Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin

  • rojane
  • 14:58 23 Sibat 2023
  • |
img
SEMSÛR - Rêveberê Şaxa PSAKD’ê yê Semsûrê Yûsûf Ozperçîn bal kişand koça bi zorê ya ji ber erdhejê û wiha got: “Valakirina bajêr wê pirsgirêkên nû derxîne holê. Pêwîst e bêyî ku em ji qadan derkevin jiyaneke nû ava bikin.”
 
Li Semsûra ku yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bi bandor bû, mexdûrên erdhejê bi alîkariya dilxwazan dermankirina birînên xwe didomîne. Saziyên dewletê ku ji roja ewil ve ji xebatên lêgerîn û rizgarkirina ji bin kavilan re dereng man, di pêşwazîkirina pêdiviyên bingehîn ên mirovan de jî gelek kêm dimînin. Her çiqas wezaret bibêjin “Hemû gelê Semsûrê li konan hatin bi cih kirin jî” rastiyên li qadê gelek cuda ne.
 
KONBAJARÊ ZULFÎKAR
 
Yek ji saziyên ji roja ewil ve hewl dide alîkariya gel bike û alîkariyên ji bajarên cuda hatin di çarçoveya daxwazan de hewl dan bigihînin gel jî Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) e. Serokê wê yê Şaxa Semsûrê Zulfîkar Yilmaz bi malbata xwe re di bin kavilan de ma û 3 rojan li benda xelaskirinê ma. Hevalên Yilmaz ê di roja 3’yemîn de cenazeyê wî hate derxistin, ji bo navê wî bidin jiyîn “Konbajarê Zulfîkar Yilmaz” ava kirin. Hevalên Yilmaz ê bi dehan malbatên mexdûrên erdhejê wergirtin konan, hewl didin pêdiviyên bingehîn ên weke gerimbûn, xwarin û vexwarinê pêşwazî bikin.
 
PIŞTEVANIYEKE DEMDIRÊJ 
 
Rêveberê Şaxa PSAKD’ê yê Semsûrê Yûsûf Ozperçîn diyar kir ku welatî û malbat hewl didin li bajarê kon lê hatiye vedan li hev bicivin û kêm be jî di nava jiyana civakî de cih bigirin û got: “Ji bo pêdiviyên heyî yên welatiyan û pêwîstiyên wan ên di dema pêş de derkevin holê, em hewl didin belavkirineke bêhtir bi koordîne û rêk û pêk bikin. Lê belê bi giştî em dibînin ku di ketina pêwîstiyan a nava bajêr de kêmbûneke cidî heye. Em difikirin ku ev di pêşerojê de dibe ku bibe pirsgirêk. Di hevdîtinên xwe yên bi hevalên li derve re em radigihînin ku divê di pêvajoyên ji niha û pê ve de dest ji piştgiriya xwe bernedin û ji bo tedarikkirina pêwîstiyan divê li derve xebat bên kirin.”
 
‘EM Ê JIYANA NÛ AVA BIKIN’
 
Ozperçîn, anî ziman ku piştî erdhejê avakirina jiyana nû zehmet e lê pêkane ku bajar ji nû ve ava bikin û gel bi nasnameya xwe ji nû ve jiyanê bidomîne û wiha berdewam kir: “Ev yek wê encax bi gel re bi awayekî kollektîf pêk were. Stargeh pêdiviyek e. Ji bilî stargehê, germkirin, perwerdehî, ewlekarî, paqijî û divê ev bên çareserkirin, gelek herêmên weke germkirin, peydakirina xwarinê hene. Di vir de ji bo temamkirina van kêmasiyan pêwîste xebateke cidî were meşandin. Em dikarin dest bi çêkirina konbajarekî ku mirov bikarin lê bicih bin bikin û pişt re pêş ve bibin. Ji ber ku ji gelek deverên Kurdistanê ciwan li vir in. Gelê me li vir e û bi tevkariyên xwe yên cidî yên li xebatên hatine kirin re dest avakirina qadan kiriye. Xebateke zêde heye. Jiyan bi konan ne sînordar e. Ji wê zêdetir heye û em dikarin wê jî ava bikin.”
 
‘BÊYÎ JI QADAN DERKEVIN JIYANÊ AVA BIKIN’
 
Ozperçîn, qala valakirina bajar a di rojên ewil de ji aliyê saziyên dewletê ve hate teşwîqkirin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê mirov diyar bike ku valakirina bajarê bi pirsgirêk e. Bi taybetî valakirina bi destê dewletê, valakirina herêmên li bajêr wê bi giranî bandorê li jiyana piştre bike û vegera li bajêr dibe ku bi pirsgirêk be. Em difikirin ku welatiyên diçin bajarên derdorê yan jî cihên din, bi taybetî bi pratîka dewletê re wê ji alîkariyê bêpar bimînin û li cihên diçin tenê bên hiştin. Ev jî xetereyeke mezin e. Ji ber vê yekê bêyî em qadan terk bikin, em bi hev re jiyana civakî pêş ve bibin gelek girîng e.”
 
MA / Omer Akin
 
 

Sernavên din

24/02/2023
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû