NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî karesata erdhejê ya li Bakur û Rojava, her çar parçeyên Kurdistanê gel seferber bû. Kurdistaniyên ku li her çar parçeyan dest bi kampanyayê kirin gotin: "Hêviya me ji gelê me ew e ku xwedî derketineke mezin çêbikin. Xwedî derketin erka Kurdistanî ye."
Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn. Erdhejê bandorê li ser bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Xarpêt, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîsê kir û rê li ber karesatek mezin vekir. Her wiha erdhêjê bandorê li ser bajarên rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê jî kirin. Li herêmên erdhêjê heta niha bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek ji wan jî di bin kavilên malan de hê li benda rizgarkirinê ne. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê jî ji bo herêmên erdhêjê kampanyayên alikariyê hatine destpêkirin. Bi taybetî li Kurdistanê seferberiya alîkarî û piştevaniyê hat ragihandin. Li çar parçeyên Kurdistanê kampanya hatin destpêkirin. Kampanyayên ku hatine destpêkirin her diçe berbelav dibe û didome.
'XWEDÎ DERKETIN ERKA MIROVÎ YE’
Hevseroka Rêveberiya Xweser y Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bal kişand ser girîngiya hevgirtina kurdan û wiha axivî: "Ji roja erdhêj çêbûye heta niha hem Rêveberiya Xweser û hem jî saziyên civaka sivîl ketine nav liv û tevgerê de. Ji ber ku hejmara qurbaniyan pir e. Hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li rojavayê Kurdistanê û hejmareke gelek mezin heye. Ji ber wê weke Rêveberiya Xweser me dest bi kampanyayekî kir. Em niha ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Suriye kom dikin. Ji derveyî vê Heyva Sor a Kurdistanî alikarî dike. Kampanyaya me berdewam dike. Em niha jî weke Rêveberiya Xweser li aliyê Heleb û Şehba ne. Em niha alikariyê ji wan re dikin. Ji bo gelê me yê bakur û rojavayê Kurdistan çi bê xwestin weke Rêveberiya Xweser em ê bikin. Ji bo gelên Kurdistanî bi giştî banga me ew e ku xwedî li qurbaniyan û mexdûrên erdhêjê re derbikevin. Ev bûyereke pir giran e. Hêviya me ji gelê me ew e ku xwedî derketineke mezin çêbikin. Weke Rêveberiyên Xweser heta dawiyê em ê piştgiriya gelê xwe bikin. Banga me di heman demê de ji civaka navnetewî re ew e ku xwedî li vî gelê kurd derbikevin. Xwedî derketin erka Kurdistaniye."
LI BAŞÛR JI BO BAKUR Û ROJAVA SEFERBERÎ HAT DESTPÊKIRIN
Ji komîsyona ku li başûrê Kurdistanê hatiye avakirin Newroz Fazil jî diyar kir ku ew weke başûrê Kurdistanê ji bo her du parçeyan seferber bûne û got: "Erdheja ku li bakur û rojvayê Kurdistanê çêbû, rê li ber nerihetî û dilgiraniya xelkê başûrê Kurdistanê vekir. Xelkê herêmê bê cudahiya ol û îdeolojiyekê ketin nava amadekarî û berhevkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê. Ji ber erdheja li bakur û rojavayê Kurdistanê zêdetir ziyan gihiştiye bajarên kurdan. Hem qurbanî zêde ne û hem jî bajar zêde hilweşiyane û bûne kavil. Ji ber vê çalakvanên siyasî û welatiyên Başûr dest bi kampanyayên alîkariyê kirin. Di vê çarçoveyêde kampanya yekem ji aliyê Kurdsatê ve li Mûzexaneya Emnesûreke hate destpêkirin û çalakiya duyemîn jî ya çend kesayet û aliyên siyasî ya ji aliyê me ve bi navê Hana li Kargeha Cixare hate destpêkirin. Ev kar ji aliyê me û xelkên Silêmanî û Başûrê Kurdistanê ve cidî hatiye girtina dest ji bo mexdûrên erdheja bakur û rojavayê Kurdistanê alîkarî tê berhevkirin. Heta niha me kariye alîkariyeke baş a madî û menewî berhev bikin. Ji bo hefteyekê me kampanya xwe daye destpêkirin. Ji ber ku niha rewşa Bakurê Kurdistanê ji ber mecên zivistanê pir xirabe û nesasim ev erdhej jî bandoreke mezin li ser kir. Em dixwazin bi rêya gelê xwe vê alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê. Em dixwazin alîkarî bê ferq û cudahî bê ku rastî astengiyekê bê bigihêje xelkê me yên bakur û rojavayê Kurdistanê. Em xelkê Silêmaniyê hevkar û piştgirê wan kesan in ku destê alîkariyê dirêjî dikin. Kampanya Hana cihê baweriyê ye ku ev alîkarî bigihêje mexdûrên erdhejê û êşa wan parve bikin. Em hêvîdarin ku ev kampanya bi hevkariyekê mezin bibe, ji bo em demek berî demekê alîkariyê tenduristî, betenî, xorek û dîsa cilûbergên zivistanê bigihînin xwuşk û birayên xwe yên bûne mexdûr."
ROJHILAT PIŞTEVANIYÊ DIKE
Berdevkê Tevgera Komarîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê Azad Mohamedzade jî dest bi piştevaniyê kir û got: "Ew karesatêki sirûştî ya naxweş bû ku bi ser gelê me li bakur û rojavayê Kurdistanê ve hat. Li rojhilatê Kurdistanê jî li gelek bajar û gund kampanya ji bo xelkê bakûr û rojavayê Kurdistanê ku bûne mexdûrên erdhejê dest pê kir. Bi taybetî jî li bajarê Mahabad, Sine, Kirmaşan û Urmiyê alikariyeke baş heye. Em wekî Tevgera Komarîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê bang li hemû gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî rojhilatê Kurdistanê dikin ku werin bibin alîkar ji bo mexdûran li vê herêmê ku ketina bin erdhejê. Banga me li tevahiya gelê Kurdistanê ew e ku bi her awayî alîkariya xelkê xwe li bakurê û rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber vê yekê alîkarî erka mirovî û neteweyî ye."
'EM Ê BERFIREHTIR BIKIN'
Ji bakur ji komîsyona krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Elfesya Nas jî bal kişand ser piştevaniyê û tifaqiyê û wiha got: “Di roja ewil a erdhejê de me li avahiya navçeya xwe maseya krîzê ava kir. Me ji roja ewil ve dest bi karê xwe kir, piştî xebatê me bang li gelê xwe kir. Ji xwe kêmasiya alîkariya dewletê diyar bû. Dema alîkarî dibir jî ew alîkarî diçû ba hinekan, nediçû ba hinekan. Dîsa em bi polîtîkayeke ku Kurd li derve dihêlin re rû bi rû man. Lê hevgirtineke cidî ya gel hebû. Îro jî hevgirtina gelê me didome. Her cure piştgirî dan. Dayikên me nanê xwe amade kirin û her cure piştgirî dan. Dayikên me 6 roj in li vir bi zehmetî dixebitin. Malbat û ciwanên me hene ku bê pere ne û dildarî piştgiriyê didin.Zarokên me yên biçûk piştgirî dan. Me weke HDP, gelê kurd, gelê Botanê, bê ferq û cudahiya ol, ziman û nijad xwedîderketineke pir baş hembêz kir û em vê yekê jî didomînin. Pêdivî pê heye ku hevgirtin mezin bibe. Em behsa biratiyê dikin. Cudakarî ne tenê ji bo me ye. Em ê vê piştgirî û hevgirtinê hîn berfirehtir bikin. Weke HDP’ê em banga xwedîderketina dikin.”
MA / Zeynep Dûrgût