Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin

  • rojane
  • 11:13 24 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA - Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Rihayê Fîkret Tekînalp diyar kir ku hevdîtina parêzer û malbatê ya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê astengkirin û anî ziman ku li bendê ne Wezareta Dadê û TBB gavên pêwîst biavêjin.  
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, li dijî astengkirina hêvdîtinê ya parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tên ragirtin serî li Baroya Rihayê dabû. Li ser daxwaza 39 parêzeran, Baroya Rihayê jî serî li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û Wezareta Edaletê da. Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Rihayê Fîkret Tekînalp li ser serlêdana wan a li Wezareta Edaletê û TBB’ê axivî.
 
‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ TUNE HATE HESIBANDIN’
 
Tekinalp, ji bo serlêdana 39 endamên Şaxa OHD’ê ya Rihayê ya li ser “astengkirina hevdîtina parêzeran” a li ser girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimînin got, ji sala 1999'an û vir ve Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de li dijî hiqûqa Tirkiyeyê hatiye afirandin. Tekînalp, diyar kir ku Îmraliya ku girtîgeke yek kesî ye piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê hatiye afirandin û wiha got: “Di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil girtîgeheke yek kesî hate afirandin. Li vir pêkanînên li dijî hiqûqa navnetewî û pêkanînên hiqûqa Tirkiyeyê tune hatine hesibandin.”
 
‘SERLÊDANAN LI WEZARETA EDALETÊ Û TBB’Ê’ 
 
Tekînalp, bi bîr xist ku Ocalan ji 25’ê adara 2021’an ve ne bi parêzerên xwe ne jî bi malbata xwe re hevdîtin nekiriye û wiha berdewam kir: “Weke baroya Rihayê ji ber ev yek li dijî peymanên ku Tirkiye alîgirê wan e me ji bo ku bikevin nava liv û tevgerê hem serî li Wezareta Dadê hem jî serî li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê da.”
 
‘TECRÎD SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ YE’
 
Tekînalp, destnîşan kir ku bi awayekî teknîk astengkirina hevdîtinê ya girtiyên li Îmraliyê ya malbat û parêzeran tecrîd e û wiha pê de çû: “Weke tê zanîn tecrîd li gorî gelek normên hiqûqî û PMME’yê di çarçoveya qedexeya îşkenceyê de ye. Ji ber vê yekê berdewamkirina tecrîdê ya Tirkiyeyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê û kûrkirina wê ye.”
 
LI BENDA WEZARETA DADÊ Û TBB’Ê NE
 
Tekînalp da xuyakirin ku hevdîtinên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê bi malbat û parêzeran re hem di çarçoveya mafê parastinê hem jî di warê mafên mirovan ên bingehîn de girîng e û got: “Em weke parêzvanên mafan û baroyan wezîfeyeke cidî digirin ser milê me ku binpêkirineke bi vî rengî ya mafan nedomînin û bisekinînin. Bendewariya me ji Wezareta Edaletê û Baroyê ew e ku hemû hiqûqê pêkbînin û di zûtirîn demê de dawî li van binpêkirinên mafan bînin.” 
 
‘BILA GAVÊN PÊWÎST BÊN AVÊTIN’ 
 
Tekînalp anî ziman ku rakirina tecrîda li vir dikare hem baweriya bi aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û hem jî ya hiqûqê nû bike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bendewariyên me yên ji serlêdanê ev in. Em hêvî dikin ku ev pêk werin. Em bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl, Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyan dikin ku piştgiriyê bidin wan. Dawiya vê yekê dibe ku di dîroka Tirkiyeyê de gaveke cidî be. Wê rê li ber gelek tiştan veke, weke vekirina qenalên diyalogê. Wê bibe gavek ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan an jî binpêkirinên mafan ên li derveyî girtîgehan. Lewma em vê mijarê girîng dibînin û li bendê ne ku Wezareta Edaletê û TBB gavên pêwîst biavêjin.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

28/12/2022
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek