawîkirine. Em li Cizîra Botan dipirsin kê mirov di jêrzemînan de bi awayekî zindî qetil kirin? Em dipirsîn kê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag da girtin? Em ji vir dipirsîn kê got em muxatabê Dolmabahçeyê nas nakin? Bi vî awayî henekên xwe li gelê kurd dikin. Melayên ku xutbe bi kurdî xwendin kê girt? Heger ku hûn bixwazin pirsgirîka kurd çareser bikin, kesê ku pêşiya we bigire tune ye. Çima hûn çareser nakin? Hûn çima muxatabê çareseriyê di bin tecrîdê de dihêlin?  Heke ku  hûn çareseriyeke bifikirin  muxatab birêz Ocalan e. Heta ku hûn tecrîta li Îmraliyê ranekin, kurd dê tu carî ji sozên we yên vala bawer nekin. Dev ji dîtina kurdan a wekî depoyek dengan a ji bo mayîna xwe berdin. Kurd li Tirkiyeyê di têkoşîna demokrasiyê de pêşengtiyê dikin. Me got em HDP ne û em li her derê ne. Ne girtin ne jî doza girtinê nikare pêşî li vê îradeya ku bi bawerî dixebite, bigire. Dê li her deverê mîna berxwedana Cizîra Botan berxwedana me bidome. Heta ku kurd bibin yek, ew ê tu carî serî li ber dagirkerî û planên faşîzmê netewînin. Em ê bi daxwaza azadiya gelê kurd û daxwaza demokrasiya gelên Tirkiyeyê serbikevin." 
 
Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin. Mesut Nart û Zîlan Ecevît wek Hevserokên Rêxistina HDP'a Cizîrê hatin hilbijartin. 
 
Piştî hilbijartinê kongre bi gêrandina govendê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

18/07/2021
19:53 Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin
18:55 Hejmara jinên îşkence li wan hat kirin ji sedî 10 zêde bû
18:33 Hozan Arhat ê bi Kurdî stran gotin, di dawetê de hat binçavkirin
16:18 Meclîs kete betlanê
16:03 Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
15:50 Di xwepêşandanên bêaviyê de 3 ciwan hatin kuştin
15:03 Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir
14:48 Li Hindistanê barana mûsonê bû sedema mirina 23 kesan
14:21 Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi porê min girtin û min avêtin erdê
13:35 Ji Rêveberiya Xweser bang: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin
12:39 Li Panosê qezaya trafîkê: 3 kes mirin 14 kes birîndar bûn
11:55 Malbata Şenyaşar: Li dijî hiqûq serdestan em ê bi ser bikevin
11:24 Li Amedê seferberiya derzîkirinê
10:35 Di meha hezîranê de 9 kolber hatin qetilkirin
10:26 39 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê wergirtin
10:25 Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre
09:53 Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike
09:02 Greva birçîbûnê di roja 234'emîn de dewam dike
09:01 Dadgehê rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a li Çemê Zoravayê de betal kir
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
14:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:00 Şewat li ber vemirandinê bû lê helîkoptêran gur kir
13:21 Malbata Şenyşar: Em ji bo Yildiz ê AKP'î jî li benda biryarnameyê ne