Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!

  • rojane
  • 15:55 25 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryar da ku parêzerên Doza Kobanê nekarin bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibin. 
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 12’emîn danişîna dozê ku 21 kes tê de girtî tên darizandin, li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, parlamenterên HDP’ê û gelek parêzer jî amade bûn. 
 
Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şandeya dadgehê beriya ku ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin bixwîne, dest bi guhdarîkirina gilîkeran kir. Parêzer Çîgdem Kozan, parêzer Alî Bozan û siyasetmedar Mesut Bagcik, Ayla Akat Ata, Alp Altinoz û Zeynep Olbecî bertek nîşanî vê kiryara şandeya dadgehê dan. Di danişînê de Olbecî parastina xwe bi kurdî kir. Olbecî, diyar kir ku beriya niha ji şandeya dadgehê re gotibû ku dixwaze parastina xwe bike lê wate nadin bê ka çima dadgehê gilîker û şahid anîne dadgehê. Bi domdarî Olbecî wiha got: “Şandeya dadgehê beriya niha em bi ‘reva ji parastinê’ tawanbar dikir. Lê tevî ku dixwazin parastina xwe bikim jî niha li gilîkeran guhdar dike.” Şandeya dadgehê jî îtîrazên heyî rad kir û biryar da ku ji ewil li şahid û gilîkeran bê guhdarîkirin. 
 
‘BIRYAR LI DIJÎ USÛLÊ YE’ 
 
Parêzer Alî Bozan jî da zanîn ku şandeya dadgehê li dijî usûlan tevdigere û biryara wê bi biryarên bêrê re hev nagire. Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê girt û da zanîn ku nahêlin parêzer ji Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibin. Demîrtaş, da zanîn ku heke ji vê biryarê neyê vegerîn dê danişînê biterikîne. Parêzeran da zanîn ku li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê, hatiye qedexekirin ku parêzer li ser SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bibin. 
 
Li ser îtîraza Demîrtaş, şandeya dadgehê got ku qanûneke ji bo amadekirina odeyên SEGBÎS’ê nîne û îtîraz red kir. 
 
Piştî biryara şandeya dadgehê, siyasetmedar Sebahat Tuncel mafê axaftinê girt û wiha got: “Li ser vê kursiyê me gelek caran qala bêhiqûqiyê kir bê ka çawa weke hiqûqê tê nîşandan. Gelo hûn CMK’eke nû ava dikin? Em, ev bû salek li vir în û gelek caran di çarçoveya vê dosyayê de bêhiqûqî hatin kirin. Li gorî CMK’ê; ji ewil ewraqên nû tên xwendin û piştre jî parastin tê kirin. Lê hûn bi vê biryarê nakin. Serdozgeriyê biryar da ye ku parêzerên me nekarin li ser SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibin. Lê hûn îtîraz nakin. Sedema vê jî darizandina kurdan e. Mafê min ê parastinê tê astengkirin. Hûn bi hîleyan vê dozê birêve dibin û ne hûn lê desthilatdarî me didarizîne. Çima dema mijar dibe em, hûn qanûnan pêk nayînin? Heke em hemwelatiyên vî welatî bin, li gorî qanûnan tevbigerin. Nexwe bibêjin; ‘kurd û sosyalîst ji hemwelatîtiyê derketin û bi CMK’ê nayên darizandin.’”
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî bertek nîşanî biryara dadgehê da û got ku mafê wan ê herî bingehîn ê parastinê tê binpêkirin. 
 
Şandeya dadgehê îtîrazên heyî dîsa red kirin û dest bi guhdarîkirina gilîkeran kir. 
 
Danişîna dozê bi îfadeyên gilîkeran berdewam dike. 
 

Sernavên din

29/04/2022
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin