Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin

  • rojane
  • 15:42 28 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên gelek bajaran bi wesîleya 7’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî daxuyanî dan û diyar kirin ku dewlet hewl dide cînayeta Elçî têxe nava cînayetên kiryarnediyar. Baroyan got ku dê têkoşîna Elçî bidomînin.
 
Hiqûnasên ji bo Edaletê, Piştevaniya Parêzeran, Koma Parêzerên Hemdem (ÇAG), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê (DÎH), Komeleya Hiqûqnasan a Kartalê, Parêzerên Beşdar (KAV), Parêzerên Demokratên Azadîxwaz (ODAV), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqa Civakî û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) bi boneya 7’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî li pêşiya Edliyeya Bakirkoyê merasîma bîranînê li dar xist. Gelek parêzer tev li bîranînê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de wêneyên ku nivîsa “Em hemû Tahir Elçî ne” hilgirtin û pankarta “Tahir Elçî nemir e” vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî aştî”, “Şehîd namirin” û “Em hemû Tahir Elçî ne, bi kuştinê tune nabin” hatin berzkirin. 
 
‘EM Ê ELÇÎ JI BÎR NEKIN’
 
Di daxuyaniyê de li ser navê rêxistinên hiqûqê, Hevseroka Şaxa OHD’a Stenbolê Esra Bîlen axivî. Bîlan, diyar kir ku di dosyaya lêpirsîna derheqê qetilkirina Elçî de tu pêşketin çênebûne û wiha got: “Di dosyayeke din a lêpirsînê de ku dozgerî dike, cenazeyê Elçî weke ‘cenazeyê terorîst’ hatiye nirxandin. Berpirsyarên siyasî yên bûne sedem ku hempîşeyên me di nava me de nebe, polîtîkaya şer kûrtir dikin û hemû mekanîzmayên hiqûq û darazê li gorî feraseta yekperest birêve dibin û weke amûrekî bi kar tînin. Em, jiyana Elçî û têkoşîna wî ji xwe re weke bingehek dibînin û dê dev ji vê têkoşînê bernedin. Em ê Tahir Elçî tu carî ji bîr nekin.” 
 
Ji Înîsiyatîfa Nobedarê Edaletê parêzer Kemal Aytaç jî got ku nemiriya Elçî, ji nirx, sekn û têkoşîna wî tê û dê têkoşîna wî mezintir bikin. 
 
Piştre jî beşdaran qurnefîl danîn ber wêneyê Elçî û bîranîn bi dawî bû. 
 
‘HEWL DIDIN BI NECEZAKIRINÊ XELAT BIKIN’
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî têkildarî qetilkirina Elçî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî hemû gefan jî Elçî paşvegav neavêtiye û ev tişt hatin parvekirin: “Di rêya ku jê bawer de meşiya û têkoşiya. Tahîr Elçî her tim li dijî cînayetên siyasî yên kiryarnediyar, windakirinên di bin çavan de, polîtîkaya necezakirinê û rûxandinên şer têkoşiya. Niha hewl didin cînayeta Elçî jî têxin nava cînayetên kiryarnediyar û bi vê yekê kujeran xelat bikin.” 
 
MÊRSÎN
 
Şaxên OHD û ÇHD’ê yên Mêrsînê jî têkildarî mijarê li pêşiya Edliyeya Mêrsînê daxuyanî dan. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û Serokê Baroya Mêrsînê Gazî Ozdemîr jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’a Mêrsînê Îbrahîm Kaya daxuyanî xwend. Kaya got ku dê di rêya têkoşînê ya Tahir Elçî de bimeşin û doza cînayetê jî ji nêz ve bişopînin.
 
ÎZMÎR 
 
Şaxên ÎHD, ÇHD û OHD’ê yên Îzmîrê jî bi heman boneyê li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hatibû vekirin û dirûşmên “Tahir Elçî rûmeta me ye” û “Tahir Elçî nemir lê li qadan dijî” hatin berzkirin. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Coşkun Ustercî, Endamê PM’a HDP’ê Hacay Yilmaz, hevserokên HDP’a Îzmîrê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyaniya hevpar ji hêla Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk ve hat xwendin. Ozturk, gotinên Elçî yên dawî yên li ber Mînareya Çarling xwendin û piştre jî wiha got: “Bi ser qetilkirina Elçî re 7 sal derbas bûn lê dewlet pir xemsar nêzî dozê dibe. Naxwaze kujeran bibîne û polîtîkaya necezakirinê xistiye meriyetê. Di salên 90’î yên tarî de Elçî di dozên komkujiyan ên ku polîs û leşkeran pêk anîn de pir li ber xwe da û bi dehan caran dewlet mehkûm kir. Niha jî hewl didin cînayeta Tahir Elçî, têxin ber cînayetên kiryarnediyar.” 
 
BAROYA ÎZMÎRÊ 
 
Her wiha Baroya Îzmîrê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Elçî ji ewil rastî lînca civakî hat û wiha hat gotin: “Doza Elçî ev du sal in didome û daxwazên ji bo ronîkirina dozê tên redkirin. Têkoşîna ji bo derxistina rastiyê her tim tê astengkirin. Weke Baroya Îzmîrê, em Tahir Elçî ku parastvanê mafên mirovan û hiqûqê, qasidê aştiyê û dostê me bû, bi hezkirin û bi hesret bi bîr tînin. Ji bo ku hêzên tarî yên tiliya wan di kuştina wî de heye derxînin holê, dê dozê bişopînin û bibin berdevkên nirxên wî di oxira wê de jiyana xwe ji dest dayî.” 
 

Sernavên din

26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket