Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?

  • rojane
  • 09:06 28 Nîsan 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Di operasyonên ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne, gelek hêzên taybet hene. Ev hêzên ku ne pêşmerge ne û li Herêma Kurdistanê ne kî ne, bi kê ve girêdayî ne, di çi karî de tên bikaranîn û di operasyona dawî de çi wezîfe dane wan? 
 
Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna ku wek Herêmên Parastinê yên Medyayê jî tên binavkirin û bi ser Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne, şerekî nû da destpêkirin. Êrişên li dijî ser vê herêmê di 15’ê nîsana 2020’an de ji herêma Zînî Wertê ku di bin kontrola Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de ye dest pê kiribû. Tirkiye rasterast êrişî herêmê nekir û di vir de hêzên PDK'ê xist dewrê. Her çiqas PDK’ê got hêza hevpar a wan û YNK’ê ye jî lê YNK’ê ev yek derewand. 
 
Di berdewamiya vê de Tirkiyeyê di 10’ê Sibata 2021’an de ji bo endamên MÎT’ê, polîs û leşkerên PKK’ê wan desteser kiribû xelas bike, ji nişke ve êrişî ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê kir. Tirkiyeyê tişta ku armanc dikir ji vê operasyonê bi dest nexist û bi têkçûnekê re rûbirû m.a Tirkiyeya ku di vir de bi ser neket operasyona xwe domand. Tirkiyeyê di nîsana 2021’an de li dijî van herêman operasyonek berfireh ango şerek mezin da destpêkirin. Salek e ev şer didome. Hê ev şer didomiya, Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsanê de dest bi şerek mezin kir. Niha li herêma Zap, Avaşîn, Metîna û deverên din şerê giran di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirkiyeyê de berdewam dike. 
 
YÊN TEVLI ÊRIŞAN BÛNE KÎ NE?
 
Êrişên Tirkiyeyê yên di 17'ê Nîsanê de ji bejahî û hewayî dest pê kirin dewam dikin, berevajî êrişên din, leşkerên Tirkiyeyê ji herêmên di bin kontrola PDK'ê de êrişên xwe pêk tînin. Piştî gotûbêjkirina ku hêzên pêşmerge jî beşdarî êrişên Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê bûne, li ser vê yekê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên li herêmê ne hêzên girêdayî Wezareta Pêşmerge ne, lê hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê. Her wiha di daxuyaniyên çavkaniyên HPG’ê de hate destnîşankirin ku hêzên ku bi leşkerên girêdayî leşkerên tirk re tevdigerin, hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê ne.
 
NÎQAŞÊN PÊŞMERGEYAN 
 
Di heman demê de ji aliyê hêzên pêşmerge û derdorên siyasî ve daxuyanî hatin dayîn ku ti têkiliya hêzên taybet ên PDK'ê bi pêşmergeyan re nîne. Li hember daxuyaniyên ku hêzên navborî girêdayî PDK’ê ne, car caran bertek dihatin nîşandan, hin navên PDK’ê jî digotin ku hêzên navborî ne girêdayî PDK’ê ne û tê gotin ev hêzên taybet girêdayî malbata Barzanî ne. 
 
HÊZÊN LEŞKERÎ YÊN KÊ HENE?
 
Ji bo zelalkirina vê mijara tevlihev me hêzên ku li Herêma Kurdistanê bi navê Pêşmerge tên binavkirin, berhev kirin. Hema bêje her partiyeke siyasî ya li Herêmê hêzên xwe yên leşkerî hene. Li Herêma Kurdistanê hêzên çekdar ên girêdayî PDK, YNK û Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê (KDSP) hene. Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Komel) û Tevgera Îslamî (Bizutnew), Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst, Tevgera Goran, Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Tevgera Nifşê Nû xwedî hêzên leşkerî ne. Tê gotin 120 hezar pêşmerge hene. 3 hezar girêdayî PDSKê ne, 60 hezar girêdayî PDK’ê ne û 55 hezar jî girêdayî YNKê ne. 
 
WEZARETA PÊŞMERGEYAN 
 
Li gel ku di sala 2005’an de biryara yekkirina hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi yekbûna rêveberiyên Hewlêr û Silêmaniyê hate dayîn, lê heta niha yekbûna hemû hêzan pêk nehatiye. Nêzîkî 50 hezar hêz di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bûne yek. Ji xeynî hêzên di bin banê Wezaretê de tevdigerin, bi demê re li herêmê hêzên taybet hatin avakirin. Ji aliyê hemû aliyan ve hat ragihandin ku Pêşmergeyên girêdayî Wezaretê beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bûne û beşdarî operasyonên Tirkiyê nebûne. Di Wezareta Pêşmergeyan de YNK serwer e û ji YNK’ê Şoreş Îsmaîl Ebdullah Serokê Wezaretê ye.
 
PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN 
 
Pêşmergeyên ku bi navê Pêşmergeyên Dêrîn tên naskirin; ew pêkhateyek ji Pêşmergeyên ku di şer de birîndar bûne yan jî ji ber temenê xwe teqewît bûne pêk tê û hinek ji wan bi zorê hatine teqewîtkirin. Bi awayekî ku her çend di nava vê pêkhateya ku di nava komeleyê de ye, pêşmergeyên berê yên girêdayî YNK, PDK û PDSK'ê hebin jî, pêşmergeyên ku xwe bi tu pêkhateyên siyasî ve nabînin jî tên dîtin. Weke yekane pêkhatina ku komên ji siyasetên cihê di bin banekî de kom bibin. Pêşmergeyên Dêrîn bi helwesta xwe ya ku rasterast li dijî operasyonên Tirkiyê yên li herêmê disekinin û her wiha dijderketina şerê navxweyî yê kurdan tê naskirin.
 
HÊZÊN GIRÊDAYÎ YNK’Ê 
 
Li gorî daneyên sala 2015’an li herêmê 56 hezar hêzên pêşmerge yên girêdayî YNK’ê hene, hêzeke bi navê “Yekîneyên Amade” ji 10 hezar kesî ku girêdayî YNK’ê ye lê girêdayî Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ye, heye.
 
LEŞKERÊN GULAN Û HÊZÊN ZÊREVANΠ
 
Hêzên çekdar ên bi navê Leşkerên Gulan ên girêdayî PDK’ê li herêmê di nava du komên cuda de ne. Hêzeke taybet bi navê Hêza Zêrevanî heye, beşek ji wan ser bi Pêşmergeyên Gulan in, hinek jî weke hêzeke leşkerî ya asayî tên pênasekirin. Hin hêzên Leşkerên Gulan ên ser bi PDK’ê ve girêdayî Wezareta Pêşmerge ne, Hêzên Zêrevanî ji Wezareta Pêşmerge serbixwe tevdiger e. 
 
Hêzên navborî girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku kurê Mesûd Barzanî ne, ku bi Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîbû. Rojek beriya operasyonê hatibû Tirkiyeyê. Tê zanîn ku Hêzên Zêrevanî perwerdeya xwe ya yekem ji Hêzên Taybet ên leşkerên tirk wergirtin e. Hêzên Zêrevanî ku berê weke hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê dihatin naskirin ku bi leşkerên Tirkiyeyê re tevdigeriyan, îro dîsa di navenda nîqaşan de ne.
 
Hate diyarkirin ku hêzên navborî ku tê gotin di operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmê de rola wan a pêşeng heye, li herêmên ku lê bi cih bûne bi artêşa Tirkiyeyê re tevdigerin. Her wiha tê diyarkirin ku leşkerên Tirkiyeyê bi cil û bergên Hêzên Zêrevanî re tevî van hêzan xebatên xwe yên îstixbaratê didomînin.
 
EZÎZ WEYSÎ
 
Hêzên Zêrevanî yên bi leşkerên Tirkiyeyê re tevdigerin, weke rêxistineke "tevegera taybet” tên dîtin. Bi awayekî fermî serokatiya wan Siyar Barzanî dike ku ew jî ji malbata Barzanî ye û fermandeyê wan jî Ezîz Weysî ye. Ezîz Weysî ku xizmê malbata Barzanî ye di sala 1989'an de ji ber şerê di navbera PDK û YNK'ê de tevlî nava refên PKK'ê bû û li Heftanîn û Zagrosê jî fermandariya gerîlayan kir. Ji ber pratîka salên 90’î ya Ezîz Weysî, PKK’ê derbarê wî de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di sala 1996'an de reviya û xwe li PDK'ê girt. Di demekî kin de wî tînin serê hêzên Zêrevanî yên ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye avakirin.
 
PÊŞMERGEYÊN ROJ 
 
Hêzeke din a ku di navenda nîqaşan de ye û tê gotin ku wê li gel leşkerên Tirkiyeyê tevdigere, hêza kontra ya bi navê Pêşmergeyên Roj e. Di sala 2012’an de bi pêşengiya ENKS’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê û rejîma Sûriyê di salên destpêkê yên şerê navxweyî yê Sûriyê de hat avakirin. Peşmergeyên Roj ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê li dijî DAIŞ'ê dewam dike bi Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê re tevdigerin tên rexnekirin. Pêşmergeyên Roj ên ku bi hêceta li dijî destkeftiyên kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgeriyane ji herêmê hatin derxistin, li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê cih digirin.
 
Pêşmergeyên Roj ku tê îdiakirin ku demekê li Lîbyayê wek hêzeke leşkerî li kêleka Tirkiyê bûn, wek hêzeke leşkerî ya ku di şerê li dijî PKKê di Operasyona Garê û Zînî Wertê de derketiye pêş, tê naskirin. Dema ku ev îdia hatin rojevê, fermandarên Pêşmergeyên Roj ev yek her çiqas red kirin jî lê îro careke din tê gotin ji bo eniyên şerê Tirkiyeyê li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, ji bo li dijî PKK’ê şer bikin birine eniya şer. Gelo Pêşmergeyên Roj bi Wezareta Pêşmerge ve girêdayî ne an na? 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

02/05/2022
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin