NAVENDA NÛÇEYAN - Dilxwazên AFAD û 112’yê ku li Mereşê alîkarî nedîtin, xwestin alîkariya HDP’ê aniye bajar belav bikin.
Du erdhejên ku di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn bandor li 10 bajaran kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji roja ewil a erdhejê ve xwe bi rêxistin kir û ji herêmên erdhejê re kampanyaya alîkariyê ya mirovî da destpêkirin li herêmê pêdiviyên gel pêşwazî dike. AFAD û 112’yê HDP’iyên ku ji hemû bajarên lê bi rêxistibûye malzemeyên alîkariya mirovî birin herêma erdhejê weke hevî dîtin.
Dilxwazên AFAD û 112’yê ku anîn ziman li navçeya Elbistan a Mereşê di destê wan de malzeme nemaye, xwestin alîkariya ku HDP’ê anî bajêr li gel belav bike. HDP’iyan alîkarî bi wan re parve kirin û destnîşan kirin ku pêşwazîkirina pêdiviyên gel a bi hev re gelek girîng e.
Ji depoya ku HDP’ê li Elbistanê ji bo komkirina alîkariyan girtiye, ji aliyê gelek rêxistinên sivîl ên civakî û komeleyan ve alîkariya mirovî tê şandin.