Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî

  • rojane
  • 09:04 19 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan anî ziman ku ji roja ewil a erdhejê ve li qadê tevnên piştevaniyê ava kirine û bal kişand ser girîngiya civaka rêxistinbûyî. Ceylan got ku ruhê piştevaniyê yê bajêr xwe disipêre têkoşîneke 50 salî. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî erdhejên Mereşê beriya saziyên dewletê tevgeriya û pêşengtiya tevna alîakriya kir. Rêxistina HDP'ê ya Bajêr, di bin banê Navenda Koordînasyona Krîzê ya Erdhejê de ku bi pêşengiya navenda giştî hat avakirin, li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê, ji bo pêdiviyên mexdûran serferber bû. 
 
‘ÊŞA ME HEMÛYAN E'
 
Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku ruhê piştevaniyê yê li bajêr xwe disipêre têkoşîna azadiyê ya tevgera kurd û ji bo bênavber domandina piştevaniyê bang kir. Ceylan wiha axivî: "Em sersaxiya gelê xwe dikin. Êşa wan, êşa me hemûyan e. Heya niha li Amedê nêzî 400 kes û bi giştî zêdetirî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Em hêvî dikin ku ev hejmar zêde nebe. Rastiyeke din jî, hê jî bi hezaran mirovên me di bin kavilan de, li benda rizgarkirinê ne. Mirov êdî ne li benda canên xwe, li benda cenazeyên xwe ne." 
 
ÇANDA TÊKOŞÎNEKE 50 SALÎ
 
Ceylan ku got "dîroka kurdan dîrokeke qedîm e" û ji bo ruhê piştevaniyê yê derketiye holê got: "Mirov divê xwedî li hev derkevin. Helbet HDP, li vê axa ku xwedî têkoşîneke 50 salî ye, xwe bi hesta heq, hiqûq û edaletê ava kiriye. Ev çand, bûne ruhê HDP'ê. Ev çand, di rojên çê û xirab de, li gor derfetên xwe rol û ristekê hildigire. Di dema karesatê de bi dehhezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Diviyabû bi lezgînî mudaxile lê bihata kirin. Em di zivistanê de ne, ne pêkan e ku mirov bê betanî û kon îdarebike. Diviyabû demildest pêwendî bi wan mirovan re bihata danîn. Ev ruhê Amed, Êlih, Sêrt û bajarên din ên Kurdistanê di partîkê de xwe da der." 
 
REFLEKSA CIVAKA RÊXISTINKIRÎ
 
Ceylan axaftina xwe wiha domand: "Civakîbûn, demokrasî û çanda mirovahiyê xwe bi xwe dernakeve holê. Mirov ji bo karibin bijîn, bi dehan salan ked û bedêlên mezin dan. Kapîtalîzm û dewletan mirovan, ji mirovahiyê dûr xistin. Ew qas hêz, derfet û teknîk hebûn. Bixwestena dikaribûn di cî de mudaxileyî karesatê bikirana. Dikaribûn mirovan bi saxî an jî bi birîndarî rizgar bikirana. Lê civak xwe bi xwe bû dermanê xwe. Civakê alîkariya civakê kir. Amed jî vî ruhî ji wir digire. Ruhê vê axê, ruhekî birûmet e. Ev ruh, ruhekî serbilind e. Me dît ku rêxistinên civaka sivîl gava bixwazin dikarin alîkariyê bikin. Civakeke rêxistinkirî, dikare di karesatan de jî refleksên ji nişkave bide der. Me ev ruh li Amedê û bajarên din ê Kurdistanê birêxistin kir. Me birêxistin kir û di pratîkê de da der. Ji bo xizmeta gel hê jî kêmasiyên me hene. Piştî vê saetê dê xebatên me xehmettir bin. Zivistan e, hê jî bi hezaran mirovên me di bin kavilan de ne. Bi sedhezaran mirovên me li benda alîkariyê ne. Divê em bi ruhê yekîtiyê û ruhê xwedîderketinê alîkariyan bidomînin û bibin derman ji gelê xwe re."
 
PÊŞENGIYA CIWAN Û JINÊN KURD 
 
Ceylan destnîşan kir ku di çaçroveya xebatên erdhejê de jin û ciwan pêşengiya têkoşîê kirine û got: "Di van xebatan de pratîka jin û ciwanan bi awayekî herî zelal xwe da der. Ev jî encama têkoşîna bi salan e. Ev ruhê xwedîderketin û berxwedanê ye." De
 
‘BILA HER KES DERIYÊN MALA XWE VEKE'
 
Ceylan bibîr xist ku bi sedhezaran mirov ji ber erdhejê mexdûr bûne û got ku li dijî fiyetê kirêyan û keybazan kampanyaya "mala min mala te ye" dane destpêkirin. Cyelan got: "Em di zivistanê de ne. Niha bi milyonan kes bê mal in." Tenê li Amedê nêzî 50 hezar kes bê mal in. Em dixwazin alîkariya wan bikin. Divê em alîakirya wan bikin. Lewma me got 'mala min mala te ye.' Em vê kampanyayê mezin bikin. Em ê bikin mala civakê ku her kes deriyên xwe ji mexdûran re veke."
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

20/02/2023
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'