Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê

  • rojane
  • 09:07 26 Tebax 2021
  • |
img

STENBOL - Kurdên êzidî ku di 2014'an de bi êrişên DAIŞ'ê re qirkirina 73'yan hat serê wan, niha jî bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû ne. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berê ji bo êzidiyan gotibû "bila avakirina jiyana xwe ya azad bidomînin" û ji bo vê bal kişandibû ser girîngiya xweparastinê. 

DAIŞ ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyê ku di sala 2011'an de dest pê kir, ji hêla hin hêzên global û herêmî daxilî qadê hat kirin û bi tabetî li Iraq û Sûriyeyê li hemberî etnîsîte, nasname û baweriyên cuda dest bi qirkirinan kir. DAIŞ'ê li Mûsilê çekên giran ên artêşa Iraq û li Reqayê jî yên artêşa Sûriyeyê bi dest xistin û gav bi gav dest bi projeyên xwe yên qirkirinê kir. 
 
DAIŞ, li Mûsilê bêyî ku leqayî berxwedanekê bê bi dest xist û paşê kurdên êzidî, şebek û kakaî, şiî û tirkmenên serî li ber netewandin kir hedef. Enbar, Fellûce, Ramadî, Tîkrît, Baac, Havîce, Mûsil û Telafaerê xist bin kontrola xwe û warê êzidiyan Şengalê dorpêç kir. 
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşên li hemberî Şengalê dest pê kirin. Êzidiyên ku artêşa Iraqê û pêşmergeyên Herêma Kurdistana Federe ew bi tenê hiştin, bi fermanda 73'yan re rû bi rû man. Di dema êrîşan de nêzî 400 hezar êzidî ji bêgavî terka warê xwe kirin. Di dema koçberiyê de 280 kes ji birçîîna û tîna jiyana xwe ji dest dan. Di navbera 4 hezar û 5 hezar û 800 kes jî hatin revandin. Bi sedan kes jî hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin. Heya niha 12 gorên komî hatine tespîtkirin û hê jî bi sedan êzidî winda ne. Ev êrîş, fermana 73'yan bû ku hat serê êzidiyan. 
 
Di qirkirinê de hemû cîhanê xwe li bêdengiyê danîbû. Lê bes hêzên HPG û YPG'ê bi hawariya êzidiyan de çûn. 
 
Hêzên HPG û YPG'ê korîdorek vekirin û bi vê korîdorê êzidî gihandin qadeke ewle û paşê li hemberî DAIŞ'ê şer kirin û axirê Şengalê ji dest DAIŞ'ê derxistin. Piştî vê êzidî ketin nav hin hewldanan ji bo avakirina xweparastina xwe. Ewilî Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Êzidxanê (YJE) ava kirin. Niha ên Şengalê diparêzin, ev hêz in. 
 
TIRKIYE ÊRIŞ DIKE 
 
Êzidiyên ku di sala 2014'an de DAIŞ'ê êrîş biribû ser wan û xwestibû wan qir bike, niha jî bi êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Tirkiyeyê di 16'ê Tebaxê de êrîş bir ser Şengalê. Di êrîşa hewayî de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. PIştî van êrîşan bi çend saetan vê carê jî li gundê Sikêniyê navenda tenduristiyê bombebaran kir. Di êrîşê de 4 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji roja roj de di warê gefên li ser êzidiyan de pêşniyarî û hişyarî kirine. Ocalan, di dema hevdîtinên bi parêzeran re û bi malbata xwe re, bi taybetî li ser Şengalê sekinîbû. 
 
Ocalan, hê şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê nekiribû û bi navê DAIŞ'ê rêxistinek tune bû, îşaret bi gefên li ser êzidiyan kiribû. 
 
Di 28'ê Kanûna 2006'an de, di hevdîtina bi parêzeran re, diyar kiribû ku bi taybetî dê qewimînên li Iraqê veguherin meseleya man û nemanê, lewma teqez divê her kurd li ser van tiştên dê biqewimin bifikire. Ocalan, bi xisûsî jî îşaret bi qewimînin li Iraqê kiribû û gotibû: "Piraniya Şengalê êzidî ne. Dibe ku bi komkujiyekê re rû bi rû bimînin. Bi heman awayî Mexmûr jî, wekî min berê gotibû dibe ku bi komkujiyekê re rû bi rû bimînin. Divê tevdîr bên girtin. Niha rewşa li Iraqê ji ya Şerê Cîhanê yê Dudoyan xerabtir e. Di Şerê Cîhanê yê Dudoyan de her du alî dizanibûn dê çi bikin, lê li Iraqê kes nizane dê kî çi bike. Dibe ku pêvajoyeke xwînî dest pê bike." 
 
ÊRIŞ
 
Piştî vê hişyariya Ocalan bi çend rojan, di 14'ê Tebaxa 2007'an de li Şengalê li hemberî Sîba Şêx Xidir û Tilizerê êrişên bombeyî hatibûn kirin. Di van êrîşan de di ser 700'î re mirov jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
GOT 'DÊ ÊRÎŞÊN HER SÊ WELATAN ZÊDETIR BIBIN' 
 
Piştî van êrîşan di hevdîtina 5'ê Îlona 2007'an de, Ocalan vê carê ev tişt gotibûn: "Wekî hûn dizanin, min berê jî bal kişandibû ser qetilkirina êzidiyan û hişyar kiribû. Derbarê Îranê de jî. Îran, pir bêrehm e, dewleteke xurt e û dê komkujiyê bike... Talabanî û Barzanî, ji ber ku têkildarî êzidiyan de pergaleke parastinê çênekirin, pêşî li ber vê komkujiyê vebû. Ne pêkan e ku civakeke bê pergala parastinê, karibe xwe biarêze. Talabanî-Barzanî jî dê nikaribin xwe wisa tim biparêzin. Helwesta wan a siyasî, li gor konjukturê diguhere. PÇDK jî şaşîtiyê dike! Tevdîrên gelê me yê li wir ê bêparastin, nagire. Ranabe pergala parastinê ava nake û pêşî li ber komkujiyê nagire. Heger tu pergala parastinê ava nekî, tu yê çawa gel biparêzî? Dê Sûriye, Tirkiye û Îran di pêş de jî çalakiyên xwe yên bi vî rengî zêdetir bikin, dê çalakiyên hîn mezintir çêbibin. Îran komkujiyan di ser Hîzbullahê re, Sûriyyye jî dê di ser rêxistinên ereb re bike. Min berê jî hişyar kiribû, ne wisa dê li hemberî êzidian êrîş çêbibin? Çima di warê ewlehiyê de tevdîr nayên girtin? Li Kerkûkê jî her roj komkujî çêdibin. Heger ji bo parastinê derfet ji bo gel bên peydakirin, dê nikaribin wisa biçin gundan û bi wesayyît mesayîtan çalakiyên pêncsed kîloyî bikin. Komkujiya Şengalê, operasyonên Îranê, meseleya napalmê ku hûn behsa wê dikin û cezayên hucreyên yên li min hatine birîn, hemû girêdayî hev in." 
 
KONGREYA NETEWEYΠ
 
Piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê ku di 2014'an de kiribû, Ocalan di hevdîtina 15'ê Tebaxê ya bi heyeta HDP'ê re, cardin bal kişandibû ser Şengalê:
 
“Çima tiştên ku min salek berê li vir dîtin, nabînin? Siyaset bi vî awayî nayê kirin. Siyaset, ew huner e ku nehêle ev tişt bên serê gel. Rêber, vê rewşê qebûl nakin. Em ne vê komkujiyê ji bîr dikin an jî ne qebûl dikin, ne jî radibin hêsiran dibarînin. Rol û rista me diviyabû, em pêşî li ber vê bigirin. Ez pir li ber dikevim, ji ber vê kêmasiya hevaln hêrsa min radibe... Diviyabû tevdîr berê bihatan girtin... Di dîroka mirovahiyê de ev komkujî qet nayên jiîrkirin. Heger bê jibîrkirin, nexwe çena wijdan jî bi te re nemaye." 
 
Ocalan, di heman hevdîtinê de destnîşan kiribû ku qewimînên li Şengal, Rojava û Mûsilê nîşan didin ku bê Kongreya Neteweyî çi qasî bivê nevê ye. Ocalan, di hevdîtinê de destnîşan kiribû ku demildest divê kurd Kongreya Neteweyî li dar bixin û got: "Min behsa girîngiya hêza aştiyê kiribû. A ha, tam ji bo rojên wisa hewce bû. Gava ez dibêjim hêza aştiyê, ev hemû ketibûn etra qadên xwe yên hegemonîk. Halbûkî siyasetê, pêşbînîtî ye. rêbertî jî, ne ew e u piştî qewimînan bibêje 'em ê çi bikin.' Divê beriyya qewimînan, tu bibînî. A ha, ev tiştên qewimîn, bi kêrî çi hatin?" 
 
Ocalan, di hevdîtina 14'ê Adara 2015'an de ku bi heyeta HDP'ê re kiribû, ji bo ferzkirinên PDK'ê yên li sr Şengalê jî ev tişt gotibûn: "PDK, ferz dike, Qendîl jî dibêje 'ez ê vekişim.' Bergirtina bi PDK'ê ev e. Çima ji Şengalê, ji Kerkûkê vedikişe? PDK nexwaze jî, gel nexwaze jî dê bimîne. Heger li Şengalê komek gerîlla hebûna, dê ew qas mirov nehatine qetilkirin... Ev (DAIŞ), dê li wir tirkmen, êzidiyan nehêlin... PDK, Şengalê hêla, Mûsilê hêla, reviya çû. Ma ez ê we rizgar bikim? Min Sûriyeyê ji dest wan derxist. Çekek min, zilamek min, tu tiştek min jî tune bû. Wê demê malbatekê kincekî pêşmergeyan ji min re anî û li min kir. Barzanî rabû, ev malbat hemû qetil kir. Me heya dawiyê rê li ber derfetan vekir. Min gotibû dê Barzanî jî bê kongreyê. Divê xebatên Kongreya Neteweyî bi lez bên kirin. Heger ev pêk bê, dê hêzên Rojhilata Navîn bike berx. Gelê êzidî hêja ye. Ez meclîsa wan pîroz dikim. Dê bi xwe xweparastina xwe bikin, em wisa ji bextê PDK'ê re nahêlin." 
  
‘BILA AVAKIRINA JIYANA XWE YA AZAD BIDOMÎNIN' 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 5'ê Hezîrana 2019'an de di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re jî, li ser rewşa êzidiyan sekinîbû. 
 
Mehmet Ocalan, ragihandibû ku Rêberê PKK'ê ragihandiye ku gelê Şengalê ji wî û Tevgera Azadiyê ya Kurd pir hez dike û gotiye: "rast e, ez jî pir ji wan hez dikim. Em ji bo azadiyê Şengalê dikarin behsa du bûyeran bikin. Ya ewil têkoşîna Derwêşê Evdî û ya din jî ya hevalên me ye. Gelê Êzidî li deverek ji Şengalê heya Reqayê bi komkujiyê re rû bi rû ma. Lê me li van qadan hêzên komkujer berteref kirin û me heyyfa gelê êzidî stend. Lewma pir dilxweş im. Ez rêz û hurmetên xwe ji gelê Şengalê re dişînim. Bila êdî ne qilqilin. Bila avakirina jiyana xwe ya azad bidomînin." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

21/10/2021
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome