Parêzerên Doza Kobanê: Em ê nebin terefê darizandina sexte

  • rojane
  • 15:02 10 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE – Parêzerên Doza Kobanê diyar kirin ku periyodên rûniştina dozê veguheriye îşkenceyê û ew ê nebin terefê darizandina sexte. 
 
Parêzerên Doza Kobanê û Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê derbarê helwesta dadgehê ya li Doza Kobanê dinêre li navenda giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede, Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û parêzer beşdarî civînê bûn. 
 
 
‘DADGEH LI GORÎ DAXWAZA ÎQTIDARÊ TEVDIGERE’ 
 
Parlamenter Zuleyha Gulum diyar kir ku di dozê de ser rastiyan tê niximandin û got: “Doza Kobanê doza tolahildana ji HDP’ê ye. Em dibînin ku îqtidar dixwaze tolê ji HDP’ê hilde. Di dozê de îqtidar fermanê dide darazê û daraz li gorî daxwazên îqtidarê tevdigere. AKP-MHP zextan li ser darazê dike û piştî zextên li ser darazê serokê dadgehê ji bo dozê hatibû wezîfedarkirin ji wezîfeyê hatiye girtin. Di rûniştinên dozê de darizandin nayê kirin. Naxwazin ku rastî derkeve holê. Dixwazin bi wê biryara di destê wan de partiya me were girtin. Hevalên me tên darizandin dibêjin ku ew ê nebin parçeyek vê lîstoka tê kirin. Me di destpêkê de gotibû; HDP div ê dozê de nayê darizandin, HDP wan didarizîne. Wê pêvajoyek ku berpirsiyarên rastî werin darizandin li vî welatî pêk were. Ji bo ku berpirsiyarên rastî werin darizandin, em ê têbikoşin. Heke derdê wan ku rastî derkeve holê hebe, bila darizandina adilane û mafê parastinê were dayîn. Hevalên me tên darizandin û hevalên me parêzer beşdarî rûniştinên dozê nabin. Beşdariya van dozan dihat wateya yek ji parçeyê van lîstokên tên leyîstandin. Di darizandina vê hefteyê de hevalên me beşdr nebûn. Ji niha şûn ve jî ev helwest berdewam bike wê hevalên me nebin parçeyek vê pêvajoyê.” 
 
‘EM Ê NEBIN TEREFÊ DARIZANDINA SEXTE’ 
 
Parêzer Arzû Kurt jî diyar kir ku ev doz bi sedemên siyasî hatiye vekirin û dixwazin vê dozê bikin hêceta girtina HDP’ê. Kurt anî ziman ku tê xwestin bi guhertina şandeyên dadgehê zû zûka dosyeyê bigirin û dixwazin biryara di hişê xwe de ya ku mafê parastinê nedin kirin eşkere bikin. Kurt destnîşan kir ku periyodên rûniştinên dozê ne li gorî rastiyê tên birêvebirin û dij mirovî ye û ev yek veguheriye îşkenceyê. Kurt destnîşan kir ku ew ê nebin terefê vê darizandina sexte.
 
DOZ VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ 
 
Parêzer Çîgdem Kozan jî bal kişand ser rûniştinên dozê û wiha got: “Di mehekê de sê hefte ya li ewyana danişînê yan jî li odeyên SEGBÎS’ê bi darê zorê hevalên me beşdarî danişînê tên kirin. Me ji wan re got di sê hefteyên mehekê de birêvebirina dozê muameleya xerab e. Mafên hevalên me yên tînin danişînê û dibin tên astengkirin. Mafê parastina wan tê astengkirin. Rûniştinên dozê veguheriye îşkenceyê.” 
 
GILIYÊ DADGEHÊ KIRIN E 
 
Kurt da zanîn ku îtîraza wan ji bo hevalên wan girtî tên darizandin kirine hêj neşandine dadgeha bilind û got: “Dadgeh dixwaze bi lez û bez biryarê bide û dozê bi dawî bike. Em dibînin ku tu armancek dadgehê ku darizandinek adilane bike nîne. Şande mafê dairzandina adilane binpê dike. Me serî li Desteya Dadger û Dozgeran da û giliyê şandeya dadgehê kir.”
 

Sernavên din

11/11/2021
10:42 Parastina HDP'ê ji Dadgeha Bilind re hat şandin
10:23 Tallî: Hêzên navneteweyî jî bi qasî Tirkiyeyê berpirs in
09:45 Ben û Senê xera dikin: Em nikarin li cihekî din bijîn
09:44 'Ji bo tedawî bibe divê bê berdan'
09:43 Avahiya ji Cemiyeta Ilim û Belavkirinê hat stendin kirin navenda piştevaniyê
09:20 Ji pêşmergeyê berê ji bo Barzanî: Ma te Helebçe û Enfal ji bîr kir?
09:20 ‘Tirkiye hewl dide pêşketina projeya demokratîk asteng bike’
09:18 Birîna kurdan a nekewandî: Komkujiya Eleqemşê
09:16 Dem dema azadiya jinê ye: Em ê her derî bikin qada berxwedanê
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2021'AN
10/11/2021
16:50 Bi hêceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ ceza ji parêzerekî re hat xwestin
16:50 MSD`ê banga qedexekirina firîna balafiran kir
16:32 Li Bihuşta Çûkan dîsa şewat derket
16:18 Mazlûm Ebdî ji bo malbata Gulo sersaxî xwest
15:50 DÎSK-AR: Hejmara bêkariyê 7,9 milyon e
15:33 Parlamenterê berê yê HDP'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:27 Ji ber parvekirina wê derbarê mamosteyê de lepirsîn dan destpêkirin
15:02 Parêzerên Doza Kobanê: Em ê nebin terefê darizandina sexte
14:47 Ji Wezîrê Dadê pirsî: Ma hûn ê hêj çiqas ji îşkenceyê re bêdeng bimînin?
14:23 Bûldan: Kavila herî mezin a desthilatê sûcên wê yên li dijî jinan in
13:16 Di hevdîtinên budçeyê de şermezarkirina 'Peymana Stenbolê'
13:09 Akademîsyenê piştî parvekirina ‘Bijî Kurdistanê’ hatibû girtin hat berdan
12:48 Keştiya Azadiyê bi rê ket: Êdî dema azadiya Ocalan e
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji edaletê bernedin
11:37 Qurbaniyên 10'ê cotmehê hatin bibîranîn
10:54 Ji bo ku Eymur di lêpirsîna JÎTEM’ê de were guhdarkirin serlêdan hat kirin
10:47 Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî serî li hikûmeta Iraqê hat dayîn
10:47 Girtiyê ku lê dan nebirin revîrê
10:12 NÇM li benda şagirtên xwe ye
10:01 Dr. Al Elûfî: Ji ber ku nayê cezakirin Tirkiye çekêm kîmyewî bi kar tîne
09:12 Li Ataşehîrê jinek hat kuştin
09:04 Îsal li Şirnexê 31 deverên bi daristan hatin şewitandin
09:04 Li hemberî ferzkirinên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
09:04 ‘Dê dijberiya ji bo şer bibe hîmê yekîtiya neteweyî'
09:04 Beraet kiribû lê ji bo heman parvekirinan careke din lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 'Ji bo budçeya gel daxwazkirin tenê têr nake, têkoşîn jî divê'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'AN
08:54 Wê KNK serdana penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bike
08:38 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
09/11/2021
20:27 'Keştiya Azadiyê' berê xwe da Napoliyê
17:13 Tirkiye bi SÎHA'yê êrişî wesayîteke li Qamişloyê kir
17:05 Polîsên ku Hantaş kuştine gefa kuştinê li hevalê wî jî xwarin e
16:58 Doza Kobanê rojekê hat taloqkirin
16:54 Li Depê ‘Dema Azadiyê’: Krîz bi pêşniyazên Ocalan dikare were çareserkirin
16:54 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:53 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:14 Ji Amedê berteka binçavkirinan: Desthilat hewl dide tirsa xwe li gel belav bike
15:50 Sancar: Divê AYM bêyî ku bikeve esasê dozê red bike
15:26 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayên dermankirin
15:22 Di danişîna rojnamevan de rojnamevan hatin astengkirin
14:57 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
14:40 Balafirên Tirkiyeyê penaberên kurd birin Belarûsê
14:25 Lêpirsînek din derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin!
14:05 DFG belavkarên di meha mijdarê de hatibûn kuştin bi bîr anî
13:53 Parêzer û siyasetmedar tevlî Doza Kobanê nebûn
13:19 Rojnivîska zaroka hat îstîsmarkirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî