Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin

  • rojane
  • 15:28 19 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên protestokirina êrişa li dijî Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu de ev peyam hate dayîn: “Em ê şimaqa herî mezin li ser sindoqê li bin guhê AKP’ê û pêşmêrên wê bixin.” 
 
Duh di dema meşa Nobeta Edaletê ya Stenbolê de polîsan êrişî girseyê kir û polîsekê êrişka şeqek li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ferhat Encu xist. Bertekên li dijî êrişa polîsê nîjadperest her ku diçe mezintir dibin. Têkildarî êrişê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. 
 
WAN
 
Rêxistina HDP’a Wanê têkildarî mijarê li pêşiya AVM’a Perîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ne Roboskê û ne jî şimaqa li Ferhat Encu hatiye xistin ji bîr nekin. Hûn dê hesaba vê bidin.” hatibû vekirin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev êriş, êrişeke jirêzê ya kesên xwenenas, neperwerdekirî, bêdisiplîn, hiqûqnenas û bêhed nîne. Zimanê dabeşker û cihêkar ê îktîdarê rê li ber van êrişên terêf vedike. Em dibin şahid ku polîs di gelek çalakiyan de li dijî gel û nûnerên me tundiyê bi kar tînin. Faîlên biûnîforma ji hêla dewletê ve tên parastin. Dê ne tecrîd û ne jî siyaseta dabeşkar nekare rê li ber têkoşîna siyasî ya demokratîk a gelê me bigire.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Dê roj were û AKP hesabê bide gel” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî têkildarî êrişê li ber avahiya xwe ya navendê daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Colemêrgê, rêveberên HDP’ê yên navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê û gelek welatî jî di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne Roboskê û ne jî şimaqa li Ferhat Encu hatiye xistin ji bîr nakin” hate vekirin. 
 
Parlamenter Saît Dede di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Rewşa AKP-MHP’ê roj bi roj xerabtir dibe. Her ku winda dikin, bêhtir tehemûla dengê muxalefetê nakin. Mîna çeteyan êrişeke qirêjî li dijî Ferhat Encu hate kirin. Her ku AKP winda dike, krîza kûrtir dibe û bêhtir êrişî kurdan dikin. Ew şimaq di şexsê Encu de li tevahiya gelê kurd û muxalefetê hatiye xistin. Tişta ku duh qewimî, nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî gelê kurd nîşan dide. Em ê şimaa herî mezin li ser sindoqê li bin guhê AKP’ê û pêşmêrên wê bixin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Zextên we dê nekarin me têk bibin” bi dawî bû. 
 
AGIRÎ
 
Li Agiriyê jî li pêşiya avahiya rêxistina HDP’a Bazîdê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê HDP’a Bazîdê Serhat Ceylan anî ziman ku şimaqa li Enuc hatiye xistin, li tevahiya gelê kurd û hêzên demokrasiyê hatiye xistin. Ceylan, daxuyand ku polîtîkayên dijminatiyê yên îktîdarê kiriye ku hêzên ewlekariyê bêhed tevbigerin û êrişî gel û nûnerên wan bikin. 
 
ÊLIH  
 
Li pêşiya avahiya HDP’a Êlihê jî daxuyaniyeke girseyî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zext dê nekarin me têk bibin” hatibû daliqandin. Hevseroka HDP’a Êlihê Hurriyet Kaytar di daxuyaniyê de axivî û got ku dê li dijî hewldana têkbirina muxalefetê, derbkirina kesên li edaletê digerin û êrişên bêperwa dengê xwe bêhtir bilind bikin û dev ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî got “Êriş li ser fermana wezîrê karên sûcan Suleyman Soylu hatiye kirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bertekên li dijî îşkence û tecrîda li girtîgehan mezin dibe. Dayik jî li dijî van daketin qadan. Ji bo ku bibin dengê girtiyan jî xwestin li Kadikoyê bimeşin. Lê belê polîsan ku ji girseyê ditirsin û dijminatiya kurdan dikin êriş kirin.” 
 
EDENE 
 
Rêxistina HDP’a Edeneyê jî li avahiya ÎHD’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş pirsa “Gelo ev polîs vê rayeya şimaqdayînê ji ku digire?” kir û ev tişt anî ziman: “Memûrên dewletê yên mûçeyan digirin, wî hedî di xwe de dibînin ku şimaqê li kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin û li mafên xwe digerin bidin. Ev yek bêperwatî ye.” 
 
HATAY
 
Rêxistina HDP’a Îskenderûnê li pêşiya avahiya xwe têkildarî mijarê daxuyanî da. Gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn di daxuyaniyê de axivî û got ku şimaq ne tenê li Encu lêl i tevahiya hêzên demokrasiyê û vîna gel hatiye xistin. 
 
Rêxistina HDP’a Hatayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û êriş şermezar kir. 
 
MÊRSÎN
 
HDP’a Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Mêrsînê parêzer Hoşyar Sariyildiz daxuyanî da û wiha bertek nîşan da: “Ew şimaq, li siyaseta demokratîk hatiye xistin. Divê ev şimaq kesên hewl didin li vî welatî guhertinekê bikin jî têxe nava liv û tevgerê.” s
 

Sernavên din

19/12/2022
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’
09:06 Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan
09:04 Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît
09:03 ‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
09:01 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
18/12/2022
23:50 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:05 Hatay bi pileya 4.8 hejiya
21:25 Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist
20:51 Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin
20:26 Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn
20:04 Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir!
19:40 HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike
18:03 Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin
17:41 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê tîma Edene Îdmanyûrdûyê 3-0 têk bir
17:20 Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist
16:58 Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn
16:51 Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan
16:34 Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin
16:27 Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan
16:24 Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
16:21 Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e
15:07 Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:22 'Hejmara koçberan li seranserî cîhanê derket 280 milyon kesan’
14:12 Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan
14:01 Dag: Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike ciwan in
13:46 ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
13:26 Malbata Şenyaşar: Ên bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in
12:19 Li gelek welatan ji bo piştevaniya bi berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' re çalakî hatin kirin
12:11 Li Kerkûkê teqîn: 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan
12:02 Ji sedî 91,2’yê gelê Tunusê neçû ser sindoqan
11:43 Ferhad Şamî: DAIŞ’ê di 20 rojan de 8 caran êriş kir
11:21 Cenazeyê Yumak ê HPG’î hate definkirin
11:12 Metîn Bakkalci: Divê CPT xwedî helwesteke zelal be
10:17 Bavê ku înfaza kurê wî 4 caran hatiye şewitandin: Dixwazin hêviya wan bişikînin
09:46 Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe
09:02 Di dema hevdîtina bi rêya telefonê de hundirê devê girtiyan kontrol dikin
09:02 Dozgeriyê hemû bûyerên li bajêr xistiye stuyê wan!
09:01 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
17/12/2022
23:07 Tevî hemû astengiyan jî konsera xwe li dar xistin!
21:34 26 kesên ku qedexekirina konserê şermezar kirin hatin berdan
19:57 Di êrişa li Girê Spiyê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan
19:33 Di panela Mereş û Roboskiyê de banga ji bo hevrûbûnê
18:38 Têkildarî cenazeyên li Kîlyosê bang li malbatan hat kirin
16:50 HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist
16:31 Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine
16:08 NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin
16:05 Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe
15:45 Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin
15:39 Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin
15:11 Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin
13:54 Dayikên Şemiyê bersiva Çavûşoglû dan: Di serdema hikûmeta we de binpêkirin zêde bûne
13:18 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
13:03 Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn
12:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin
11:58 Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan
11:07 Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir
11:06 Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar
10:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
10:08 Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe
09:56 12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin
09:55 MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive
09:41 Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
09:10 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere
09:09 Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
09:08 ‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’
09:05 Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin
09:04 Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin
09:01 Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN
16/12/2022
19:20 Li Çewligê 7 kes hatin girtin
19:09 Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?'
18:27 Baroya Mêrdînê malbata Şenyaşarê kir mêvan
18:20 Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir
16:45 Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin
16:24 Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin
15:50 28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!